Mehmet Yavuz li ber serê qebrê xwe hat bîranîn

Mehmet Yavuz li ber serê qebrê xwe hat bîranîn

​Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku îna borî li nexweşxaneya ku lê tedawî dîtin rehmet kir liber serê qebrê xwe hat bîranîn.

Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ev bû demek ji ber nexweşîya qansera gurçikê dihat dermankirin doh êvarî li Nexweşxaneya Onkolojîyê ya Zanîngeha Dîcleyê çû rehma Xwedê.

Mehmet Yavuzê berî vê çend salan bi nexweşîya qanserê ketibû û gurçikekî wî hatibû girtin. Dû re cardin nerihet bû û ji ber êşa xwe hat rakirin nexweşxanê û ji êşa qanserê hat dermankirin.  Mehmet Yavuzê ku ji êşa qansera gurçikê li nexweşxanê dihat dermankirin digel dermankirinê kemoterapî dibû. Lê ji ber ku îhtîmal bû kemoterabî zirar bidiyê dermankirina wî bi giyayan berdewam kir.

Yavuz Îda Remezanê ya sala borî bo demekê ji nexweşxanê hat derxistin, lê belê  ji ber ku nexweşîya wî lê zêde kir cardin hat rakirin nexweşxanê. Yavuzê ku ev bû demeke dirêj ji ber nexweşîya qanserê li nexweşxanê dihat dermankirin doh êvarî rehmet kir.

Hevalên wî yên dozê û hezkirîyên wî  piştî nimêja îdê berê xwe dan qebristanê û çûn ziyareta Mehmet Yavuzê ku rehmet kir û wî bi rehmet yad kirin.

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li ber serê qebrê Mehmet Yavuz axavtinek kir. Yapicioglu di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir “Dema ku ew Mehmet Yavuz didît hedîsa Pêxember ‘An tiştên bi xêr xeber bidin an jî hiş bin’ dihata bîra wî.”

“Xweda wî digel şehîd, nebî û evdên xwe yên salih re haşr bike”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de wesf û qencîyên merhîm anî zimên û got: “ Dema ku ew xeber dida her tim nesîhatan dikir. Ji orta kîtabê wek kîtabê xeber dida. Lê belê bêdengbûna wî jî nesîhat bû.Xweda bi rehma xwe wî şa bike. Merhûm bi heyata xwe ji derdora xwe re mînak bû. Ji zilmê re razî nîn bû. Wî tiştê ku ji destê wî dihat kir. Ji bo ku evdên Xwedê di bin zilmê de nenalin xwe da ber musîbet û belayan, zilm lê hat kirin. Lê belê wî dev ji doza xwe berneda û ji me re bû mînak.  Xweda wî digel şehîd, nebî û evdên xwe yên salih re haşr bike.Em jê têr nebûn. Rebbê me, me li cennetê bînî ba hev.”

Silêman Atmacayê Koordînatorê Herêma Rojhilata Başûr ê HUDA PARê jî derheqê merhûm de destnîşan kir “Ew  ji bo gelek kesên dawetvan mamoste bû û ew hewa û hewesa xwe nedida pêşîya doza xwe.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.