Zarokê ku mayîn di destê wî de teqîya giran birîndar bûn
Li Mêrdînê zarokekî ku heywanan diçêrand mayîna ku dît di destê wî de teqîya, di encama teqîna ku pêk hat de zarok giran birîndar bû.
Hat ragihandin li Qosera Mêrdînê Alî Saridagê 14 salî li Taxa Akdoganê heywanên xwe diçêrand. Elî dema ku heywanên xwe li ber sînorê diçêrand mayînek dît û pê lîst. Dema ku Elî bi mayînê dilîst mayîn di destê wî de teqîya.
Ji ber teqîna ku pêk hat Elî giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxanê. Piştî midaxeleya ewil a ku li Qoserê hat kirin re Elî hat sewqkirin Entabê.
Cendirmeyan derbarê mijarê de lêpirsîn dan destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.