Aygun: Em ê encamên tercîhên îmtîhana YKSyê berîya îdê eşkere bikin

Aygun: Em ê encamên tercîhên îmtîhana YKSyê berîya îdê eşkere bikin

Serokê OSYMyê Prof. Dr. Halis Aygun destnîşan kir “Em ê encamên tercîhên îmtîhana YKSyê berîya îdê eşkere bikin.”

Kesên ku beşdarî îmtîhana YKSyê bûbûn û tercîhan dabûn li ser medyaya civakî derheqê encamên tercîhan de nêrînên xwe anîn zimên. Serokê OSYMyê Prof. Dr. Halis Aygun bersiv da pirs û nêrînên namzedan û daxuyanî da.

Aygun di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir “Em ê encamên tercîhên îmtîhana YKSyê berîya îdê eşkere bikin. Me ji bîr nekir, miraq nekir. Hinekî din sebir bikin…”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler