Ji bo êrîşên ku li Îdlîbê li nexweşxaneyan tên kirin banga lêkolînê hat kirin

Ji bo êrîşên ku li Îdlîbê li nexweşxaneyan tên kirin banga lêkolînê hat kirin

10 welatên ku endamên Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî ne bang kirin da ku ew êrîşên ku li Îdlîbê li hember nexwexaneyan tên kirin bên lêkolînkirin.

ABD, Îngîltere, Fransa, Almanya, Belçîka, Peru, Kuweyt, Polonya, Komareya Domînîk û Endonezya bang li Sekreterê Giştî Antonio Guterres kirin. Di banga ku hat kirin de ev 10 welat balan kişandin li ser êrîşên ku ji teref rejîma Sûrîyê û Rûsyayê ve li Îdlîbê li hember nexweşxaneyan tên kirin û daxwaz kirin ku ev êrîş bên lêkolînkirin.

Louis Charbonneauyê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî derbarê mijarê de diyar kir, kordînatên nexweşxaneyan bi terefan re hatiye parvekirin; lê belê digel vê yekê nexweşxane ev çendîn carin ku tên bombebarankirin  ku ev yek “sûcê herbê” ye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.