Yildirim: Ew dengên ku hatine betalkirin dibe ku netîcê biguherînin

Yildirim: Ew dengên ku hatine betalkirin dibe ku netîcê biguherînin

NamzedêSerokê Şaredarîya Bajêra Mezin ê AK Partîyê Bînalî Yildirim destnîşan kir raqîbê wî Îmamogluyê CHPyî li pêş e; lê belê ew dengên ku hatine betalkirin dibe ku netîcê biguherînin.

Bînalî Yildirimê Namzedê  Serokê Şaredarîya Bajêra Mezin ê AK Partîyê derbarê netîceyên hilbijartinan de nirxandinan kir. Yildirim di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Ew ê li Stenbolê 14 sindoq hêj bên jimartin û 319 hezar û 500 deng hatine betalkirin, ew dengên ku hatine betalkirin dibe ku netîcê biguherînin.”

Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir Lijneya Hilbijartina Bilind mazbatayê bide kî ew ê bibe serok.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.