Cenazeya Mehmet Yavuz ber bi memleketê wî ve hat şandin
Cenazeya Mehmet Yavuzê ku ji ber nexweşîya qanserê rehmet kir ber bi memleketê wî ve hat şandin.
Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji ber nexweşîya qanserê li nexweşxaneya dihat dermankirin çû rehma Xwedê. Cenazeya Mehmet Yavuzê ku ji ber nexweşîya qanserê rehmet kir ber bi memleketê wî ve hat şandin.
Nas û bi hezaran hezkirîyên wî piştî ku xebera wefata Mehmet Yavuz standin re berê xwe dane Nexweşxaneya Onkolojîyê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Cenazeyê wî ji bo li Kahtaya Semsûrê bê definkirin ji Diyarbekirê ber bi Semsûrê ve bi rê ket.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.