Alimê Medreseyê û Waîz Mehmet Fatih Karanfil: Fitre ne tenê alîkarî ye, îbadeta temamker a kêmasiyên rojiyê ye

Alimê Medreseyê û Waîz Mehmet Fatih Karanfil: Fitre ne tenê alîkarî ye, îbadeta temamker a kêmasiyên rojiyê ye

Alimê medreseyê û waîzê pispor Mehmet Fatih Karanfil, dema ku em ber bi rojên dawî yên Remezanê ve diçin, bal kişand ser girîngiya fitreyê; wî diyar kir ku ev îbadet hêm piştgiriya civakî xurt dike, hêm jî di roja cejnê de rûyê hewcedaran dikenîne.

Dema ku em ber bi rojên dawî yên meha Remezanê ve diçin, welatî ketine taya dayîna fitreyan. Fitre ku yek ji îbadetên girîng ên Îslamê ye, hêm ji bo xurtkirina piştgiriya civakî û hêm jî ji bo temamkirina kêmasiyên manewî yên îbadeta rojiyê girîngiyeke mezin dihewîne. Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku dayîna fitreyê ya berî cejnê, hêm ji bo hewcedaran û hêm jî ji bo hîkmeta îbadetê pir girîng e.

Peyva Fitreyê ji "Fitratê" tê

Alimê medreseyê û waîzê pispor Mehmet Fatih Karanfil, derbarê wate û hîkmeta fitreyê de agahiyên girîng dan:

"Peyva fitre bi eslê xwe ji kokê 'fitratê' tê. Ev îbadet, wekî 'şikirê fitratê' an jî 'şikirê hebûna însên' tê qebûl kirin. Rebbê me em afirandine û em gihandine meha Remezanê; lewma em wekî şikirê vê qenciyê fitreya xwe didin."

Karanfil bal kişand ser koka peyva fitreyê û wiha got:

“Peyva fitre ji 'fitratê' tê. Fitrat, tê wateya afirandinê. Em fitreyê didin, çunkî Xwedê Celle Celaluhu em afirandine. Zekata her tiştî heye. Zekata tîcaretê heye, zekata zêr heye, zekata zîv heye, zekata dexlûdan (hububat) heye. Bi heman şêweyî zekata ajalan jî heye; zekata deve, çêl û pez heye. Xwedê Celle Celaluhu fitre wekî zekata vê bedena me û sedeqeya serê me li ser me ferz kiriye.”

Fitre di sala duyem a hicretê de hat ferzkirin

Karanfil behsa pêvajoya ferzbûna fitreyê ya di dîroka Îslamê de jî kir û diyar kir ku fitre di sala duyem a hicretê de hatibû ferzkirin.

Karanfil da zanîn ku Pêxemberê me (Sallallahu Eleyhî we Sellem) eşkere kiriye ku fitre divê ji kîjan xurekan bê dayîn û wiha got:

“Fitre; divê ji genim, ceh, birinc, tiriyê hişk an jî xurman bê dayîn. Di dema Pêxemberê me de wekî yekeya pîvanê ‘sa’ (sâ) dihat bikaranîn. Yek sa’ nêzîkî du kîlo û nîvan e.”

“Fitre li gorî xurekiya bingehîn a ku herî zêde tê xwarin tê dayîn”

Karanfil, derbarê dîtinên mezheban ên li ser mijara ku fitre ji kîjan xurekî tê dayîn de ev agahî parve kirin:

“Li gorî alimên sê mezheban, li welatekî kîjan xurekiya bingehîn herî zêde tê xwarin, fitre li ser wî xurekî tê dayîn. Em li gorî mezheba Şafî, ji ber ku li vê herêmê xurekiya bingehîn a herî zêde tê bikaranîn genim e, fitreya xwe wekî genim didin.”

Fitre dikare wekî pere jî bê dayîn

Karanfil bal kişand ser mijara dayîna fitreyê ya bi pere û diyar kir ku kesên bixwazin dikarin mezheba Henefî teqlîd bikin û fitreya xwe wekî pere bidin:

“Serokatiya Karûbarên Diyanetê ji bo îsal mîqdara fitreyê wekî 240 TL diyarkiriye. Kesên ku bixwazin dikarin mezheba Henefî teqlîd bikin û vê mîqdarê wekî drav bidin. Di mezheba Şafî de jî, heke hejmara feqîran kêm be û sînordar be, dîtineke wusa heye ku mirov dikare pere bide.”

“Fitre kêmasiyên rojiyê temam dike”

Karanfil bal kişand ser feydeyên manewî yên fitreyê û diyar kir ku fitre aliyê temamker ê îbadeta rojiyê ye:

“Fitre, rojiya kesê rojîgir paqij dike. Heke kesê rojîgir ji gotinên vala an jî kirêt bi temamî xwe neparastibe, fitre wê rojiya wî paqij dike. Aliman wiha gotine: Nimêjên nafîle çawa kêmasiyên nimêjên ferz temam dikin, fitre jî bi heman awayî kêmasiyên di rojiyê de temam dike.”

Di roja cejnê de rûyê feqîran dikenîne

Karanfil behsa aliyê civakî yê fitreyê jî kir û anî ziman ku ev îbadet alîkarî û piştgiriya di nav civakê de xurt dike:

“Yek ji hîkmetên dayîna fitreyê ew e ku di roja cejnê de alîkariya feqîran bê kirin da ku ew bêyî ku muhtacî kesî bin, wê rojê bi şêweyekî xweş derbas bikin.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.