Xebatên lêgerînê yên zarokê windabûyî berdewam dikin
Xebatên lêgerînê yên Yusuf Yimazê 14 salî yê ku li Farqîna Diyarbekirê winda bû berdewam dikin.
Yusuf Yilmazê 14 salî berî vê 2 rojan piştî ku bo heywanên xwe biçêrîne ji malê derket winda bû, Yilmazê ku berî vê 2 rojan winda bû xeber jê nayê standin.
Yusuf Yimazê 14 salî yê ku li Malabadêya Farqînê dijîya, berî vê du rojan bo heywanên xwe biçêrîne ji mala xwe derket. Dema ku bû êvar û wextê vegerê hat, Yilmaz nehate malê. Di encama lêgerînên ku hatin kirin de hat fêmkirin ku Yilmaz winda bûye.
Ji ber îxbara ku hat kirin yekîneyên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê xebatên lêgerînê dan destpêkirin. Ji ber xebatên ku hatin destpêkirin derîyên bendavê ji teref DSÎyê ve hatin girtin. Xebatên lêgerînê her wisa qanalên avdanê de jî berdewam dikin. Lê belê ev du roj in ku hêj ji Yilmaz xeber nayê standin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.