Xwepêşandêran baregaha leşkerî ya Tirkîyê hat şewitandin

Xwepêşandêran baregaha leşkerî ya Tirkîyê hat şewitandin

Ji ber îddîayên bombebarana ku li Kurdistana Iraqê ji teref TSKyê ve hat kirin û tê de 4 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan, xelk baregeha leşkerî ya Tirkîyê şewitand.

Hat ragihandin li Şiladzêya Dihoka Kurdistana Iraqê xelk ji ber ku di bombebarana ku ji teref TSKyê ve hat kirin de 4 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan xwe berdan kolanan û xwepêşa li dar xistin. Xelkê Şiladzê yê ku ji bo xwepêşanê kom bûbû bi ser baregaha leşkerî ya Tirkîyê de meşîya.

Li gor îddîayan komek xwepêşandêrên ku têketin baregehê tanq û wesayîtên leşkerî yên di baregehê de şewitandin. Leşkerê Tirkîyê ji ber ku xelk ket baregehê çek bi kar anîn û di hewayê de ji bo hişyarîyê gule reşand. Di bûyerê de 2 kes birîndar bûn.

Tê diyarkirin asayîşa Kurdistanê mudaxeleyî bûyerê kir û ji bo xelk aram bibe hewl dide. Lê belê xelkê ku xwepêşanê dike aram nebû û xwepêşana xwe domand.

Derbarê mijarê de ji teref rayedarên her du welatan ve hêj daxuyanîyeke fermî nehatiye dayîn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.