Ji çar alîyên cîhanê ji bo Mehmet Yavuzê ku rehmet kir peyama tazîyê

Ji çar alîyên cîhanê ji bo Mehmet Yavuzê ku rehmet kir peyama tazîyê

Ji çar alîyê cîhanêji teref cemaat, hareket û partîyên siyasî ve ji bo Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê peyama tazîyê hat weşandin.

Hat ragihandin ji çar alîyê cîhanê  ji teref cemaat, hareket û partîyên siyasî ve ji bo Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê peyama tazîyê hat weşandin.  Di peyamên ku hatin weşandin û di hevdîtinên ku bi rayedarên HUDA PARê re hatin kirin de serxweşî hat dayîn û ji ber wefata merhûm mehzûntî hatin diyarkirin.

Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ev bû demek ji ber nexweşîya qansera gurçikê dihat dermankirin doh êvarî li Nexweşxaneya Onkolojîyê ya Zanîngeha Dîcleyê çû rehma Xwedê.

Mehmet Yavuzê berî vê çend salan bi nexweşîya qanserê ketibû û gurçikekî wî hatibû girtin. Dû re cardin nerihet bû û ji ber êşa xwe hat rakirin nexweşxanê û ji êşa qanserê hat dermankirin.  Mehmet Yavuzê ku ji êşa qansera gurçikê li nexweşxanê dihat dermankirin digel dermankirinê kemoterapî dibû. Lê ji ber ku îhtîmal bû kemoterabî zirar bidiyê dermankirina wî bi giyayan berdewam kir.

Yavuz Îda Remezanê ya sala borî bo demekê ji nexweşxanê hat derxistin, lê belê  ji ber ku nexweşîya wî lê zêde kir cardin hat rakirin nexweşxanê. Yavuzê ku ev bû demeke dirêj ji ber nexweşîya qanserê li nexweşxanê dihat dermankirin doh êvarî rehmet kir.

Yavuz li Kahtaya Semsûrê ji teref nas û hezkirîyên xwe ve hat definkirin.

Piştî  wefata Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji çar alîyên cîhanê cemaat, hareket û partîyên siyasî ve ji bo Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê peyama tazîyê weşandin û li HUDA PARê gerîyan û serxweşî dan wan.

Navên cemaat, hareket, partî û kesên ku li HUDA PARê gerîyan û serxweşî dan wan wisa ye:

-Muhammed İyd ve Mithat El Heddadê Rayedarê Îxwanul Muslîmîn

-Îslam el-Xamrîyê Rayedarê Cemaata Îslamî yê Misirê

-Munîr Salahê Serokê Meclîsa Hevkarîya Asya-Afrîkayê

-Tariq Zumerê Serokê Partîya Pêveçûn û Înşayê yê Misirê

-Samî Ebu Zuhrî û Munîr Saîdê Rayedarê Hamasê

-Fehmî Kenanê Temsîlkarê Cîhada Îslamî

-Newaf Tekfurîyê Serokê Yekîtîya Alimên Filistînê

-Îdrîs Rebûhê Temsîlkarê Partîya Civak û Aştîyê yê Cezayîrê

-Evdilkerîm Bekarê Temsîlkarê Yekîtîya Alimên Sûrîyê

-Elî Huseyînê Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistanê û Keyfî Hadîyê Endamê Ofîsa Pêwendîyên Derve yê Partîya Demokrat a Kurdistanê

Di hevdîtinên ku bi rayedarên HUDA PARê hatin kirin de û di peyamên ku ji ser medyaya civakî hatin belavkirin de ji bo merhûm Mehmet Yavuz rehmet û ji bo nasên wî, hevalên wî û dostên wî sebir hat daxwazkirin û başî û qencî û fedakarîya merhûm hat diyarkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.