Di vîdyoya ku Mêrdîn tê de hat nasandin de idîaya mîsyonertiyê
Hat idîa kirin di vîdyoya ku ji bo nasandina Mêrdînê hatiye amadekirin de peyamên mîsyonertiyê hatiye dayîn.
Ji reref Walîtiya Mêrdînê ve bi fona danasîna Wezîrtiya Çand û Tûrîzmê vîdyoyekê 13 deqîqeyî hat amade kirin. Di vîdyoyê de Mêrdîn wek bajarê Xirîstyanan tê nasandin. Ji ber vê yekê welatiyan ji bo vê vîdyoyê bertek nîşan dan.
“Tenê Êzidiyekê di qlîbê de diaxive”
Di qilîba ku ji teref Muzeya Mêrdînê ve hat amadekirin de bi pirranî dîmenên Sûryaniyan, dêran û keşîşxaneyan bala merov dikdişîne. Her wiha di vîdyoyê de bes jinekê diaxive û wiha dibêje: “Ey Şêx Hadî! Ragihije hewara me! Ey ferîşte Tawus! Merhemeta xwe ji me kêm neke. Em Êzidî ne. Em şaxa şikestî ya mirovahiyê ne.”
Di qilîbê de tê dîtin ku komeleya musiqiya erbaneyê ya ku şaredariyên HDPyî di hemû bernameyên xwe de bikar tîne heye. Her wiha di vîdyoyê de jî pirranî cî dane gundên Êzidî û Sûryaniyan.
“Mêrdîn, wek bajarekê Xirîstîyaniyan tê nasandin”
Ahmet demîrcî qlîbê dahûrand û bertek nîşan da. Dûvre Demîrcî wiha axivî: “Di qilîbê de tenê 40 sanîye medreseyên Zîncîrîye, Kasimîye, Mizgefta Koserê, Migefta Mezin a Mêrdînê û Mizgefta Şehîdîye cî digire. Di qilîbê de pirranî motîfên Xirîstyanan cî digire. Ev yek jî pirsa ‘Gelo armanca vê vîdyoyê mîsyonertiye?’ tîne hişê merov. Di qilîbê de navên 5 mizgeft û medrese û her wiha 12 dêr û keşîşxaneyan cî girtiye. Ji ber vê yekê Mêrdîn di vîdyoyê de wek bajarek Xirîstyanan hatiye nasandin. Di qilîbê de ji bo îbadetxaneyên mislimanan 40 sanîye wext hatiye diyarkirin. Lê ji bo mabed û îbadetxaneyên Xirîstyanan ev wext 125 sanîyeye. Di qilîbê de dêrên Deyrulzafaran, Moryakup, Mor Evgîn, Deyrul Umur, Kirklar Kîlîsesî, Mar Hirmiz, Sûrp Hevsop, Mor Gabrîel, Mor Loozer, Meryem Ana, Killit, Mor Madşabo derbas dibin. Ev yek mîsyonertiye. Ji ber vê yekê dê gel bibêje ‘Mêrdîn, bajarek xweşbînî û hemî dîn û ziman bi hev re dijîn.’ Rast e. Em xweşbîn in. Lê em ne Xirîstyan in.”
“Ji ber ku ev yek bi destê waliyê ve hatiye kirin em xemgîn in”
Sekreterê Giştî ya Dost-Derê Muhammed Arasan ji ber ku ev yek bi destê walî hatiye kirin bertek nîşan da. Dûvre wiha axavtina xwe domand: “Em li dijî baweriya tu kesî nînin. Lêm em fêm nakin gelo çima di vê vîdyoyê de jimara misliman û mekanên mislimanan ji yên Xirîstiyanan kêmtir hatiye nîşandan. Heke ev vîdyo ji bo nasandina bajarê Mêrdînê ye di vê vîdyoyê de çima Seqalê Şerîf û şûna pê Pêxemberê me tune. Çima Mizgefta Şêx Çabuk ê ku wek nûçegihanê pêxemberê me tê nasîn di vîdyoyê de tune. Çima Medreseya Tekkeyê ya ku bi Şêx Abdulkadîr Geylanî re tê nasîn tune. Di şûna medrese û mizgeftan de dêr û keşîşxane hatine nasandin. Ev yek jî dide nîşandan ku fealiyeta mîsyonertiyê tê kirin.”
“Yê ku ji destê me tê ev e”
Midûrê Muzeya Mêrdîn û her wiha saziya fîlmê ya bi navê ‘Dengên Mêrdînê’ Nîhat Erdogan diyar kir ku vîdyoyekê 500 deqîqeyî kişandine. Lê ji vê 500 deqîqeyê tenê 13 deqîqeyên wî karîne bikar bînin. Erdogan diyar kir di mizgefta ku şûn pêya Pêxemberê Îslamê (rxl) tê de heye de jî vîdyo kişandine. Lê ji ber ku ev vîdyo baş derneketiye wê vîdyoyê jê derxistine. Erdogan diyar kir ku ji destê wan ev tê. Kî dikarê yê baştir bike bila keremke were.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.