Sizden Gelenler

Sizden Gelenler

Çareya Dilşadi û Serfiraziyê

Bi navê Xwedayê ‘alemê…

Halê dunya îro ka di nav çi tarîtiyeke reş û ziyaneke mezin de digevize me’lum û li ber çavên we ye. Roj bi roj tarîtiya wê sitûrtir û ziyana wê mezintir dibe. Temamê ‘eqilmenda di ferqê de ne ku dunya îro ber bi felaketeke mezin ve digindire. Bîlxase jî, memleket û herêma me ji her derî bêtir di vê reşayî û ziyanê de diwergere. Ji demeke dûr ve ji vê yekê re li çareya tê gerandin. Gelek new’e û teqlîtê çare û receta lê hatine tetbîq kirin. Belê di dîroka însaniyetê de ji çare û reçeta Rebbê ‘alemê ku daniye holê pê ve tu reçete û çare feyde nedane. Ne carekî belkî sed carî ev yek hatiye tecrûbekirin. ‘Eynî netîce jê derketiye lewra encex Rebbê ‘alemê bi rewş û halê ‘alemê û însana baş dizane. Û her tişt di destê Wî (c.c) de ye û ê ku dermana dike derman ew e. Ê ku rojê dike şev, şevê dike roj ew e. Ê ku havîn û zivistan û bihara tîne û dibe ew e. Ê ku ‘ezîza ‘ezîz û zelîla zelîl dike ew e. Ê ku heyfa mezlûma ji zalima distîne û pişta wan dişkîne ew e. Ê ku alîkariya bawermendên xwe dike û warê bê ola bi wan dihêle ew e. Ê ku xwediyê vîn û şîna mûtleq ew e. Xwediyê hîkmet û ‘ilm û rehmeta bê hemta ew e.

Bi temamên zerreyên wicuda xwe em bawerin kû reçeta heq û rast reçeta Rebbê ‘alemê ye. Ji ber vê yekê em vê reçetê û çareyê li hişkgirêk û pirsgirêkên xwe milletê Kurd tetbîq dikin, temamên milletên Tirkiyê û dunya tewsiye û şîret dikin.

Reçeta bê hemta a Xweda ê ‘alemê ji însanê axir zeman re nazilkirî Qurana pîroz e. Emê divê nivîsana xwe de sûreyekî ji sûrên wê ên kurt sûrê “Wel ‘Esr” teqdîmê we bikin û emê hinekî jî li ser tefsîra wê bisekinin, beyan bikin.

“Bi navê Allahê Rehman û Rehîm

Ez bi ‘esrê sond dixum! Însan di xesaret û ziyanê de ne, bi ğeyr ji ên kû bawerî anîne, ‘emelê salih (Karên qenc) kirine wesyeta heq li hev kirine û wesyeta sebrê (semağê) li hev kirine” Weke kû hun jî dibînin.

Rebbê temamên gel û milleta di vê sûreya pîroz de ji bonî dilşadî, serfirazî, azadî, pêşveçûn û xelasiya wanî ji her teqlîtê ziyanê reçeteyeke çar madde beyan û ferman kiriye. Dibin ronahiya tefsîran de emê hinekî li ser vê sûreyê bisekinin:

1-Li gorî ‘ilmê nehwê kelîma “însan” çawa tamamên qewm û milleta di xwe de digre temamên ferdên însan jî ji ‘alim û cahil û musulman û kafira di xwe de digre. Yanî her ferdên însan bê veqetandin me’ruzên ziyanê ne.

2-Kelîma “Xusrê” (Ziyan) jî “nekîre ye” ‘am e, temamên new’ û teqlîtên ziyana di xwe de digre. Yanî çara xelasiya ji temamên ziyana çi dûnyewî bin çi jî axretî bin ev her çar madde ne.

3-Ev sureyê çar madde jî rêznameyekçe, çareyek e, dermannameyek e (reçeteyek e) û rênasek e ji ‘îlm û zanîna Xwedayê ‘alemê tê, nabe ku şaş be. Lewra ‘ilmê Xweda Te’ala ji sedî sed rast e. Pak û munezzeh ê ji xeta ê ye. Ji ber vê yekê enceğ însan bi wê mumkin e ji ziyan û xesaretê xelas bibin. Wekî din mehal e (ji îmkanê dere). Naxwe milletên bindest û ji pare mayîn divê rojekî zûtir serî li vê çareseriyêxin. Zemanê xwe heder nekin, nekin ziyan.

4-Weke me gotî çar maddeyên vê reçetê hene. Yek jê îman e; baweranîna bi dinê Îslamê ye, yanî di vê mirov bawer bike ku dînê Îslamê tenê dînê heq û rast e û tenê dermanê temamê derdên însan e.

Yek ji wan maddeyan jî ‘emelkirina bi Îslamê ye bi qasî îmkanê. Heyata xwe bi temamî divê însan li gorî dînê Îslamê bi‘edilîne û bixemlîne.

Yek jî şîret kirina vî dînê heqq e di nav hev de zana û bawermendên Îslamê di vê vî dînî bighînine heçî însanên nezanên jê dûr, û di nav xwe de ders bidin, yana çiqas mirov qenc jî be mirovê muheqqeq ji wan ziyan û zerarê bibîne.

Ji bona mirov karibe van wezîfa bi cî bîne jî divê mirov ‘alimê vî dînî be, zanayê pê be. Tiştekî kû mirov tê de nezan be îmkana îstîfadekirina jê tune ye. Ji ber vê yekê teleba ewwel ji Quranê ku nazil buye; emir dike bi xwendinê. Yanî berya her tiştî Xweda ê ‘alemê emir kiriye bi xwendinê.

Di vir de nuqteyeke din jî ev e: ku mirov bi tiştekî bawer neke û mirov wî tiştî li însana şîret bike dibe xapandin. Û tiştekî kû mirov neke û şîret bike kirête û pê kerên wê hindikin. Û mirov bi tiştekî bawer bike û pê ‘emel neke dibe ehmeqî. Û mirov pê ‘emel bike û ji der û dorê xwe re nebêje dibe bexîlî û xêtikî. Ya rast û jîrekî ew e ku tiştê mirov bawer kirî hem pê ‘emel bike hem jî mirov wê şîret û wesiyet bike. Rebbê ‘alemê jî ev xusus emrê me kiriye.

Maddeya çara jî tewsiye û şîreta sebrê ye. Sebra li ser hînkirina ‘ilmê, sebra li ser muhafezekirin û jibîr nekirina wê, sebra li ser îmanê û muhafezekirina wê ji weswesên şeytan û şuphên wî, sebra li ser kirina karên qenc, sebra li ser dûrbûn û ne kirina tiştên şaş û gûneh, sebra li ser gotina a heq û rastî, sebra li ser dûrbûn û ne gotina a şuş û vir, sebra li ser guhnedariya a xerab û şeytanî û bawer ne kirina ji wan, sebra li ser ezyet û te’dê wan di riya heq de û paşî jî sebra li ser sebrê. Xweda ê ‘alemê emir dike bi van sebran tevan û ji bonî mirov fêkiyê vê xebatê biçine divê mirov bi vî şeklê fire sebir bike. Xulasa ev e. Mirov çi fert be, çi cemaat be, çi dewlet be, çi dewlemend be, çi xezan be, çi ‘alim be, çi cahil be, çi serdest be, çi bindest be bi vê suretê mûbarek ‘emelke, mirovê ji temamên new’ên ji ziyan û zererê xelas bibe û mirov ê bê parastin.

“Sehabiyên Resulullah salallahû ‘aleyhî wesellem kû hebûn weqta dido jî ji wan bihatina ba hev û di hetanî ev sureyê “Wel ‘Esrî” yekî ji wan ji ê din re ne xwendana û selam li hev ne kiribuna ji hev ne diqetiyan.”

Xweda ê ‘alemê jiyaneke li gorî emr û fermanên xwe bike qismetê me teva, selam û rehmet û berekta Xweda Te’ala li we bin…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.