Ji Rêberê Cemaata Hîzbullah ji bo Mehmet Yavuz peyama tazîyê

Ji Rêberê Cemaata Hîzbullah ji bo Mehmet Yavuz peyama tazîyê

Edîb Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah ji bo Mehmet Yavuz Xoceyê ku wefat kir peyama tazîyê weşand.

Rêberê Cemaata Hîzbullah Edîb Gumuş,  ji bo Mehmet Yavuz Xoceyê ku wefat kir peyama tazîyê weşand.Di destpêka peyama ku hat weşandin de ayetên: “

إنا لله و إنا إلیه راجعون

 فَاسْتَجَابَ لَهُمْ رَبُّهُمْ اَنّ۪ي لَٓا اُض۪يعُ عَمَلَ عَامِلٍ مِنْكُمْ مِنْ ذَكَرٍ اَوْ اُنْثٰىۚ بَعْضُكُمْ مِنْ بَعْضٍۚ فَالَّذ۪ينَ هَاجَرُوا وَاُخْرِجُوا مِنْ دِيَارِهِمْ وَاُو۫ذُوا ف۪ي سَب۪يل۪ي وَقَاتَلُوا وَقُتِلُوا لَاُكَفِّرَنَّ عَنْهُمْ سَيِّـَٔاتِهِمْ وَلَاُدْخِلَنَّهُمْ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُۚ ثَوَابًا مِنْ عِنْدِ اللّٰهِۜ وَاللّٰهُ عِنْدَهُ حُسْنُ الثَّوَابِ

hatin bîrxistin.

Gumuş di peyama xwe de ji bo Merhûm Mehmet Yavuz wesfên “Birayê min ê ezîz, cewal, mutî û bi xîrêt” bi kar anî û di berdewama peyama xwe de wisa got:

 “Rebbê me ev qas teqdîr kir ku tu di nav me de bimînî. Me bes ev qas ji te îstîfade kir. Tu di salên 2000î de di wan zindanên serma û seqam a pergala ceberût û zordar de hatî girtin û ew kesên zalim û xaddar îşkenceyan li te kirin. Di wê pêvajoya zindanê de tu nexweş ketî û nexweşîya te ji wê rojê vir ve berdewam kir. Ji ber vê yekê bi izna Xwedê, tu naîlî wê mertebeya şehîdîyê ya ku te ew dixwast bûyî.

Rebbê min qebrê te bike bexçeyekî ji wan bexçeyên cennetê, te bixwe cenneta xwe, di roja axretê de digel temamê birayên me û te, bi rûyekî spî derîne hizûra xwe.

Kek, bira û xwendekarên Xoceyê me Mehmet Yavuz! Wî di diayên xwe de zikir bikin. Xoce ji we tevekan hez dikir, derdê  we ji xwe re kiribû derd, hemû tiştê xwe ji doza xwe re weqf kiribû û li ser vî halî gihaşt Rebbê xwe,

Rebbê me! Em şahid in.

Rebbê me! Em şahid in.

Rebbê me! Em şahid in.

Di serî de serê malbat û zarokên wî û yê me tevan sax be. Rebbê min sebrê bide.

Birayê we Edîb Gumuş.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler