Ji komên berxwedanê yên Filistînî ji bo HUDA PARê telefona serxweşîyê

Ji komên berxwedanê yên Filistînî ji bo HUDA PARê telefona serxweşîyê

Hamasa Hareketa Berxwedana Îslamî û Cîhada Îslamî ji ber wefata Alîkarê Serçokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz li HUDA PARê gerîyan û serxweşî danê.

Hat ragihandin Hamasa Hareketa Berxwedana Îslamî û Cîhada Îslamî ji ber wefata Alîkarê Serçokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz li HUDA PARê gerîyan û serxweşî danê.

Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ev bû demek ji ber nexweşîya qansera gurçikê dihat dermankirin doh êvarî li Nexweşxaneya Onkolojîyê ya Zanîngeha Dîcleyê çû rehma Xwedê.

Ji ber minasebeta wefata Yavuzî, Samî Ebu Zuhrî û Munîr Saîdê ji rayedarên Hamasê,  Fehmî Kenanê temsîlkarê Cîhada Îslamî, Newad Tekfurîyê Serokê Yekîtîya Alimên Filistînê li Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê gerîyan û serxweşî dane wan.

Di peyama ku ji teref Navenda Giştî yê Hamasê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “ Me xebera wefata birayê me Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê stand. Rebbê me rehmê lê bike, mekana wî bibe cennet. Rebbê me, sebrê bide malbat, zarok û hevalên wî yên dozê.”

Raîd SAlahê Serokê Hareketa Îslamî yê Filistînê yas 1948an jî li ser medyaya civakî peyamek belav kir. Salah di peyama ku belav kir de destnîşan kir “ Bi xemgînî  min xebera Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku di sala 2015an de li Enqerê ji me re mazûvantî kir, stand. Xweda rehma xw elê bike û ez ji bo camîaya HUDA PARê serxweşîyê tînim zimên.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.