Ew ê maaşê xebatkarên kamûyê berî îdê bê dayîn
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir, ew ê maaşê xebatkarên kamûyê berî îdê bê dayîn.
Hat ragihandin ew ê maaşê xebatkarên kamûyê berî îdê bê dayîn.
Derbarê mijarê de ji teref Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve ji ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Erdogan destnîşan kir: “Ew ê maaşê xebatkarên me yên kamûyê berî îdê di 9ê Tebaxê de bê dayîn. Ji bo temamê xebatkarên kamûyê ser xêrê be. Îda we ya Qurbanê ji niha ve mibarek be.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.