Jirêderketîtiya Pedofîlî li Rojavayê belav dibe
Jirêderketîtiya Pedofîliya ku li nav Xerba ku xwe li hemberê dinyayê wek nûjentî û medeniyetî dihesibîne belav dibe. Pêşgiriya vê bê exlaqiyê danin aliyeke ev yek di dêran de roj bi roj belav dibe.
Îstatîstîkên ku di derheqê jirêderketîtiya Pedofîliyê de tê lidarxistin dide nîşandan ku alema Xerbê têketiye na rewşeke korerêyeke mezin. Her çi qas îstatîstîk bidin nîşandan ku ev nexweşî li tebeqeyên cûr bi cûr ên Emrîka û Ewrûpayê belav bûye bi bûyerên îstîsmar û tecawûzê ya zayendî û cinsî yên ku têkiliya wan bi hev re heye di der heqê vê yekê de papaz û rahîb derdikevin pêş.
Nêzî 8 hezar papaz bi pedofîliyê hatin sûcdarkirin
Ji aliyê Vatîkanê di derheqê mijarê de daxuyanî hat dayîn. Di deaxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku ji 2004an pê ve nêzî hezar papazan ji ber îstîsmariya zarokan ji wezîfê hatine dûrxistin û nêzî 3 hezar papaz jî ji ber heman sûcê bi cezayên siviktir hatine cezakirin. Ji xeynê vê yekê di heman heyamê de jimara tacîza cinsî ya ku li Vatîkanê hatiye gilîkirin nêzî 4 hezaran e.
Ji sedan 70yê wê zarok in
Raporên ku ji teref nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê ve wek xweserî hatine amadekirin jî dide nîşan ku ev jimar zêdetir e. Di van raporan de xala herî balkêş ew e ku qurbaniyên îstîsmariya cinsî ya di dêran de ji sedan 70yê wê zarok in. Gor raporan jimara zêdetir a kû ji îstîsmarê re merûz mane wek umr di nabeyna 11-14an de zarokên ku ji qîz û kuran pêk tê ne. Her wiha di nav zarokan de yên 3 salî jî hene.
Jirêderketîtiya Pedofîlî hema hema li her welatên Xerbî de heye. Di rêza berê de jî wek welat Îrlanda, Kanada û Emrîka tên.
Di serî de hinek endamên weşana çapemeniyê vê rewşa dêrê ya dereînsanî wek xeber weşandin. Lê ew dûçarê zexta dêrê bûn. Piştî ku ji civak û malbatan bertekê ji bo vê qasê hatin nîşandan heke hindik jî bibe xeberên di derbarê vê mijarê de dûbare hatin weşandin.
Ewil dêr ji xeberên medyayê û raporan re bertek nîşan da. Dûvre dêr ji îstatîstîkên fermî re dengê xwe dernexist. Civaknas û psîkolog di derbarê mijarê de di serî de dêr li nav civaka Xerbê de di derheqê vê bêexlaqiyê de lêkolînên ji dil kirin.
“Gelek rahîb bi jin, mêr û zaroka re dikeve têkiliya cinsî”
Mîchael Rezendesê ku di The Boston Globe de dinîvîse û her wiha wek mijar pedofîlê di fîlma "Spotlîght" ya ku di encama lêkolînê de hat amadekirin de da nîşandan. Rezendes sedemên vê bê exlaqiyê di hevpeyvîneke xwe de wiha diyar kiribû:
“Di baweriya Katolîkê de têkiliya nezewicandina mecbûriyeta rahîban bi pirsgirêkê re heye. Sedema rêjeya di Dêra Katolîkan de gor min qedexekirina cinsî ye û ew jî mintûqeke bi raz û weşartî tîne holê. Di pirtûkê de pêwîst e ku rahib bi tu wechê wek cinsî nekevin têkiliyê. Lê rastî gelek rahîb bi jin, zilam û hinekî ji wan jî bi zarokan re dikevin têkiliya cinsî. Û rastî jî ji ber ku her cûr têkiliya cinsî qedexeye hemî piştgirî didin hevdû. Li vir durûyiyeke cidî heye. Menfaeta hemiyan ew e ku her tişt veşartî bimîne. Di rewşeke wiha de heke rahib bi jin an jî mêreke re têkeve têkiliya cinsî ew rahîba/ê ku bi zarokan re dikeve têkiliya cinsî wek rapor qeyd nake. Ev ji bo gel çandeke veşartî pêk aniye.”
Di salên borî de li Hollandayê raporeke din hat weşandin. Di raporê de bêexlaqiya pedofîlî ya li dêran hemî tiştên ku di derheqê vê yekê de diqewime dide nîşandan.
Li dibistanên ku girêdayê Dêrên Katolîkê ye bêexlaqiya pedofîlî zêdetir e
Gor raporê papazan tecawûzê çendîn hezar qîzan kirine. Ev tecawûz ji sala 1945an heta îro domî. Lêpirsîna li dibistanên girêdayê dêrên Katolîk hatin kirin eşkere kir ku papaz ji sala 1945an pê ve tecawûzê qîzan dikin. Rapor ragihand ku tecawûzên fizîkî û derûnî heta îro domiye û gelek zarok ji vê yekê bandordar bûne.
Lijneya ku 150 raporê tehqîq kirin destnîşan kirin ku piraniya tecawûzên ku pêk tên li zarokên ku di bin 14 salan de ne tê kirin û ev jimar pir zêde ye.
Di dibistanên Katolîk de nêzî 20 hezaran zarok merûzê tecawûzê bûn
Di sala 2011an de li Holandayê raporeke din hat weşandin. Di raporê de hat diyarkirin ku zarokên kur di dibistanên Katolîk de merûzê tecawûzê bûne û wek jimar nêzî 20 hezar zarok hatibû îlankirin.
Rapora 200 rûpelî ya ku lijneya Adrîaenssensê ya ku li ser tecawûzên zilamên dînê yên di Dêra Katolîkê ya Belçîkayê de kirine sekinî. Serokê Lijneyê Di raporê de hat diyarkirin ku Psîkîyatr Peter Adrîaensens ragihand ku bûyer wahîm e.
Lijne serî li giliyên 124 kesên ku tecawûz li wan hatine kirin, bi tevahî 475 giliyên ku di nav wan de xizm û naskiriyên wan jî hene dabû.
Hinek zarokên ku tecawûz li wan hat kirin xwe kuştin
Di rapora lijneyê de hatibû diyarkirin ku zarokên 2 salî jî dûçarê tecawûzê bûne. 13 kesên ku dûçarê tecawûzê bûne xwe kuştine û 6 kes jî hewl dane ku xwe bikujin. Piştî ku rapor hat weşandin polêsê Belçîkayê serdegirtin pêk anîbûn û dest danîbûn ser hinek raporan.
Dêra Katolîk a Belçîkayê îtîraf kir ku Pîskoposê Brugge Roger Vangheluwe di nabeyna salên 1973-1986an de tecawûzê biraziyê xwe kiriye û dûvre wek pêşewazî îstîfaya xwe xwestiye. Piştî rapora lijneyê mala xwe biriye ciyeke ku ne diyar e.
Piştî gelek raporên ku wekê vê hatin weşandin di serî de Emrîka û Îngîlistan li welatên cûr bi cûr ên Ewrûpayê de di gelek dozên ku di derbarê wezîfedarên dêran de hatibûn vekirin de ji bersûc û û dêran re heps û cezaya peran hat dayîn.
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku di Dêra Katolîk a Emrîka de di nav 40 salên herî dawî de hezar û 500 papaz bi hezaran zarokan ji aliyê cinsî ve tacîz kirine.
Li Avustralyayê îtirafên Wezîrê Aborî yê Vatîkanê û Kardînalê Avusturyayê George Pellî yên di derheqê îstîsmara cinsî yên zarokan tê nîqaşkirin. Kardînal Pell di îfadeya ku wek şahid a di derbarê îstîsmara cinsî yên zarokan de da bû ragihandibû ku rahîb meyldar in vê îstîsmarê qebûl bikin.
Nexwe pedofîlî çiye? Bê exlaqên pedofîlî çawa zarokan ji rê derdixin? Hûn çawa dikarin van bê exlaqan nas bikin? Malbat çawa dikarinzarokên xwe ji vê yekê biparêzin?
Pisporan destnîşan kirin divê ku dê û bav di derheqê vê bê exlaqiyê de werin agahdarkirin. Di civakên me yên rojane de di serî de înternet bi pêşveçûna teknolojî û belavbûna wê re dejenerebûn çêdibe û ev yek jî bê exlaqiya wekê îstîsmara zarokan zêde dike.
Pisporran diyar kirin ku îstîsmara zarokan zêde ye. Mirov dikare vê yekê jî wek fizikî, îstîsmarên hestî, îxmal û îstîsmara zarokan were qategorîzekirin. Tê diyarkirin ku di nav van de jî ya ku herî zêde zor û zehmet tê fêmkirin îstîsmara cinsî ye. Wek sedem jî diyar dikin ku kesê dûçarê vê îstîsmarê dibe ji ber sedemên cûr bi cûr êrîşê vedişêre an jî di umrê ku vê yekê fêm bike de nîne.
Zarok li dijî însanên ku herî zêde li wan ewlene bê parêzî ne!
Zarok dijî kesên ku vê bêexlaqiyê dikin bê parêzî ne. Ev bê exlaq beriya ku wan têxin nav davikê xwe wek ewle didin nîşandan. Zarokên ku nizanin ew karê tê kirin neyînî ne carinan ji bo ku wan biparêzin jî dengê xwe dernaxin.
Taybetiya kesayetiya van bê exlaqan û hal û hereketên wan çawa ne?
Taybetiya kesayetiya van bê exlaqan ew e ku ew têkiliyên wan ên di nav malbat û derveyên malbatê de kêm in. Ew an bi jin-mêr an jî bi malbatên xwe re nikarin têkevin têkiliyeke baş. Ew psîkopatîk, psîkoseksuel û ji aliyê civakê ve jî negihaştine. Gor lêkolînên ku hatine kirin umrê van bê exlaqan di nabeyna 40-70yan de ye.
Hatiye tespîtkirin ku ev bê exlaq karê xwe bi zorî nadin kirin. Ew berê wek belengaz dest didin kesên ku çavên wan lê biriye, dîmenên mustehcen didin nîşandan, vîdyoyên pornografîk didin nîşandan. Ji bo vê yekê jî ji bo van bê exlaqan amûra herî girîng înternet e.
Zarokên ku dûçarê vê îstîsmarê dibin terabebûntiya derûnî yên cûr bi cûr dijîn
Dema ku bi îstîsmarên din ên cûr bi cûr re dê muqeyesekirin birînên herî xedar di encama îstîsmara cinsî de pêk tê. Zarok vê trewmayê qet ji bîr nake. Lêkolînên ku hatine kirin didin nîşandan bi taybet zarokên kur bi vê rîskê re rû bi rû dimînin. Lewra kesên ku dûçarê vê bê exlaqiyê bûne di heyama kamilbûnê de hatine îstîsmarkirin. Rîskeke din a ku bendewarê zarokên hatine îstîsmarkirin eraq û tiryak e. Ji xeynê vê yekê dibe ku zarok ji trewşmayê re bertekên cûr bi cûr bidin.
Pêşniyazên ku ji dê û bavan re tên kirin:
-Bizanin ku zarokên we bi kî re wextê xwe derbas dikin. Heke cîranên we yên nû çêbûne û têkilî û eleqeya wî/wê bi zarokên we re zêde ye di derheqê wan de agahî berhev bikin.
-Gihaniya înternetê ya zarokên xwe qontrol bikin.
-Bila têkilî û eleqeya we bi hevalên zarokên we re hebe. Ji helwestên hevalên zarokên xwe haydar bibin.
-Ji kesên ku nêzî zarokên we ne agahdar bibin û bala xwe bidin ser vê yekê.
-Bila têkiliya web i zarokên we re hebe. Heke têkiliya we ya bi zarokên we re lawaz e bi piştgiriya pisportiyê têkiliyên xwe pêşve bibin.
Çavenêrê zarokên xwe bikin. Heke hûn ji tişteke wan guman bikin bi şiklekî rast bi wan re biaxivin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.