Xortê ku di bin avahîyê de mabû hat rizgarkirin
Xortekî din ê ku li Kartala Stenbolê di bin avahîya ku hilweşîya bû de mabûpiştî 45 seatan hat rizgarkirin.
Berî vê 2 rojan li Kartala Stenbolê avahîyeke 7 qetî ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn hilweşîyabû û gelek kes miribûn û birîndar bûbûn û çend kes jî bi saxîtî hatibûn rizgarkirin ku îro piştî 45 seatan xortekî 16 salî hat rizgarkirin.
Walîyê Stenbolê Elî Yerlîkaya xebera rizgarkirinê yê xortê 16 salî ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî parve kir û destnîşan kir “Îro xortekî din ê 16 salî ji bin avahîya hilweşîyayî hat xelakirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.