Li Tanzanyayê tankêra sotemenîyê teqîya: 70 mirî
Li Morogoroya bajêra Tanzanyayê tankêra sotemenîyê teqîya, di encama teqîna ku pêk hat de 70 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Morogoroya bajêra Tanzanyayê tankêra sotemenîyê teqîya, di encama teqîna ku pêk hat de 70 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin tankêra sotemenîyê dema ku di halê seyrê de bû qulibî. Însanên derdorê yên ku dîtin ku tankêr qulibîye hewl dan sotemenîya ku rijîyayê ji xwe re bibin. Di vê dema hewl dane de tankêr teqîya.
Di encama teqîna ku pêk hat de 70 kes şewitîn û jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.