Li Çînê bager: 22 mirî
Li Çînê ji ber bagera bi navê Lekîmayê heta niha 22 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li qeraxên rojhilata başûr a Çînê bager rabû, di encama rabûna bagera bi navê Lekîmayê heta niha 22 kes mirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber bagerê kesên ku li herêmê dimînin ji herêmê tên tahlîyekirin. Tê diyarkirin ji herêmên bi navê Şangay û Zhejaîngê heta niha zêdetirî milyonek şênî hatine tahlîyekirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.