Êş û elema gelê Kurd a ku nadeynê û nayê jibîrkirin: Komkujiya Gelîyê Zîlanê

Êş û elema gelê Kurd a ku nadeynê û nayê jibîrkirin: Komkujiya Gelîyê Zîlanê

Li Gelîyê Zîlana ku girêdayê navçeya Ercîşa Wanê ye, bi hezaran Kurdên Misilman di sala 1930an de bi hinceta ku di dema serokomarîya Mustafa Kemal û serokwezîrtîya İsmet İnönü de "serî hildane" ji hêla dewletê ve bi hovane hatin qetilkirin.

Dema ku tarîx 13ê Tîrmeha 1930an diyar kir, gelê Kurd ê Misilman ên ku di dema Serhildanên Agirî de xwe spartin Gelîyê Zîlanê ya ku li Ercişa parêzgeha Wanê ye ji teref Qolordîya 9emîn a ku Ferîk Salih Omurtak jê re fermandarî dikir ve bi şikleke hovane hat qetilkirin.

Di vê komkujiyê de, ku wekî Komkujiya Zîlan tê zanîn, 15,000 kes, li gorî rojnameya Cumhuriyet ya ku di 16ê Tîrmeha 1930an de hat weşandin 47 hezar gundî li gorî nivîskarê kurd Hesen Hîşyar Serdîyê ku ew bi xwe jî beşdarî serhildanê bûbû ji 18 gundên ku ji eşîrên Ademan, Sipkan, Zilan û Hesenan pêk dihatin 47 hezar gundî û li gorî lêkolînerê Ermenî Garo Sasunî, 5 hezar jin, zarok û pîr hatin kuştin.

Di wê heyama ku yek ji tawanên herî giran ê mirovahiyê ye de gund hatin şewitandin, mirov ji malên xwe derketin û gelê Kurdê ê Misliman bi zorê ji warên xwe hatin derxistin.

Gelek wexteke zêde ji ser 13ê Tîrmeha 1930an derbas bûn; lê belê ev derbasbûna wext bi xwe jî êşa bi hezaran mirovên ku zarok, jin, ciwan û pîr di nav wan de bûn û bi hovane hatin qetilkirin neda jibîrkirin û êş û elema vê momkujîyê hêj taze ye û li ser wê birînê nehatiye girtin.

Rejima nû ya ku berê xwe da Rojava, bi têgihiştina dewleta netewe tevgeriya û Kurdên Misilman qetil kir. Piştî ku Şêx Seîd hate şehîdkirin, ne tenê kes û malbatên ku beşdarî serhildanê bûn, di heman demê de yên soz nedan ku beşdarî serhildanê bibin û ji serhildanê hay jê tunebûn jî, hatin sirgûnkirin. Sirgûn li Agiriyê bandorek şokê çêkir. Hin ji wan ên ku biryara dersînorkirinê bihîstin serî netewandin, biryar dan ku li ber xwe bidin û hin ji yên ku hatin girtin û sirgûnkirin ji cihên ku hatin sirgûnkirin reviyan û çûn Sûriyê. Di 9ê Gulana 1928an de, Tirkiye efûyek derxist da ku serhildêran dûr bixe. Berê, Suleyman Nazîf gotibû, "Wextê waazû şîretan û dilovanîyê ji zûde derbas bûye, her serhildêrê ku çekê wî heye divê dest û serê wî were birîn." Wisa got, lê dema ku berxwedêr ji ber ku çalakiyên xwe li Iranê didomandin tevî ku ji çiyê dihatin xwarê, xwesteka Süleyman Nazif di dawiyê de hate cîbicîkirin. Gava ku Tirkiye nikaribû di danûstandinan de pêşengî bike, wê biryar da ku rasterast bi İhsan Nuri Paşa re danûstandin bike. Lê vê yekê jî tu encam neda.

Komkujî di serdema Mustafa Kemal û İnönü de hat kirin

Di civîna Lijneya Wezîran de di bin serokatiya Mustafa Kemal Atatürk de, ku Serokê Sererkaniya Giştî Fevzi Çakmak û Mufetîşê Giştî yê Yekem İbrahîm Tali Öngören jî tê de amade bûn, qanûna biryarnameyê ya 29ê Kanûna 1929an a bi jimara 8692 hat derxistin.Di vê civînê de hat biryardayîn ku li hember Çiyayê Agirî êrîşeke berfireh bê destpêkirin.

Lijneya Wezîran: Serhildêr dê ji bingeha xwe ya debarê bêpar bimînin û bên dûrxistin

Di bergeha Biryarnameya Wezîran de, ji Fermandariya Qolordu ya 9emîn a Sererkaniya Giştî re ferman hat dayîn da ku ew gund û herêmên ku di navbera gundên Bulakbaşi û Şihliyê de dimînin û lê “asî” dimînin werin bidestxistin, “Serhildêr dê ji bingeha xwe ya debarê bêpar bimînin û bên dûrxistin” û herêm “ji eşqîyayan bê paqijkirin.”

Arteşa Tirk du qolordî û hêza hewayî ya ku ji 80 balafiran pêk tê bikar anî. Li gorî nûçegihanê taybet yê rojnameya Cumhuriyet, Yusuf Mazhar, hemî gundên ku beşdarî serhildanê bûn hatin şewitandin, li Girê Zîlan nêzê 15 hezar kes hatin kuştin. Hinek ji wan sax man û bi revîna Îranê ji komkujiyê xilas bûn.

Ji Taarruza Yewnanîstanê hêj bêtir leşker ji bo komkujiyê hatin seferberkirin

Rêjîm digel hemî hevalbendên xwe yên biyanî tevdigeriya. Sovyetên Sosyalîst piştgiriya navneteweyî pêşkêşî Hikûmeta Enqereyê kir. Enqere bi Şahê Îranê re li hev kir. Di navbera Tirkiye û Iranê de danûstendineke axê hate kirin. Parçeyek wilayeta Wanê ya bi Irannê re di berdêla rojhilatê çiyayê Araratê de hat dayîn Iranê. Derbasbûna kesên ku li dijî rejîmê serî hildan toranê hate asteng kirin û çalakiyek îmhakirinê hate destpêkirin. Piştî dabînkirina piştgiriya derve, rêjîmê hêza xwe ya hewayî xurt kir û ew ber bi herêmê ve birêve bir. 80 balafir ji bo bomberdûmanê hatin bikaranîn. Ji leşkerên ku beşdarî êrîşa mezin a li dijî Yunanan hat kirin, zêdetir leşker ber bi vê herêmê ve ketin rê.

Agahîyên ku ji teref kesên ku bûne şahidê Komkujiya Zîlanê ve hatine dayîn wehşeta ku wê rojê di Gelîyê Zîlanê de hat kirin bi me dide famkirin.

Kurdên ku piştî serhildana Çiyayê Araratê xwe spartin Geliyê Zîlanê bi operasyona leşkerî ya ku ji hêla Fermandarê wê demê Salih Paşa ve hate meşandin rastî qirkirinê hatin. Herêma Zîlan ji hêla balafiran ve tê bombebaran kirin, çiya û çem têne şewitandin. Ketin û derketinên herêmê têne girtin û herêm bi deh hezaran leşker dorpêçkirî ye û komkujî dest pê dike. Ji pitika ku nû hatiye dinyayê bigre heya kesên 90 salî, ji her temen û zayendî mirov; mîna ku guhê genim tê birîn, bi hilgirtina mîtralyoz û bi sunguyan ve hatin qetilkirin.

Cavit Torunê ku yek ji parlamenterên berê yê Dîyarbekirê ye bûyerên bi xwîn ên ku di salên pêşîn ên komarê de qewimîne di daxuyanîyeke ku dabû de nirxandibû û îşaret bi Qetlîama Dêrsimê kiribû û wiha vegotibû:Komar bi rengek pir bi xwîn hate damezrandin. Divê em hemî vê yekê pir baş zanibin. Di bûyerên ku li Dêrsimê qewimîn de 13 hezar û 862 kes hatin kuştin. Sabiha Gökçen yek ji wan kesan e ku li Dêrsimê bombebaran kir. Ew keça Atatürk bû û pîlot hat pejirandin. Kes nizane. xebera kesî nebû ku Sabiba Gökçe vî karî kiriye, lê wan ji Sabiha Gökçen jî agahî negirt? Ma dibe ku 13 hezar û 862 kes werin kuştin û kes bi vê yekê nizanibe?

Komkujî di medya Tirk û cîhanî de cihekî fireh girt.Wê rojê, van bûyeran di rojnameya Cumhuriyet de wiha hate nivîsandin:“Balafirên me girên Çiyayê Araratê bi dijwarî bombebaran dikin. Çiyayê Araratê di nav agirek mayînde ye. Herêm bi balafiran ji serhildêran tê paqijkirin. Gelîyê Zîlan heya serî bi cesedan hatiye dagirtin.”

Di rapora Wezareta Derve ya Brîtanya, komkujiya li dijî sivîlên neçekdar ên li Zîlanê wekî serkeftinek mezin a leşkeran hate nîşandan. Ji aliyek din ve, rojnameya Berliner Tageblatt ya bi dîroka 3ê Cotmeha 1930 diyar kir ku Tirkan "220 gundên herêma Zîlan wêran kirin û 4500 jin û pîr qetil kirin." Li aliyê din, Akademiya Zanistên Yekîtiya Soviyetê jî derbarê mijarê de gotibû "Li gelîyekî ji geliyên Herêma Zîlanê de 1550 kes hatin qetilkirin, 200 gund li herêma Ercişê hatin şewitandin û li herêma Patnosê jî gundekî ku nehatibe xerakirin nema û tev hatin şewitandin.Leşkerên Tirk heywanên Kurdan jî hildan û ew dizîn."

Înonuyê ku Şefê Millî yê CHPê bû piştî qetlîama hovane ya ku li Gelîyê Zîlan hat kirin re daxuyanîyên ecêb û sosret da

Daxuyaniya serokwezîrê wê demê û Serokê CHP Îsmet İnönü di 31ê Tebaxa 1930an de di rojnameya Milliyet de hate weşandin: İnönü van gotinên ecêb û hovane digot:“Li wî welatî bes neteweya Tirk dikare di warê nîjad û qewm de heq û mafana teleb bike. Mafê tu kesê din a bi vî awayî tune ye. Ew kes, Tirkên Rojhilatî ne û bi propagandayên bêbingeh hatin xapandin û di dawiyê de riya xwe winda kirine. "

Piştî qetlîamê, hemû mal û milkê gelên herêmê hatin desteserkirin.Gundiyên ku di sala 1950î de ji bo ku milkê xwe bistînin serî li Dadgeha Cezaya Asliyê ya Ercîşê dan, tu encam nestadin û di 2012yan de pirsgirêk anîn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Dozê navborî hate pejirandin.Mehmet Gürbüz, yek ji wan kesên ku doz vekiribû, diyar kir ku şeş hezar donim zevîyê ku ji bapîrê wî jê re mîras maye hatie desteserkirin û ew tapuyên ku ji wê heyamê mane nehatin qebûlkirin.

Şahidên qetlîamê di sala 2013an de ji ÎLKHAyê re axivîn.Di 83emîn salvegera Qetlîama Zîlanê de, ÎLKHA bi kesên ku di qetlîamê de xizmên xwe winda kirin û kesên ku ji ber zilm û zordariyê reviyan re hevdîtin kiribû û bûbû şahidê wan zilmên ku li gelê Kurd ê Misliman hatibûn kirin.

Derewa "jimartina nifûsê" û desteserkirina zêr û zîvên jinan

Tahsin Akbulutê ku eslê xwe ji malbata Bedirxanî ye û Cizîrî û bapîrê wî di sala 1908an de ji Cizîrê hatiye herêma Zîlan, derbarê mijarê wisa axivîbû:"Wê demê, bapîrê min Feqê Muhammed mixtarê gund bû. Ji derveyî Çemê Zîlan kesên fîrarî dihatin. Leşkerên ku piştî van fîrarîyan ​​hatin gund, ji xelkê gund re gotin, 'Divê jin, bûk û keç bi zêrên xwe werin û îmze bikin û vegerin. ' Wan viya wekî serjimêriyê ji mirovan re got.Bapîrê min fam kir ku niyeta van leşkeran cûda ye û ji gundiyan re got, 'Neçin, dê hikûmet serê me jêke!' "Lê mirov jê bawer nekirin. Ew, gundiyan bi vî rengî dixapînin û wan li du gundên ku em jê re dibêjin Kondik û Mulk kom dikin. Li ser Çemê Zîlanê gelek gund hene. Dema ku gundî li vir dorpêç kirin, milîsên ku wekî cerdevanên îro xizmeta dewletê dikin xebera “Li Gelîyê Zîlan serhildanek çêbû” dişînin û hikûmetê agahdar kirin û alîkarî xwestin.Piştî vê xeberê gundên Gelîyên Zîlan hatin dorpêçkirin û leşker hatin şandin her gundî. Leşkerên ku gundîyan kom kirin wanan gulebaran dikin û gule li ser mirovên ku ew li du nuqteyan berhev kiribûn de direşînin. Em nizanin çend hezar mirov hatin kuştin."

“Heta sê rojan şîrê dayika xwe ya ku di qetlîamê de hat kuştin vexwar û nemir”

Akbulut di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, bavê wî gotiye dema ku însan dihat qetilkirin pitikên di zikê diya xwe de jî ji teref leşkeran ve dihatin qetilkirin û dû re wiha got: “

Bapîrê min li vir hate qetil kirin.Mamekî min digel bavê min çû û li laşê bapîrê min geriya, lê wan ew nedît. 3 roj şûnda ew dîtin. Bavê min ji min re digot piştî 3 rojan me lawê apê te dît ku ew pêsîra dîya xwe ya ku mijtî ye û li heyatê maye. Cenaze bi rojan li wir man. Leşker bi roj nahêlin mirov bikeve herêma komkujiyê. Hin hene ku bi şev bi rengek diçin wir û ew xizmên xwe dibînin û wanan li wir defin bikin. Em van tiştan ji bavê xwe fêr bûn, me van tiştan bihîst. Leşkerên ku gel berhev kirin gotin ku ew ji ber serjimêriyê neçar in ku îmze bikin. "

“Molla Abdurrahimê ku di bin cenazeyan de sax ma”

Akbulut diyar kir ku pîrê bi navê Molla Abdurrahim sê rojan li gundê wan di bin cenazeyan de maye û xelas bûye. Akbulut dû re wiha got: “ Molla Abdurrahîm ji gelek tiştan re bûbû şahid.Li gorî tiştên ku ew qal dike mîlîs di nav pîrekan de digerin ên sax hebin wanan jî dikujin û dirahijin zêr û zîvên li ser wan. “

Akbulut destnîşan kir zilmeke wusa li tu devera cîhanê tu carî nehatiye dîtin û dûre wiha got:"Mirov bi hîleyek wusa hat xapandin ku yên nan çêdikirin dev ji nanê xwe berdan, jin zarokên xwe di pêçekê de berdan.Li gorî wana ew ê îmze bavêjin û vegerin li ser karê xwe. Lê belê ên ku çûn nema hatin. Bavê min gava qala van tiştan dikir digrîya. Di dema Menderes de, em vegeriyan cîhên xwe.”

Akbulut got ku bavê wî her gav ji wan re digot ku leşkerên Rûs û Ermenî ji leşker û mîlîsên Tirk ên wê serdemê dilovantir in.

"Ez wê demê 15 salî bûm, wan gundê me şewitandin û apê min kuştin"

Hacı Tahir Gelmezê di dema qetlîamê de 15 salî bû diyar kir ku gundiyên wî nehatine kuştin ji ber ku ew reviyane çiyê û dû re wiha got, "Ji me re hat gotin ku hemî gundên derdorê hatin civandin û temamê gundîyan hatin kuştin. Em reviyan çiyê, di şikeftan de man, me xwe veşart. Çend kes ji me di dema revê de hatin kuştin. Wan, heywanên me desteser kirin, xaniyên me şewitandin. Ji ber vê yekê em reviyan Agiriyê. Milîsan apê min jî kuştin. Em jî bi şev tenê bi kincên xwe û darê destê xwe reviyan, bêyî ku tiştek bi xwe re bibin.”

"Me di dema Menderes de karîbû vegerin wargehên xwe"

Hacî Gelmez diyar kir ku bi dehsalan piştî qetlîamê ew mîna xulaman di malên kesên xerîb de xebitîn û nikarîbûn vegerin welatê xwe û dû re wiha li gotinên xwe zêde kir:“Malbata me ji çar nefsan pêk dihat. Ez, bavê min, dê û xwişka min. Li gundê me 4 kes hatin kuştin. Ew di dema ku direvîyan de hatin kuştin. Piştî komkujiyê, dewletê zeviyên me veguherand çewligê. Heta 21 salan ev der hatin qedexekirin. Em di dema Menderes de vegerîyan vê derê. Di vê demê de, gundiyên me nikarîbûn biçin Ercîşê. Neheqî li kesên ku çûn kirin. Em piştî 21 salan vegeriyan gundê xwe, lê gundê me hatibû firotin û xaniyên me jî hatibûn talankirin.”

Lêkolîner diyar dikin ku bi vekirina arşîvên Dadgehên Îstîklalê re, dê were dîtin ku bi dehan komkujiyên wekî Zîlan, her weha Dêrsim, li herêmê pêk hatine.

Tê diyarkirin ger arşîvên Mahkemeyên Îstîklalê û arşîvên Sererkanîyê bên vekirin dê qetlîam û zilmên ku di dema qiyama Şêx Seîd de, di sala 1930î de li Zîlanê, di sala 1935an de li Dêrsimê hatin kirin derkevin holê.

Ji ber qetlîamên ku li herêmê hatin kirin û nexasim jî li Gelîyê Zîlan hatin kirin, her kesê xwedî wîjdan, nexasim gelê Kurd, li benda lêborîn û xwe rexnekirina dewletê ye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler