
Sizden Gelenler
Xizmet û Mucadela Rast û Ğelet
Sual 1: Em dibînin ku hinek birayên meyî xwey îman û bawerî di bin tesîra doz û efkarên batil de dimînin û dixwazin “de’wetvanê Îslamê” jî “Heq û mafên Gelê Kurd” ji xwe ra bikne armanc û doz. Gelo ev nêrîn çiqas di cîh de ye? Heger meriv “Î’lay-i Kelîmetullah” ji xwe re bike armanc û doz, û ala tewhîdê hildê, gelo evêna dibe ziddê xwestin û xizmeta “Maf û heqên” gelê Kurd? Xizmet û xwedîtiya gelê me ewê bi çi hewayî çêbibe?
Bi navê Xweda ê bê hemta, temamê hemd û şûkra jê re bin hetanî heta… Selat û selam li ser Pêxemberê wî Muhammed û al û eshab û peyrewiyên wan bin, qencê ummeta.
Di cewaba pirsên we birayên ‘ezîz de bi kurtî ez dikarim vê bêjim: Tebî’î di jiyana însan de ewe ku her însan weke bawerîya xwe bijî. Piştî ku heqîqet ev e divê mirovê musluman jî weke ‘eqîde û baweriya xwe bijî û bimeşe.
Em musluman piştî bawerin ku divê em weke “Qurana Pîroz” û “Sunneta Ronî” bijîn. Divê em li van her du esasên dînê xwe binêrin ka mucadeleke çewa ji me dixwazin, ji bonî azad kirin û rizgarkirina milletê me û qewmê me. Û divê em li pey wan herin.
Di Qurana pîroz de Xweda ê ‘alemê wiha beyan kiriye: “Çiqas ûmmetê ku hene bê guman me ji wan re qasid şandine (Bi wasîta qasida me ji wan re ev ferman şandiye) ‘îbadeta Xweda bikin xwe ji tağuta biparêzin.” (Nahl, 36)
Pêxemberê me Muhammed -Selat û selamê Xweda lê bin- dema î’lana pêxemberiya xwe kir wiha ji milletê Mekkê re go: “Bêjin ji Xweda pêve îlah tunene hûnê xelas bibin.” (Tefsîra Qasimî di tefsîra sûretê mesedde/C. Fewaîd: 6395)
Weke kû Xweda û Pêxemberê Wî di vê ayet û hedîsê û gelek ayet û hedîsên weke wan de ji me re beyan kirine rêya xelasbuna ji tağuta (ên ku li sînorê ‘edaletê nasekinin zor û zordestiyê dikin) û ji temamê xesaret û tehluka di îmanê re derbas dibe.
Temamên pêxemberên Xweda ê ‘alemê, beriya her tiştî qewmên xwe de’wetî tewhîdê kirine, pey re îdî nexweşî û kêmasiyên qewmên wan çi bin li ser rakirina wan sekinîne. Lewra di dînê Îslamê de bingeha her tiştî îman e; ku îman ne li cî be tu ‘îş û kar û ‘îbadet ji însan qebul nabe. Jiyana însan eserê îmana wî ye. Bawerî bi çi anîbe wilo dijî. Ev yek di însan de fitret e. Evên ne musluman jî, bi qasî li ser bawerîya ku bawerkirine û jiyana li gorî wê baweriyê disekinin, li ser van heq û mijarên din nasekinin. Li “laîk”ê Kurd û Tirka binêrin, hûnê bibînin bê ji bonî gohrandina bawerî û jiyana Kurd û Tirkên musluman, çiqasî disekinin û kêferatê dikin.
Çiqas qanun, yasa û rêzname ên ku hene her yek ji wan li ser felsefe û ‘eqîdeyekî hatine avakirin.
Hz. Musa de’wa heqê qewmê xweyî bindest kir;belê pêşî Pêxemberiya xwe ji fîr’awn re î’lan kir û wî da’wetî îman anîna bi Rebbê ‘alemê kir. Wî jî weke her pêxemberî ev de’wa xwe ya muhim li ser tewhîdê ava kir û daîmî ev de’wa tewhîdê di nava qewmê xwe de zindî hişt.
Di pênc ferz limêjê xwe de li me wacib e em sûretê Fatîhê bixweynin. Tê de Rebbê me emrê me kiriye ku em bêjin: “(Ya Rab)! Tu me bibî ser rêya rast. Rêya wanê ku te nî’met li wan kiriye. Ne a wanê kû ğezeb li wan hatiye kirin û ne a wanê rê winda kirine.”
Me’lûm e çewa ku di sûretê Nîsa 69a de jî hatîye beyan kirin ên ku Xweda nî’met li wan kiriye “Nebî” ne, “Siddîq” in, “Şehîd”ê riya Xwedê ne, û “Salihê Ûmmeta Îslamê” ne. Nexwe weke her kirinê xwe di mucadele û cihada xwe de jî divê em li pey enbiya a û pêşîvanên ummetên bin. Ne ku em weke kafira bin û nabe em bi kêfa xwe û ‘eqlên xwe bin.
Nexwe çawa enbiya û pêşîvanên ûmmetê ji bona qewmê xwe û ‘alema însaniyyetê ji her texlîtê kufr û kafira, zulm û zalima xilaskin mucadele dane û cîhad kirine divê em jî mucadele û cihadê bikin; belê di daîra mucadela wan de; yanî di daîra şerî’eta Îslamê de. Şeklê mucadela Îslamî Xweda ê ‘alemê di Quranê de û Pêxemberê me jî bi heyata xwe nîşanî me dane.
Heger haşa Xweda tune buna, em û ‘alem eserê tesadufê buna yan jî xweda ji me re pêxember neşandibuna em mukellef nekiribuna bi tu dîn û rêznama, hingî mê bi kêfa xwe buna, me çi bikira me yê bikira. Yan jî me çawa mucadele bi dana me yê bidana. Lê belê piştî ku heqîqet ne wilo ye, elhamdulîllah Xweda heye, em û ‘alem eserê Wî (c.c) ne. Ji însan re bi hezara pêxember şandiye, pêxemberê xweyî xatem Muhammed kiriye para me, em bi dînê xwey Îslamê û rêznama şerî’etê mukellef kiriye, nabe em bi kêfa xwe bin em mecbur in weke wî bin yan na emê îmtîhanê windakin, li dunyayê emê gelek tengasiya derbaskin û li axretê jî emê xwe di ‘ezab de bibînin. Ne’uzubîllah.
Sê heqîqetê din jî hene ew jî ev in:
Dunya em tê de dijîn holeke îmtîhanê ye. Nexwe xwedîyê îmtîhanê çi suala bide her mirov divê wan suala cewab bide. Bê guman xwediyê hola îmtîhana me Xweda ê ‘alemê ye, mu’ellimê me Muhammed Pêxemberê Wî yê xatem e û sualên ber me jî dînê Îslamê ye û cewab dayîn jî jiyana li gor Îslamê ye.
Mucadela Îslamî ne ji bonî vê dunya fanî tenê ye; belkî bi vê dunya fanî re mucadele ji bonî se’adeta axreta ebedî ye. Ji ber vê yekê hinek menfe’et û xweşiyê vê dunyê ji destê me herin jî, ya jî em ne gihêne wan, ğem nake, ne muhim e. Lewra hedefa me ya bi ji dil û mezin dil şadîya axretê ye.
Hinek însan hene ku tê gotin “Xizmet” tenê xizmeta “maddî” tê bîra wan. Li ba wan ji xizmeta îmanî, me’newî û uxrewî re qîmetek tune ye. Belê li ba Xweda û pêxemberê Wî qimeta ji dil ji xizmeta îmanî, me’newî û axretê ye. Lewra bi wan dil şadiya ebedî çêdibe. Lê bi a maddî dilşadiyeke fanî çêdibe. Dunya tev mal û mulkê mirov be jî, fanî ye; lê axret baqî ye. Xizmeta ku bibe sebebê dilşadiyeke ebedî bê guman çêtir e ji yeke fanî.
Sual 2: Seydayê Hêja, dîsa em dibînin ku hinek însanên maqul û xwey bawerî, bi statû û qariyera xwey ‘ilmî, xebatên ‘ilmî û aqademîk di nav gelê Kurd de li dar dixin. Her çiqas ev xebatên wan bi fêde bin jî belê gelo kafî (bes) ye? Ma qey merivê musluman di kîjan statû û qarîyerê de be bila be, li gor îmkan û zanebûna xwe bi îrşad û teblîğê ne wezîfedar e? Ma ne mesul e bi rastkirina tiştên muxalifê Îslamê? Gelo divê tewsîyên me li wan Seyda û birayên meyî akademîsyen bi çi hewayî bin?
Cewaba suala weyî duduya jî bi kurtî sûretê “Wel’esrî” ye û bi dirêjayî jî heyat û sîyera pêxemberê me û ‘ulema ê ûmmeta Îslamê ye; bilxasse Ustaz Bedîuzzaman, Şehîd Hasan el-Benna û gelekên weke wan Xweda ji teva razî be û rehma xwe li wan ke.
Emanetî Xweda ê ‘alemê bin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.