“Makeqanûna ku pirsgirêka Kurdan çareser neke nû nayê hesibandin”
Doç. Dr. Vahap Coşkun di panela ‘Di Pêvajoya Demokratîkî de Makeqanûna Nû û Pirsgirêka Kurdan’ de axivî. Coşkun diyar kir ku makeqanûna ku pirsgirêka kurdan çareser neke nû nayê hesibandin.
Doç. Dr.Vahap Coşkun li Rihayê beşdarê panelekê bû û di panele de diyar kir ev makeqanûna ku dê nû were amade kirin raste rast têkiliya wê bi pirsgirêka Kurdan re heye. Ji ber vê yekê makeqanûna ku pirsgirêka Kurdan çareser neke ji îro pêve jî were amade kirin ev makeqanûn nû nayê hesibandin.
Li Rihayê panela ku bi navê ‘Di Pêvajoya Demokratîkî de Makeqanûna Nû û Pirsgirêka Kurdan’ hat lidarxistin wek gotarvan siyasetmedar Abdurrahman Kurt û Doç. Dr. Vahap Coşkun beşdarê panelê bûn.
Di panela ku binyada makeqanûn û Pirsgirêka Kurdan tê de hat axavtin de Nunerê Rihayê ya Memûr-Senê û Seroka Bajarê Rihayê ya Egîtîm-Bîr-Senê Îbrahîm Coşkun axavtina destpêkê kir.
Nunerê Rihayê ya Memûr-Senê Îbrahîm Coşkun diyar kir nêrîna wêristiyê ya ku li Tirkîyê heye dibe sedema mexdûrbûna gel û her wiha gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne holê. Ji ber vê yekê dê ew piştgirî bidin hewlên ku di derbarê vê mijarê de tê dayîn.
Coşkun destnîşankir ev gavên ku di derbarê Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka Hîcabê de hatiye avêtin erênî ne lê ne bes in. Heke hikûmet bigûhere dibe ku ev pirsgirêk dûbare derkevin holê. Ji ber ku di vê mijarê de diltirsiya gel heye divê ku ev pirsgirêk bi makeqanûnekê nû werin çareserkirin.
Abdurrahman Kurt qala dîroka Pirsgirêka Kurdan a ku di encama polîtîqayên zextî ya dewra komarê de destpê kiribû kir. Kurt diyar kir ji bo ku ev pirsgirêk were çareser kirin divê ku mafên Kurdan were îade kirin.
Kurt diyar kir ku gelê Kurd daxwaziya cudahiyê nake . Dûvre Kurt axavtina xwe wiha domand: “Kurdên li Tirkîyê di dewra herî dijwar de jî koçê rojavaya Tirkiyê kirin û bi referandûma civakî re biryara xwe dan. Wan dan nîşandan ku ji Tirkan zêdetir Tirkîyeyî ne. Lê mixabin ji ber ku di vê dewrê de hişmendiya Tirktiyê li Tirkan hat empoze kirin pirsgirêk çêbû. Mînak divê ku di şûna terma ala Tirk de ala Tirkiyê were bikaranîn.”
Coşkun destnîşan kir ku ji bo ku makeqanûn nû were hesibandin divê ku mafên hemî kesan di nav xwe de bihewîne û divê ku ev bi şiklekî azadane were amade kirin. Her wiha Coşkun belav kir ku ev makeqanûna ku dê were amade kirin rast e rast têkiliya wê bi Pirsgirêka Kurdan re heye. Ji ber vê yekê makeqanûna ku pirsgirêka Kurdan çareser neke ji îro pêve jî were amade kirin ev makeqanûn nû nayê hesibandin.
Di Coşkun destnîşan kir ev pevçûnên ku li herêm diqewime ne PKK fayde jê dibîne ne jî dewlet. Dûvre Coşkun axavtina xwe wiha domand: “Ez dibêjim PKK jî qezenc nake. Lewra gel piştgirî neda sazkirina xendekan, kolana çalan, pevçûn siyaseta xweseriyê. Dîsa gel ferqa armanc û amûrê dît. Lewra hûn çi dibêjin bibêjin di nabeya xweserî û ciwanên ku di vê rêyê de tên kuştin de wekê çiya cûdahî heye. Di qada siyasetê de gelek derfet hene. Lê ecibandina pevçûnê bê wateye. Ji ber vê yekê PKK di vê pêvajoya pevçûnê de qezenc nake. Lê dewlet jî qezenc nake. Lewra 40 sale tu rê û rêbaz nema ku dewletê ji bo vê pirsgirêkê neceriband. Ev pirsgirêk bes bi axavtinê çareser dibe.”
“Di Pirsgirêka Kurdan de 3 rê û rêbaz heye”
Coşkun di derbarê Pirsgirêka Kurdan de wiha axivî: “Hevdîtina bi PKKê re ya ji bo danîna çekan rewşek asayî ye. Ji aliyekê dein ve di mijara maf azadiyê de divê ku mixatab civak bibe. Divê ku ev her du mijar ji hev cûda werin hesibandin. Lê hinek mijar jî hene ku hewceya mixatabtiyê nake. Di derbarê vê yekê de divê ku demildest gav were avêtin. Mînak ji bona daxistina bendava hilbijartinê çi hewceye ku mixatab hebe? Ji bo rakirina qedexeyên di derbarê zimanê de hûn li benda çi ne? Hûn mafê min ya di derbarê zimanê de bi kî re diaxivin? Ji ber vê yek di Pirsgirêka Kurdan de 3 rê û rêbaz heye.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.