Xortê Filistînî yê ku çalakî li dar xist hat şehîdkirin
Xortekî Filistînî yê ku li ser axên ku hatine îşxalkirin li dijî siyonîstan çalakî li dar xist kesekî kuşt û 2 kesan birîndar kir. Xortê ku çalakî li dar xist hat şehîdkirin.
Doh li Filistînê di çalakîya ku ji teref xortekî Filistînî ve hat lidarxistin siyonîstek hat kuştin û 2 jî hatin birîndarkirin. Li gor çavkanîyan xortê Filistînî yê ku çalakî li dar xist ji teref siyonîstên terorîst ve hat şehîdkirin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kesê ku çalakî li dar xistiye kesê bi navê Muhammed Tariqê 17 salî ye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.