Yetîm-Dera Ewrûpa li Somalîyê amelîyata kataraktê da kirin
Yetîm-Dera Ewrûpayê ku sazîya alîkarîya însanî ya navneteweyî ye, li Somalîya welatê Afrîkayêamelîyata kataraktê da kirin.
Li Somalîya welatê Afrîkayê welatîyên ku bi nexweşîya kataraktê ketine, ango kesên ku çavên wan qismen nabînin ji ber bêderfîtîyan nikarin tedawî bibin. Yetîm-Dera Ewrûpayê ku sazîya alîkarîya însanî ya navneteweyî ye, li Somalîya welatê Afrîkayê çû hawara kesên feqîr û jar û bo wan kesên ku derfeta wan tuneye amelîyata kataraktê da kirin.
Alîkarî ji kesên ku di kampên nêzî Mogadîşuya paytexta Somalîyê de dijîn re hat kirin. Amelîyatên ku li nexweşxaneya herî baş hatin kirin tev biserkeftî derbas bûn.
Huseyîn Ateşê Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê derbarê mijarê de diyar kir ew berî niha jî bi sedan kesan ku bi vê nexweşîyê ketine dabûn amelîyatkirin. Ateş her wisa diyar kir bi hezarana Somalîlîyên ku bi vê nexweşîyê ketine li benda amelîyarkirinê ne ku li gorî alîkarîyên ku ji teref xêrxwazan ve ji wan re bên kirin ew ê jî vê alîkarîya xwe ya amelîyata kataraktê bidomînin.
Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew li welatên Afrîka û Balkanan û her wisa li Filistîn, Arakan û Tirkîyê ji bi deh hezaran kesan re alîkarî kirine û ew ê ev xebatên wan ên alîkarîyê dê di çarçoveya derfetên heyî de berdewam bikin.
Li Somalîyê ji ber xwarina kêm û şert û mercên nebaş ên jiyan û îklîmê nexweşîya kataraktê her ku diçe zêdetir dibe.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.