Pisporê GPQê Doç. Dr. Mehmet Aslan: Heke kêmasîya deng ji 3 hefteyan zêdetir bikişîne îhmal nekin
Pisporê Guh, Poz û Qirikê Doç. Dr. Mehmet Aslan diyar kir ku sedema herî belav a tefasiya deng enfeksiyon in û got ku di tefasiyên deng ên ku ji 3 hefteyan zêdetir dikişînin û herçû xirabtir dibin de divê mecbûrî ji pisporê GPQê re serlêdan bê kirin.
Doç. Dr. Mehmet Aslan ê ku li Anabilîma Nexweşiyên Guh, Poz û Qirikê ya Navenda Tibê ya Turgut Özal a Zanîngeha İnönü ya Malatyayê de wezîfedar e, derbarê sedem û nîşanên tefandina deng û giringiya tespîtkirin û dermankirina zû de ji nûçegihanê İLKHAyê re daxuyaniyên giring dan.
Aslan diyar kir ku tefasiya dengî dikare wekî negihîştina dengî ji bo gurî an jî tona ku kes dixwaze bê pênasekirin û destnîşan kir ku ev rewş di civakê de gelekî zêde tê dîtin.
"Sedema herî zêde ya tefasiya dengî enfeksiyon in"
Aslan diyar kir ku sedema herî naskirî ya tefasiya dengî enfeksiyon in û got ku li serê van jî virûs tên.
Aslan got: "Tefasiya dengî ew e ku deng di beşa ji aliyê hember ve tê bihîstin an jî di beşa ku hûn ji aliyê xwe ve hîs dikin de tam nagihîje gurî an tona ku hûn dixwazin. Sedema herî naskirî ya tefasiya dengî di rastiyê de enfeksiyon in. Di enfeksiyonan de jî sedema herî zêde tê zanîn virûs in. Ev ew nexweşî ye ku di nav gel de wekî larenjît tê binavkirin."
Aslan veguhast ku di rewşên wekî grîp, enfeksiyonên rêya bêhnstendinê ya jorîn, sermawergirtin û di sermayê de manê de dikare di benên dengî (pordên dengî) de enflamasyon (werimîn) çêbibe û ifade kir ku tefasiyên dengî yên bi vê rengî piranî di demeke kurt de bi xweber çareser dibin.
Aslan van îfadeyan bi kar anî: "Ev piranî di rewşên wekî grîp, enfeksiyonên rêya bêhnstendinê ya jorîn, sermawergirtin, li ber klîmayê man an jî di sermayê de manê de ji aliyê virûsan ve çêdibe. Enflamasyonek çêdibe û di demeke kurt de, nêzîkî 7 rojan de derbas dibe. Ji bo dermankirina wê hewce nake tiştekî tiştane/ciddî bê kirin. Heke êşeke zêde hebe belkî êşbir bi kar bê anîn, lê ji bilî wê vexwarina şileya (avî) besî wê vê pirsgirêkê çareser bike. Hinek behndana (bêhnstendina) dengî jî wê vê pirsgirêkê çareser bike."
Aslan destnîşan kir ku bakterî jî dikarin bibin sedema tefasiya dengî lê li gorî virûsan kêmtir tên dîtin; û tomar kir ku di van rewşan de dermankirin li gorî nirxandina bijîşk dikare antîbîyotîk, dermankirina semptomatîk û bêhnvedana dengî di nav xwe de bihewîne.
"Felca têla dengê dikare piştî emeliyatan bê dîtin"
Aslan diyar kir ku di nav sedemên kêmtir ên tefasiya dengî de felca benê dengî heye û got ku ev bi taybetî piştî hin operasyonên cerrahî dikare derkeve holê.
Aslan wiha axivî: "Sedema herî zêde ku em di felca benê dengî de dibînin, girêdayî emeliyatên berê çêbûne ye. Sedema vê ya herî belav jî cerrahiya tîroîdê ye ku em jê re cerrahiya guatrê dibêjin. Dema ku aliyekî be, ji ber ku felca benê dengî piranî bandorê li aliyekî dike tefasiya dengî li pêş ye. Dema bandorê li her du aliyan bike jî ji tefasiya dengî zêdetir pirsgirêka bêhnstendinê çêdibe."
Aslan ragihand ku felca benê dengî piştî hin emeliyatên dil, pişik û qefesa sîngê jî dikare bê dîtin û diyar kir ku hinek caran heta ti sedemeke diyarkirî tune be jî felca benê dengî dikare pêş bikeve.
Aslan da zanîn ku di beşek ji van nexweşan de tevgerên benê dengî di nav demê de dikarin paşve vegere û got: "Piranî piştî 5-6 mehan bi xweber vedigere. Ji bilî xerakirina rehetî û konforê nabe sedema pirsgirêkeke ciddî. Hinek caran di vexwarina şileyê de dikare bibe sedema çend gilî û gazincan ên wekî çûna nava bêhnê an jî çûna nava pişikê."

"Tefasiya dengî ya ku dirêj bikişîne dikare bibe nîşaneya kraba qirikê"
Aslan anî ziman ku yek ji sedemên kêmtir lê giring ên tefasiya dengî jî tumor in û tekez kir ku bi taybetî di temenên mezin de û di kesên ku di rabirdûya wan de karanîna cixarê heye de, divê tefasiya dengî ya ku demeke dirêj berdewam dike ber çavan bê girtin.
Aslan van îfadeyan bi kar anî: "Tumorên ku di qonaxa zû de di benên dengî de çêdibin, dibin sedema xerabûna kalîteya dengî, fonksiyonê benê dengî têk dibin û dibin sedema tefasiya dengî. Di temenên mezin de, di kesên ku cixarê vedixwin de em dibînin ku nexweş dibêjin 'Min ayranê sar vexwar, min ava sar vexwar an jî mina tiştekî sar xwar, dengê min dê derbas bibe' û disrawestin. Di nexweşên ku tefasiya wan 3 hefte an jî piranî 1 meh, 2 meh derbas nabe de em avabûna kîteyê dibînin û em dibînin ku windabûna di benê dengî de girêdayî vê ye."
Aslan xêz kire bin ku her nexweşekî ku tefasiya dengî dijî nayê wê wateyê ku qansêre e, lê bal kişand ku di komên xetereyê yên diyarkirî de divê bêyî derengketin nirxandina pisporan bê kirin.
"Di tefasiyên dengî yên ji 3 hefteyan dirêjtir de divê serî li bijîşk bê xistin"
Aslan tekez kir ku bi taybetî tefasiyên dengî yên ku ji 3 hefteyan dirêjtir dikişînin, rast nabin an jî getarî xirabtir dibin divê girîngî pê bê dan û wiha domand:
"Di aciziyên girêdayî enfeksiyon û sedemên din de, dema ku em hinekî dengê xwe bêhn vedidin (dêhn distînin), em dibînin ku ço caran dengê me tam nebe jî baştir dibe. Lê di tefasiyên dengî yên ku ji 3 hefteyan dirêjtir dikişînin û ber bi xirabûnê ve diçin de divê em bi taybetî serî li bijîşkê xwe bixin."
Aslan diyar kir ku divê kesên temenê wan mezin in, cixarê vedixwin an jî di karên ku li ber gazên jehrî yên sanayiya giran de dimînin de dixebitin baldartir bin; û destnîşan kir ku heke van kesan tefasiya dengî bijîn giring e ku serî li pisporê GPQê bixin.
Li hemberî vê, Aslan da zanîn ku di kesên ciwan de ku ti faktorên xetereyê an jî nexweşiyeke din di rabirdûya wan de tune ye, tefasiyên dengî yên ji 3 hefteyan kurtir piranî girêdayî sedemên wekî larenjît û farenjîtê ne; û got ku ev rewş dikarin bi bêhnvedan, vexwarina şileya besî û bêhnstendina dengî baştir bibin.
"Yek ji sedemên herî giring ên zengelûra qirikê tûtin û berhemên tûtinê ne"
Aslan tekez kir ku tutun û berhemên tutunê bi taybetî ji bo kraba qirikê faktoreke xetereyê ya giring e û bal kişand ku di civakê de zirarên cixarê tenê li ser nîkotînê tên nirxandin.
Aslan got: "Nîkotîna di nav cixarê de nabe sedema krabê. Dema cixare dişewite, hîdrokarbonên di nav dûmanê de, karbonên ku derkevin holê; di benên dengî, mukozaya dev, mukozaya gewriyê, qada ku em jê re dibêjin nazofarenks, valahiya dev, bi kurtî li her dera ku dûmana cixarê digehêje epitêlê xera dike."
Aslan bi gotina ku rûbirûbûna demdirêj a li hember madeyên di dûmana cixareyê de dikare bibe sedema ziyaneke hucreyî, wiha got: "Laşê me bi gelemperî vê yekê tamîr dike. Lêbelê, bi rûbirûbûna kronîk û zêdebûna temen re her ku mekanîzmaya tamîrkirinê bixwe lawaz dibe an jî hêdî dibe penceşêr pêş dikeve.
Aslan ragihand ku di cîhanê de pîsîya/kraba ku herî bi hêz bi karanîna tutunê re tê girêdan kraba pişikê ye û got ku di kraba qirikê de jî tutun û berhemên tutunê yek ji faktorên xetereyê yên herî giring in.
Aslan tekez kir ku divê cixareya elektronîk û berhemên mîna wê jî bêguneh neyên dîtin û diyar kir ku divê li hemberî karanîna van berheman jî baldarî hebe.

"Kesên ku ji ber pîşeyê xwe dengê xwe zêde bikar tînin divê baldar bin"
Aslan diyar kir ku guhertinên şêwaza jiyanê di parastina tenduristiya deng de giring in û got ku bi taybetî kesên ku ji ber pîşeyê xwe dengê xwe bi awayekî giran bikar tînin divê dengê xwe bi teknîkeke rast bikar bînin.
Aslan diyar kir ku di nava Navenda Tibê ya Turgut Özal de navendeke terapiya deng heye û destnîşan kir ku ji bo komên pîşeyî yên ku dengê xwe zêde bikar tînin bi taybetî imam û mamoste terapi û perwerde xwedî girîngiyeke mezin in.
Aslan ev tişt gotin: "Îmam piştî xaleke diyar bi wê coşê re dest bi bilindkirina dengê xwe ya bi awayekî pir ciddî dikin û bikar tînin. Ev ne rast e. Dengê xwe di oktava herî guncaw de bikar bînin û bi qîrîn, bi lez, bi berdewamî qise nekin. Di navberê de bêhnvedanê bidin, ger pêwîst bike bi du dilop avê qirika xwe şil bikin û qalîteya dengê xwe xera nekin."
Aslan diyar kir ku mamoste jî bi rengekî wekhev divê dengê xwe bi rêkûpêk bikar bînin û got ku hunermendên dengî yên profesyonel jî bi saya perwerdehiyên ku werdigirin dengê xwe bi hişmendtir bikar tînin.
"Di zarokan de pirsgirêkên dengî yên girêdayî qîrînê dikarin bên dîtin"
Aslan bal kişand ku di zarokan de hem tefasiya dengî hem jî pirsgirêkên benê dengî dikarin derkevin holê û diyar kir ku bi taybetî di dema lîstikê de bi dengekî bilind qîrîn dikare bandoreke neyînî li benên dengî yên zarokan bike.
Aslan got: "Zarok piranî ji gotinê fêm nakin. Dema li kolanê bi hevalên xwe re dilîzin bi awayekî pir ciddî diqîrin. Ji ber ku pirsgirêkên têkildarî qîrînê hene dengê wan pir bi lez dikare bandor bibe lê berevajî vê yekê pir bi lez jî rast nabe."
Aslan diyar kir ku dayîna perwerdehiyê ji zarokan re ji temenên piçûk de derbarê bikaranîna rast a dengê wan de giring e û destnîşan kir ku axaftina bi perdeya bilind û bi dengekî bilind a domdar dikare bibe sedema pirsgirêkên dengî.

Aslan diyar kir ku tefasiya dengî dikare bi awayekî ciddî bandorê li konfora jiyana rojane û peywendiya kesî bike û hişyariyên giring dan welatiyan.
Aslan got: "Tefasiya dengî pirsgirêkeke ciddî ye ku konforê têk dide û peywendiya bi aliyê hember re xera dike. Di tefasiya dengî de peyama me ya herî giring ev e: Di tefasiyên dengî yên ku ji 3 hefteyan dirêjtir dikişînin de, bi taybetî di nexweşên temenmezin de mecbûrî divê mirov serî li pisporekî bixe. Ji bo ku di bin de nexweşiyeke cûda, aloz û xirab tune be."
Aslan tekez kir ku bikaranîna dengî bi tonê bilind û bi qîrînî ne rast e û van îfadeyan bi kar anî: "Ev tişt ne tu piştgiriyê dide peywendiyê, ne di diyaloğa bi aliyê hember re fêdeyekê dide we, ne jî ti sûdekê digehîne we. Ya herî rind ew e ku mirov bi aramî qise bike. Mirov derdê xwe bi awayê herî aram ji aliyê hember re bibêje."
"Ji bo ku mirov heyatekê tefasiya dengî nejî divê ji cixarê dûr bisekine"
Aslan ji bo kesên ku dixwazin heyatekê tenduristiya dengê xwe biparêzin vê peyamê da:
"Ji bo ku em heyatekê dengê xwe biparêzin û tefasiya dengî nejîn, hêmana me ya herî giring; ya yekem ji cixarê dûr xistin e, ya duyem jî bikaranîna rast, rêkûpêk û di tona wî ya normal de ye. Ji bo tenduristiya dengê we, tenduristiya laşê we û tenduristiya giyanê we ya herî guncaw ev e."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.