Ev pevçûn bi tu şiklê kêrî gelê Kurd nayê
Lêkolîner û Nivîskar Îbrahîm Guçlu di derbarê van pevçûnên ku diqewimin de nirxandin kir û her wiha diyar kir ku ev pevçûn bi tu şiklê kêrî gelê Kurd nayê.
Lêkolîner û Nivîskar Îbrahîm Guçlu di derbarê van pevçûnên ku diqewimin de û her wiha di êncamên van pevçûnan de ji Ajansa Nûçeya Îlkeyê re axavtin kir.
Guçlu diyar kir ji ber pevçûnan di gelek deran de texrîbat pêk hatiye û gelê Kurd ji van pevçûnan tu kesbê bi dest naxe.
Guçlu diyar kir ku di herêm de texrîbata aboriyê heye, sermayekarên herêm êdî di herêm de ji bo tu karê pere ranazînin. Dûvre Guçlu axavtina xwe wiha domand: “Ji van pevçûnên ku 8 meh in didomin gelê Kurd bi tu wechê feydeyê jê nedîtiye. Gelo qadekê federal hat xelaskirin an di nabeyna xelkê Kurd de aşitî çêbû? Ne. Gelek însan mirin. Divê ku merov vê yekê qebûl bike, stratejiya PKK ‘Bila di herêm de qetlîam çêbe da ku ji dinyayê re bibêje qetlîam çêbû.’ Texrîbata aboriyê heye. Sermayeya mehelî pere razandina xwe yê ji bo karek bi şûnde kişand. Kêfa gel xerab bûye. Bajar xerab bûne. Bê ewlehî heye. Em nikarin ku bi kêfa xwe di bajêr de bigerin.”
“Civak niyazmendê rehabîlîtasyonê ye”
Guçlu diyar kir PKK wezîfa ‘Projeya derxistina dijmintiyê ya di nabeyna gelê Kurd de’ didomîne. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Sura Amedê, ji bo Kurdîstan herêmekê gelek girîng bû. Niha em ji Surê mehrûm mane. Em nikarin li wir rûnên û çay vexwin. Em nikarin li wir bi kesî re bişteqilin. Zarokên me nikarin perwerdehiyê bistînin. Me viyan û baweriya xwe winda kir. Civak niyazmendê rehabîlîtasyonekê gelek mezin e. Kesên ku goya xwendine di noqtekê xeternak û xerab de ne. Ew kes zehftir kîn û nefretê belav dikin. Di nabeyna me de kîn û nefret zede bû. PKK, di nabeyna Kurdan de ji bo ku kîn û nefretê zêde bibe projeye. Dema ku Ocalan 3 kesan ji bo çalakiyê şandiye derekê ji her yekî re gotiye yên din ajan in. Ji ber vê yekê piştî çalakiyê van kesan hev kuştine. Ev çand ket nav gel. Ev windahiya me yê herî mezin e.”
Guçlu bal kişand pêwîst e ku hemî partiyên siyasî, saziyên civakê yên siwîl û gel ji êrîş û qetlîamên PKKê re bertek nîşan bidin. Dûvre Guçlu daxwaziya xilas bûna siyaseta çalan kir.
“Pêwîst e ku PKK dev ji çekan berde lewre PKK, çekan li dijî Kurdan bikar tîne”
Guçlu dest nîşan kir roja ku PKK hatiye damizrandin heta îro PKK li dijê Kurdan ceng dike. Dûvre Guçlu wiha axavtina xwe domand: “Pêwîst e ku dawî li siyaseta çal û xendekan were. Divê ku her partiyên siyasî, saziyên civakê yên siwîl û rîsipiyên herêmli dijê vê yekê bibin. Nabe ku PKK bibêje ‘Min dev ji pevçûnên xendekan berdaye. Ez dê vê yekê bi şiklekî cüda bidomînim.’ Divê ku PKK ji kok ve dev ji çekan berde. Lewra PKK, çekan li dijê gelê Kurd bi kar tîne. PKK, însanan vek rêxistinê amade kir û li dijî gel bi şiklekî xirab wan emiland. Li serê PKK, dijê dewletê şer nekir. PKK, ji serî ve li dijê gel şer kir. Ji ber vê yekê pirsgirêka PKKê bi pevçûnên xendekan re sînûrdar nînin ku gel li dijê vê yekê derkeve.”
“Heta gelê Kurd pirsgirêka PKKê çareser neke jê re pêşeroj tune”
Guçlu belav kir heta gelê Kurd pirsgirêka PKKê çareser neke jê re rehetî tüne. Guçlu wiha pêde çû: “Li Kurdistanê him ji aliyê gel him jî ji aliyê siyasî û neteweyî ve pirsgirêkek wek PKKê heye. Pirsgirêka PKKê ji bo gelê Kurd ji dewletê girîngtir û xwediyê girîngiya stratejîk e. Heta ku hun vê pirsgirêka stratejîk çareser nekin hun nikarin tu tiştî çareser bikin. Heta pirsgirêka PKKê neyê çareser kirin ji gelê Kurd re pêşeroj tuneye. Lewra PKK, bes li her derê Kurdistanê çalakiya xirab kirina pêşeroj û astengkirina gelê Kurd e. Ji ber vê yekê pirsgirêka xendekê divê ku di vê bergehê de were hesibandin û divê ku li dijê vê pirsgirêkê de gel bertekan nîşan bide. Lewra texrîbatên gelek mezin hene. Bajar, kêf, ewlehî û hilberî nema. Aqilê însanan perçe perçe bû. Pêşîgiriya vê yekê jî wezîfa her kesên ku dibêjin ‘Ez însan im’ e.”
Guçlu diyar kir ku Kurd û Kurdistan pirsgirêka Tirkîyeyê ne. Vê yekê jî dewleta otoriter derxist holê.
“Berjewendiya Qendîlê çek e, bi milyonan pere bes wiha tê kontrolkirin”
Guçlu destnîşan kir di pêvajoya çareseriyê de dewlet bawer kir ku dê Ocalan PKKê bê çek bihêle. Dûvre Guçlu axavtina xwe wiha domand: “Lê dewletê fêm kir ku ev siyasetekê çewt bu û çewtiya xwe fêm kir. PKK, nedikariya dev ji çekan berde. Dema ku çek ji holê rabûya PKK dê di Kurdistan de bê mixalefet bimaniya û kes nedima ku PKK pê re pêşbazî bike. Berjewendiya Qendîlê çek e. Bi milyonan pereyî bes wiha dikare kontrolbike.”
Guçlu diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de divê ku herî dawî PKK were mixatab kirin. Guçlu wiha pê de çû: “Di noqteya ku em tê de ne de ji xwe PKK mixatab jî nînin. PKK û hikûmet bi çekan çi dikin bila bikin. Kurd û Tirk nikarin wiha bijîn. Tiştê herî girîng ew e ku mafên Tirkan çine bila wan mafan bidin me jî. Her wext dibêjin ‘Hikûmranî bê şert û merc yê gel e.’ Ez jî dibêjim hikûmranî divê ku yê gelê Kurd û Tirk bibe. Divê ku em bixwe xwe birêve bibin. Divê ku di Kurdistanê de meclîsa me hebe. Divê ku rêbazekê nû hebe û ev yek jî bi makaqanûnê mimkûn e.”
“Adullah Ocalan ji nav herekata Kurdan nehatiye”
Guçlu diyar kir ku rêxistina PKKê saziyekî Kurdî nînin, saziyekê endazyarî ye. Dûvre Guçlu axavtina xwe wiha domand: “Adullah Ocalan ji nav herekata Kurdan nehatiye. Têkiliya Ocalan bi Kurd û arîstokrasiya Kurd re tunebû. Dibe ku merov bibêje qet hewcedariya vê yekê tunebû kû di pêşengiya Abdullah Ocalan de ev hereket hat saz kirin. PKK, wek MÎTê ji teref kesên ku eleqeya wan bi dîn, neteweyî, navneteweyî, civakî û çandî re tunebû re ve hat saz kirin. PKK, hemî saziyên Kurd wek dijmin îlan kir. Dijmintiya PKKê ya bi saziyên Kurd re dijmintiyêkê jirêzê nînin. Têkildariya vê yekê bi dewlet û endazyariya ku me anîbû zimên re heye.”
“Dixwazin ku rejîmekê otorîter, Kemalîst saz bikin”
Guçlu bal kişand ku PKK, dixwazê ku rejîma Kemalîstê di Kurdistanê de hikûmran bike. Dûvre Guçlu wiha pêde çû: “Dixwazin ku rejîmekê otoriter wek rejîma Kemalîst lidar bixin. Ev dijê Kurd û mafên Kurdan in. Tu hereket gelê xwe rasterast ji dewletê re naxe hedef. Lewra di hereketa gerilla de bi taybet dîqet dikin ku zirarê nedin gel. Tenê ji gelê ku tu mafên wê diparêzî ne divê ku tu zirarê nedî gelê ku di bin hikûmraniya hikûmetê de ye. Dema ku em wiha lê mêze dikin e dikarin bibêjin ku PKK, hereketekê gerilla, hereketekê Kurd, hereketekê gel nînin.”
“Li tu derê dinyayê tu rêxistin di nav xwe de 20 hezar însan nekuştiye”
Guçlu diyar kir ku siyaseta kortan ji bo gelê Kurd kesb nînin, zerer e. Dûvre Guçlu wiha axivî: “PKK, bes dijê HUDA PAR, PSK BAKUR, PAK û Herekata Azadî nînin. PKK, dijê HDP û alîgirên HDPê ye jî. PKK dijê xwe ye. Rastî pevçûnên vir di dijê şaredariyan e. Heke serokên şaredariyan xwedî besîret û kesên ku gel hez dikin bibûna beriya operasyonan dê vê yekê astengdar bikirbana. Delîlê herî girîng yê ku PKK dijê xwe ye ew e ku PKK di nav xwe de 20 hezar însan kuştiye. Li tu derê dinyayê tu rêxistin di nav xwe de 20 hezar însan nekuştiye. Di vê bergehê de ev herba xendek û Kurdan nînin. Rastî ev şer li dijî gelê Kurd e.”
“Di dîktatortiya PKKê de dê viyana Kurdan tunebe”
Guçlu wiha diyar kir: “Ev şer çawa şerê Kurdan e? Tu kes piştgirî nade vê yekê û hun qîmet nadin viyana tu kesî.” Dûvre Guçlu wiha axavtina xwe domand: “Ev herba ku PKK didomîne ne herba Kurdan ne jî herba demokrasiyê ye. Ya ku PKK didomîne herba dîktatortiyê ye. Herba saz kirina dîktatortiya xwe dike PKK. Di dîktatortiya PKKê de dê viyana Kurdan tunebe. Vê yekê baş bizanin ku PKK di Bakûra Kurdistanê de dê maf nede tu kesî. Di beriya pêvajo û dema pêvajoyê de şera PKKê ya bi HUDA PARê re ji bo vê yekê bû. Lewra dizanin ku HUDA PAR di herêm de herketekê mixalifê wan e. Ji ber vê yekê êrîşê li wan dikin. Nexwe pirsgirêk ev misliman in em ne misliman in nînin. HUDA PARiyan dan nişandan ku xwedî besîret in.”
“Ocalan diyar kir ku di nav rêxistinê de 15-20 hezar înfaz heye”
Guçlu diyar kir ku PKK di nav xwe de bi deh hezaran înfaz kiriye û di nav van de lîderên girîng jî hene. Guçlu axavtina xwe wiha domand: “Di deste min de lîsteya hezar û 500 kesan heye. Kesên ku navê wan di vê lîstê de ye rêvebirên PKKê û nûnerên hinek herêman in. Xeynî vê yekê PKK nûnerên xwe yên girîng kuşt. Di van kesên ku hatin kuştin de herî ewil Çetîn Gongurê ehlê Dersîmê yê ku bi navê qod Semîr bû hat kuştin. Piştî wê Resul Altinokê Çewlîgî bû. Ev kes wan di herêm de hêzdar kirin. Mehmet Şenerê ehlê Êlihê bû, di êlihê de malbata Şenerê dihat nasîn û endamê navenda komîtê bû. Wî jî PKK kuşt. Yanê em dikarin jimara van kesan zêde bikin. Jimara kesên ku PKKyiyan di nav xwe de înfaz kirin Ocalan bixwe îtiraf kir. Di nabeyan 15-20 hezar kes hatin înfaz kirin. Ev hemû kes di nav PKKê de gor wan kesên gûzîde bûn.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.