“Dewletên mezin dema ku menfeata wan diqede Kurdan terk dikin”
Prof. Dr. Mustafa Muslîmê ku birayê Serokê PYDê Salîh Muslîm e di derbarê rewşa Kurdan de ragihand Kurdên ku îtîmadî dewletên mezin dikin her tim zirarê dibînin.
Prof. Dr. Mustafa Muslîmê ku birayê Serokê PYDê Salîh Muslîm e di wextê wê de ji Kobanê koç kir û hat li Tirkiyê bi cî bû. Prof. Dr. Mustafa Muslîm di derbarê rewşa Kurdan de diyar kir Kurdên ku îtîmadî dewletên mezin dikin her tim zirarê dikin û ew dewletên mezin dixwazin karên xwe bi destê Kurdan bibin serî.
Prof. Dr. Mustafa Muslîmê ku birayê Serokê PYDê Salîh Muslîm e û di wextê wê de mecbûr mabû ku Kobanî terk bike û were li Tirkiyê bi cî bibe geşedaniyên herî dawî yên li Kurdistana Sûriyê nirxand û di derheqê projeyên ku hêzên emparyalîst dixwazin li ser Kurdan bidin meşandin nirxand.
Prof .Dr. Mustafa Muslîm berî ku li Sûriyê şerê naxweyî derkeve li Zanîngeha Îslamê ya Erebîstanê xebatên tefsîrê dikir.Çawa ku şer dest pê kir Muslîm vegeriya warên ku lê hatibû dinyayê û lê mezin bûbû.Ango vegeriya Kobanî.Mustafa Muslîm li vê derê medreseyek vekir û dest bi xizmetê kir.Lê PKKyê ku ji vê xebatê aciz bû ji Qandîlê du zilam şandin Mustafa Muslîm tehdît kirin da ku medrese bigire û Kobanê biretikîne.Him kesên ku dihatin medresê û him jî Mustafa Muslîm ji ber ku zêdetir li wan gef hat xwarin Kobanê terikandin û hatin li Tirkiyê bi cî bûn.
Dr. Muslîmê ku ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivî diyar kir ew berî vê 3 salan hatiye Tirkiyê a niha jî xebatên bi fedê ji bona Kurdên muhacir ên ku ji Sûriyê hatine Tirkiyê dike.
Muslîmê ku di derbarê xebatên ku dike de wiha axivî: “ Ji bona muhaciran me li Urfayê lîseyeke ku tê de dersen ilmên Îslamî tê dayîn vekir. .Bi heman avayî me zanîngehek li Entabê vekir. Xelkê Surî bi şiklekê ‘am li vir tê qebûlkirin. Kesên ku li Surî mekteba xwe terk kirine em wan li vir cem dikin. Me Zanîngeha Zehra Entabê vekiriye. Niha 6 kulliye ango 6 beş tê de hene. Niha me 200 telebe tê de bi cî kiriye. Em ji wan re me’ne û tefsîrê dikin ku ew tehsîlata xwe temam bikin.”
“Dewletên mezin dema ku menfeata wan diqede Kurdan terk dikin”
Muslîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir di dîrokê de Kurdên ku îtîmadî dewletên mezin kirine her tim zirar kirine û wiha pê de çû: “Di sala 1922yan de Kurd îtîmadî Îngîlîz kirin û ji wan bawer kirin. Mehmud El Hefîd, li Kurdistana Iraqê sewre ango şoreş û înqilab çêkir. Ji ber vê yekê Îngîlîz alîkariya wî kir. Pêyre jî wî nefî kirin û bû koçber û bi destê Îngîlîz hate kuştin. Mele Mistefa Barzanî û Mele Qazî Muhemmed li Mahabadê, di 1946an de piştî Herba Cîhanî ya 2yemîn dema ku Komareya Mahabatê damizrandin re îtîmad dan ser Rûs ango bi Rûs îtîmad kirin. Salek ji ser îlana Komereya Mahabadê derbas nebûbû ku Rûsya ji ber maslahat û berjewendiya xwe bi Îranê re îtîfaq kir. Rûsya rabû û bi Şahê Îranê re itîfaq kir û ji Kurdan re got eleqa û têkilîya me bi we re nema. Şahê Îranê li Mahabadê Qazî Muhemmed îdam kir. Darda kir. Mele Mistafa wezîrê dîfa’ê ango parastinê yê wê demê bû. Çû xwe avêt Rûsyayê yanî xwe spart wan û li wê derê nêzî 20 salan li xeribiyê sûrgun ma. Yanî meslehetên diwelên ango dewletên mezin çi wextê ku bê guhartin Kurdan terk dikin û pişta xwe didin wan. Em vê li Komareya Mahabadê dibînin. Ji 1965an heta 1975an Mele Mistefa Barzanî îtamadekê kullî sewra xwe li Iraqê da û zext da li ser Şahê Îranê. Di 1975an de Seddam Huseyn itîfaq bi Şahê Îranê re kir û Şattulerabê da Îranê. İtîfaqê bi Cezayîrê re kir.Piştî van geşedaniyan Şahê Îranê ji Kurdan re got ‘çek û selahên xwe deynin.’ Wextê ku itîfaqê bi Baasiyan û Saddam Huseyn re kirin Mele Mistefa Barzanî dîsa çû Emrîkayê û li wê derê wefat kir.”
“Dewletên mezin dixwazin karên xwe bi destê Kurdan bidin kirin”
Muslîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir bawerkirina Kurdan ji Emrîka û Rûsyayê wê bibe xeletiyeke mezin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mesleheta wan ev e ku bi destên Kurdan îş û karên xwe bi rê bikin û bidin kirin û dûvre pişta xwe didin Kurdan. Welîzalik ango bi heman awayî ya ku ez dibêjim ewwelen îtîmadê li ser Xwedê Teala bidin. Îtîmadê li ser miletên xwe yên Kurd bidin. Kurd jî bila nebêjin ev hîzba min e an ne. Miletê te yê Kurd gişkî dikare pişta te bisekine. Çi hesab û hiqûqên xwe bixwazin milet dê pişta wan bibe. Jê şûn de jî ne zarûrî ye ku bi çekan heqê xwe bixwaz e. Heq bi tefahûm û fehmê ye. Hinek hizbên Kurdî ji bona gerîna heqan selah û çek rakirine ango hilgirtine û negehêştin tu netîcê. Ev herbên ku niha di mintiqê de dibin, di xett û xeza Emrîka de ne da ku van dewletan biguherîne, parçe bike. Heke ku guh bidin nesîhetên min bila tu carî îtîmad û qinyantiyê dewletên mezin nekin. Yanî dûvelên mezin çi dimeşînin li ser meslehat û berjewendiya xwe dimeşînin.”
“Di naveyna Emrîka û Rûsyayê de îttîfaq heye”
Mûslîmê ku diyar kir Di naveyna Emrîka û Rûsyayê de îttîfaq heye ragihand armanca Emrîka pêk anîna ewlehîya Îsraîl e û wiha ragihand: “Di nabeyna wan de itîfaq heye. Amerîka berî her tiştî dixwaze emniyatê Îsraîl, emniyatê Yahudiyan li Filistînê bê tesîskirin ango di nava emanê de bin. Tu xeter li ser wan tunebe. Bi heman awayî ditirse ku misliman li Sûrî hikim û îdarê bixin destên xwe. Ji ber vê yekê Emrîka bi Rûsyayê re îttîfaq kir. Her wiha Emrîka naxweze birêvebirin ango îdareya Sûriyê ya niha were guhartin. Vê yekê heta ku bedîlekê ango îdare û birêvebirineke li gor dilê xwe bibîbin dixwazin.Ev îdare û birêvebirina ku Emrîka dixwaze ango yê ku ew ê bê şûna Beşar Esed û mala Beşar Esad divê hikûmeta Îsraîl biparêze û himaye bike.Heger Emrîka birêvebir û îdareyeke bi vî awayî bibîne ew ê di naveyna 24 saetan de hikûmeta Sûrî teqle bike ango biguherîne. Lê vê guhartine a niha Emrîka naxweze lewra bedîl ango kesê ku vê yekê bike tune. Emrîka naxwaze ku bedîl misilman bibin, yanî werin serî. Lewra ew ê wê demê xeter û tehlûkê li ser Yahudiyan çêbibe.”
“Siyaseta mewcûd a Sûriyê, siyaseta bêhezkirina Sûriyê ye”
Muslîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir hum Rûsya û him jî Emrîka êrîşî Îslamê dikin û bi hinceta DAIŞê mislimanan qetil dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Her wiha dixwazin yekî mîna Esed bînin serê Sûriyê da ku Sûriyê parçe bikin. Û dixwazin fitne têxin nava wan parçeyan da ku bi hevdû bilebikin û eleqe xwe ji Îsraîl neyinin. Siyaseta mewcûd a Sûriyê, siyaseta bêhezkirina Sûriyê ye. Hewl didin ku gelê Sûrî bi hev re meşxûl bibe da ku rewşa Sûrî xerabtir bibe. Em hêvîdar in ku dewletên ku piçekî ji mislimantiyê hez dikin werin cem hev û bi hevdû re hereket bikin. Heke bi vî awayî bibe bi izna Xwedê ew ê ew pergala beşerî bê guhartin.”
Muslîm diyar kir Emrîka naxwaze li Rojhilata Navîn hukm û îdare têke ve destê Mislimanan û wiha pê de çû: “Emrîka di pey 3 armancên cuda de dimeşe.A yekem parastina Îsraîlê, ya duyem berjewendiya Emrîka û dewletên mîna wî ya sêyem jî astengkirina bidestxistina îdarê ya Mislimanan.”
“Li Misirê hikûmeta ku bi rêyên ‘demokratîk’ hatibû îqtîdarê rakirin”
Muslîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir dewletên rojava hareketên Îslamî ji Îsraîlê re wek tehdîdê dibînin û wiha got: “Wexta ku misliman li Misrê her çiqas bi rêyên ‘demokratîk’ hatin îqtîdarê li Misrê kom bûn heta ku wê hikûmetê rakirin hewl dan û di encamê de wê hikûmetê rakirin.. Li Lîbya Tinûs û derên ku misliman dikirin hikûm bikin, mislimanan ji vê hûkm û îdarê dûr xistin. Yanê dema ku misliman hikûm bikin meslehetên wan nameşe û vê yekê ji bo Îsraîl xeter dibînin.”
Muslîm herî dawî ragihand ew xwe ji xizmet û ilmên Îslamî re weqf kiriye û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ji bona ilmê kû der munasîb be û ez karibim biçim ez dê herim wê derê. Vê mebde’û çavkaniyên xwe neşir bikim û bi vî awayî ez ê xizmeta dîn û Qur’anê û xizmeta ilmê şer’î bikim.Ji bona xizmetê, arza Xweda Telala fireh û mezin e, li kû derê fiset hebe mirov divê ku xizmeta dînê xwe bike. Înşaellah ku li Sûrî firset çêbibe û min dît ku ez dikarim xizmeta mislimanan li Sûrî bikim xaseten mintiqên Kurdan ku rihetî tê de çêbû û min karibû neşrê dînê îslamê bikim û ilmê şer’î bikim ez texsîr nakim û ez ê vegerim Sûrî. Ez dê vegerim nav miletê Kurd da ku xizmetê vî dînî bikim. Û ez ji we re ji ber ku vê firseda axavtinê da me teşekur dikim.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.