Ji Barzanî ji bo merhûm Mehmet Yavuz peyama tazîyê
Ji teref Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî ve ji bo Mehmet YavuzêAlîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji ber nexweşîya qanserê rehmet kir peyameke tazîyê hat weşandin.
Hat ragihandin ji teref Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî ve ji bo Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji ber nexweşîya qanserê rehmet kir peyameke tazîyê hat weşandin. Barzanî di peyama ku weşand de serxweşî da Serokê Giştî yê HUDA PARê û malbat û hevalên Mehmet Yavuz.
Peyama ku ji teref Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî ve ji bo Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji ber nexweşîya qanserê rehmet kir hatiye weşandin wisa ye:
“Bi Navê Xwedaya Rehman û Rehîm. Birêz rayedarên HUDA PARê û malbata birêz merhûm Mehmet Yavuz!
Bi xemgînî min xebera wefata birêz Mehmet Yavuzê ku Serokê Berê yê HUDA PARê bû û di micadeleya xwe da bi nav û deng bû stand. Ez di vê dema bi xemgîn û kovan de tazîyeyên xwe ji bo we û hevalên kak Mehmet Yavuz pêşkêş dikim û diyar dikim ku em jî şirîkê mehzûntîya we û şîna we ne.
Ez ji Rebbê aleman daxwaz dikim ku wî bi rehma xwe şa bike û dîsa ji Xweda ji bo hemû kesî sebrê nîyaz dikim. Înna lîllah we înna îleyhî racî’ûn”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.