Xwendekarên îmam xatîbê bo Yemenê kermes tertîp kirin

Xwendekarên îmam xatîbê bo Yemenê kermes tertîp kirin

Xwendekarên biçûk ên ku di binbunyeya Lîseya Îmam Xatîba Anadolu ya Êlihê de perwerdehîya hafiztîyê dibînin ji bo Yemenê kermes tertîp kirin.

Li Êlihê ji bo ji Yemenîyan re alîkarî bê kirin ji teref xwendekarên biçûk ên ku di bin  bunyeya Lîseya Îmam Xatîba Anadolu ya Êlihê de perwerdehîya hafiztîyê dibînin ve ji bo Yemenê kermes hat tertîpkirin. Gelek xwendekar beşdarî kermasa ku bi alîkarîya mamosteyan hat tertîpkirin bûn.

Sumeyye Eraslana ku ji xwendekaran re mamostetîyê dike derbarê mijarê de wiha axivî: “ Polên me yên hafiztîyê ji rewşa xirab a li Yemenê re bêdeng neman.Me ji mamosteya xwe ya Hafîze re koordînatorî kir û me kermesê tertîp kir. Xwendekar ji malên xwarin anîn û di kermesê de firotin. Di encama kermesa ku hat kirin de 400 TL hat berhevkirin û em vê perê avêt kumbara Heyva Sor.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.