Mînîbusa rêwîyan li romorka traktorê qelibî: 16 birîndar

Mînîbusa rêwîyan li romorka traktorê qelibî: 16 birîndar

Li Diyarbekirê mînîbusa rêwîyan li romorka traktorê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 16 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Diyarbekirê mînîbusa rêwîyan li romorka traktorê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 16 kes birîndar bûn.

Qeza li ser Kolana Xarpêtê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 21 M 0227 a ku ajokarê wê Mehmet Yildirim bû li romorka traktora bi plaqeya 21 FA 841 qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de bebeka 3 mehî û zarok jî di nav de tevde 16 kes birîndar bûn.Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re gelek ambûlans hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Tê diyarkirin rewşa 5 kesên birîndar giran e.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.