Zarokên me perçeperçe kirin û nîşan dan ku ew kî û çi ne

Zarokên me perçeperçe kirin û nîşan dan ku ew kî û çi ne

Wezîrê Çapemenîyê yê Yemenê Zeyfullah Şamî di merasîma cenazê ya zarokên ku ji teref koalîsyona Sûid ve hatin şehîdkirin de axivî û destnîşan kir “Zarokên me perçeperçe kirin û nîşan dan ku ew kî û çi ne.”

Berî vê rojekê li Sanaya paytexta Yemenê hêzên koalîsyonê ya ku Sûid ji wan re pêşîvantîyê dike êrîşî mektebekê kirin. Di êrîşa ku hat kirin de exlebeyê wan zarok bi dehan zarok hatin şehîdkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin rewşa zarokên ku di êrîşa hovane ya Sûid de birîndar bûn û hatin rakirin nexweşxanê giran e.

Sûid destnîşan kir ew di êrîşa asimanî de mîlîtanan hedef girtine; lê belê di dîmenên ku ji herêmê hatin girtin de tê dîtin ku di êrîşê de zarok û sîwîl hatine hedefgirtin.

Nimêja cinazê ya zarokên ku ji teref Sûida hov û wehş ve hatin şehîdkirin îro hat kirin û dû re hatin definkirin.

Wezîrê Çapemenîyê yê Yemenê Zeyfullah Şamî di merasîma cenazê ya zarokên ku ji teref koalîsyona Sûid ve hatin şehîdkirin de axivî û destnîşan kir “Zarokên me perçeperçe kirin û nîşan dan ku ew kî û çi ne.”

Ji zarokên qîz a ku di êrîşa Sûid de birîndar bûbû jî diyar kir “Ew mucrîmên ku vê êrîşê kirine elbet dê rojekê hisabê bidin. Mekteba me di bin muhafezeya Neteweyên Yekbûyî de bû, çawa êrîşê dibin li ser mektebê?  Tiştên ku siyonîst li Filistînîyan dikin ev kes jî li me dikin.”

Xwendekarekî din ê ku di êrîşê de birîndar bûbû destnîşan kir “ Ji roja ku şer dest pê kiriye vir ve çbi hezaran kes şehîd bûn. Em dixwazin li welatê xwe bijîn.”

Êrîşên Sûid ên li hember bênavber berdewam dikin.  Di êrîşên ku tên kirin de bi deh hezaran zarok hatin qetilkirin. Wekî din ji ber êrîş û dorpêça heyî li Yemenê her ku diçe rewş xirabtir dibe.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.