Li Brezîlyayê di girtîgehê de îsyan: 52 mehkûm mirin

Li Brezîlyayê di girtîgehê de îsyan: 52 mehkûm mirin

Li Brezîlyayê di girtîgehekê de îsyan derket, di encama îsyana ku derket de 52 mahkûm mirin.

Hat ragihandin li Girtîgeha Altamîraya parêzgeha Paraya Brezîlyayê di navbera du çeteyan pevçûn derket. Pevçûn piştî demekê bû sedema îsyanê. Di encama îsyana ku derket de 52 mahkûm mirin.

Li gorî agahîyên ku ji teref rayedarên Brezîlyayî ve hatine belavkirin di îsyana ku derket de serê 16 mahkûman hatiye jêkirin û gelek mahkûm jî ji ber dûyê şewata ku derketiye mirine.

Îsyan nêzî 5 seatan berdewam kir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.