Lijneya Avustralya HUDA PARê ziyaret kir
Berpirsyara Beşa Zanyarê Welêt a Polîtîqayên Pir Teref a Navenda Tîcaret û Karên Derve ya Avustralyayê Amy Wîllîams, Navenda Giştî ya HUDA PARê ziyaret kir.
Berpirsyara Beşa Zanyarê Welêt a Polîtîqayên Pir Teref a Navenda Tîcaret û Karên Derve ya Avustralyayê Amy Wîllîams, ji bo ziyaretê hat Tirkîyê. Piştî ziyaretên xwe Navenda Giştî ya HUDA PARê jî ziyaret kir.
Wîllîams, ji teref Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz û endamê GÎKê Şehzade Demîr ve hat pêşwazîkirin. Wîllîams diyar kir ku di bergeha ziyaretên Stenbol û Enqerê de xwestine ku HUDA PARê ziyaret bikin û her wiha beramber li hev bişêwirin. Ji ber vê yekê Wîllîams ji bo ku HUDA PAR, ziyareta wan qebûl kiriye ji HUDA PARê re teşekkûr kir.
Wîllîams diyar kir ku ramanên HUDA PARê yên him di derbarê komên laîq him jî di derbarê kêmaniyên dînî de mereq dikin. Ji ber vê yekê xwestine ku HUDA PARê ziyaret bikin.
Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz diyar kir ku ew ji vê ziyaretê pir kêfxweş bûne û her wiha Yavuz destnîşan kir gotin û tezên ku di derbarê HUDA PARê de tên gotin rastiyê nadin nîşan. Di gel vê yekê ji bo ku Wîllîams û heyeta wê, HUDA PARê wek lijne ziyaret kirine ew wek HUDA PAR pir kêfxweş bûne.
“Ev gel di Kurdistanê de dijî û dê ev yek bidome”
Yavuz diyar kir ew wek partiyê Pirsgirêka Kurd wek pirsgirêka pergalê dibînin û ji bo ku ev yek baş were fêmkirin divê ku dîrok jî baş were zanîn. Yavuz diyar kir ev gel di erdnîgara ku wek Kurdistan tê navandin de dijî.
Yavuz axavtina xwe wiha domand: “Di sala 1908an de Partiya Îttîhat û Terakkî birêvebiriyê bi dest xist û hişmendiya Tirktiyê ya bi Partiya Îttîhad û Terakkiyê re bû wek polîtîqaya dewletê. Di sala 1923an de dema ku komar hat damizrandin bi komarê re Tirktî bû rejîmek. Ji ber hişmendiya tekparêz qewmên din û pirranî jî Kurd hatin asîmîlekirin û bi polîtîqaya asîmîlasyonê re rû bi rû man.”
“Kurd her dem bi zext û tûndiyê re rû bi rû man”
Yavuz, bal kişand ku di sala 1916an de Peymana Sykes-Pîcot hat îmzakirin û di encama vê peymanê de erdnîgara Kurdistanê bû 4 parçe. Ji ber vê yekê Qerna 19emîn ji bo Kurdan ‘Felaketek Neteweyî’ bû û xeynî van pêşveçûnên erênî yên di10-15 salên dawî de Kurd her tim bi zext û tûndiyê re rû bi rû mane.
Dûvre Yavuz axavtina xwe wiha domand: “Ji xwe saziya tekparêzî, tûndî û zextên dewletê hebûn. Dema ku tekparêz, zext û tûndiyên PKKê jî derket holê mixabin xelkê Kurd ma di nabeyna dû agiran de. Ev rewş îro jî li ber çavan e.”
“PKK, hewl dide ku mafên jiyanê nede mixalifên xwe û tûndiyê bi kar tîne ku mixalifên xwe ji holê rake”
Yavuz diyar kir ew wek partî PKKê sedema Pisgirêka Kurd nabînin. PKKê wek encama Pirsgirêka Kurd dibînin. Dûvre Yavuz wiha pê de çû: “PKK, hewl dide ku xwe wek nûnerê Kurdan nîşan bide û mafên jiyanê nade mixalifên xwe û tûndiyê bikar tîne ku mixalifên xwe ji holê rake. Em bi şiklekî xemgînane diyar dikin ku pollîtîqayên dewletên rojavayê û yên PKKê li hev tên. Ev yek jî dibe sedema bikaranîna tûndiyê û zorbazbûna PKKê. Di bergeha PKK û polîtîqayên PKKê de partiya ku bi gotina PKKê hereket dike di 6-8ê Cotmeha 2014an de bang li gel kir. Di encama bangewaziyê de alîgirên PKK û partiyê derketin kolanan û êrîş li kesên ku mixalifên wan in kirin û her wiha êrîş li 26 saziyên me kirin. Di encama vê yekê de saziyên me bûn wek wêran û kesên ku endamên partiya me ne bi şiklekî wehşîyane hatin qetilkirin û îşkence li wan cesedan kirin û cesedan şewitandin.”
“Wek HUDA PAR em him bang li hikûmetê him jî li rêxistinê dikin”
Yahvuz belav kir ku heke him polîtîqayên dewletê him jî yên rêxistinê bi tevahî neyê nirxandin mimkûn nînin ku encamên sererast werin bidsetxistin. Di derbarê vê yekê de ji bo ku asayî çêbibe em wek HUDA PAR him bang li hikûmetê him jî li rêxistinê dikin.
Yavuz wiha pê de çû: “Pêwîst e ku dewlet makeqanûniyên mafan ên Kurdan nas bike. Kurdî bi zimanê Tirkî re bibe zimanê fermî ya 2yemîn û her wiha divê ku dewlet di derbarê rakirina astengiyên pêşiya perwerde û zimanê de rake û ji bo van yekan hewl bide ku qanûn derêxe. Divê ku rêxistin jî dev ji xwe dîtina nûnerê kurd a tenê berde. Ji aliyekê din ve divê ku rêxistin di miqabilê mafên jiyana mixalifên xwe de xweşbîn bibe û hurmet nîşan bide kesên ku wek mixalifê wan siyasetan dikin. Ew çax dê asayî çêbibe û dê herkes qezenc bike.”
“Qrîtera bingehîn a di derbarê vê yekê de ya HUDA PARa ku referensa xwe ji Îslamyetê digire ‘Wesîqeya Medînê’ ye”
Wîllîams nêrîna HUDA PARê ya li hemberê kêmaniya dînî mereq kir û di derbarê vê yekê de pirsek ji Yavuz pirsî. Yavuz pirsa Wîllîams wiha bersîvand: “Çendîn sal in ku di serî de Sûryanî em bi hemî kesên ku misliman nînin re dijîn. Qrîtera bingehîn a di derbarê vê yekê de ya HUDA PARa ku referensa xwe ji Îslamyetê digire ‘Wesîqeya Medînê’ ye. Pêxemberê Îslamê HZ Muhammed (rxl) dema ku koçê Medînê dike li Medînê karê wî yên herî ewil ew e ku di nabeyna putperest, Yahûdî û Mislimanan de mutabaqatekê civakî ya hevpar îmza kiriye. Em jî diyar dikin divê ku di hawîrekê hevpar de bawerî, ziman û çandên ji hev cûda bi hevre bijîn. Ji bo vê yekê me di bernameya xwe yê partiyê de vê mijarê diyar kiriye. Her wiha me diyar kiriye pêwîst e ku di derbarê sîyasî, hiqûqî an jî aborî de tu kes xwedî îmtîyaz nebe. Herkes li hemberê qanûnan de yek bibe û pêwîst e ku cihêkariya di derbarê kesên ku ne misliman in de bi şiklekî cezayî pêk bê. Me van mijaran berê bi şiklekî eşkere diyar kiribû.”
Dûvre di derbarê ziyaretê de Wîllîams nirxandinekê kurt kir û diyar kir ku dûbare dixwazin ku bi HUDA PARê re hevdîtin bikin. Herî dawî Wîllîams û lijneya pê re ji ber ku HUDA PAR wan qebûl kiriye ji HUDA PARê re teşekûr kir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.