PKK, di dema Pêvajoya Çareseriyê de li bajêran bi cîh bû

PKK, di dema Pêvajoya Çareseriyê de li bajêran bi cîh bû

Şêwirmendê Serokwezîrê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Çelîk diyar kir ku pêvajo hatiye qetilkirin, di vê pêvajoyê de PKK, di şûna terk kirina Tirkîyeyî hat li bajêran bi cîh bû

Şêwirmendê Serokwezîrê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Çelîk, li ser navê xwe di malpera înternetê de nivîsek li pênûs xist. Di nivîsa ku bi navê ‘Divê ku siyaset nebe êsîrê çekê’ hatiye weşandin de Çelîk mijara Pêvajoya Çareseriyê û siyaseta ku di vê pêvajoyê de hat ajotin rexne kir.

Çelîk wiha dest bi nivîsa xwe dike: “PKK, bi siyaseta hendekê re gelê herêm kişandiye nav felaketê. Siyaseta HDPê yê ku teslîmê siyaseta çeke bûye jî bi vê helwesta xwe re mixabin nan hûr kiriye nav xwîna bi hezaran ciwanan.” Her wiha Çelîk têketina bajêran a bi çekî ya PKKya ku di çiya, gor, zozan û şikeftan de bû şibhand fîla ku dikeve dikana zucaciyê. Dûvre Çelîk nivîsa xwe wiha domand: “Di encama vê yekê de dibe ku fîl bi şiklekî ji dikana zucaciyê were derxistin. Lê dê di dikanê de cam, porsêlen an jî krîstal nemîne. Dîmena îro mixabin ev e.”

 “PKKyiyên  çekdarî di şûna terk kirina bajêr de hatin li bajêr bi cîh bûn”

Çelîk nivîsa xwe wiha domand: “Pêvajoya Çareseriyê ya ku bi niyetekê qenc û bi şiklekê wêrek hatibû destpêkirin mixabin hatiye qetilkirin. Ji bo destpêka Pêvajoya Çareseriyê 2 şert hewce dikir. 1) Dê dest ji çekan bên kişand. 2) Hemî PKKyiyên ku çekdar in dê ji welêt derkevin. Him dewlet him jî PKK rîayetê şerta yekem kirin. Lê PKKyiyên bi çekî di şûna terk kirina bajêr hatin li bajêr bi cîh bûn.”

Ji bo ku Pêvajoya Çareseriyê neyê xirab kirin walî, qeymeqam, dozger, hakim, polês, leşker, cendirme û parêzvan ji kiryarên ku PKK dikir re deng nekirin. PKK, Pêvajoya Çareseriyê ji xwe re wek kês dît û vê pêvajoyê gor xwe domand lê vê yekê li hemberê gelê Kurd îstismar kir. Ji ber vê yekê jî siyaset hat terkkirin. Çek şûna siyasetê girt.”

“Xwezî em bixapîna lê me vê dîmenê nedîta”

Çelîk dityar kir ku wek kesî ku herêmê nas dikin ji sala 2009an pê ve tiştên ku qewimîne û yên ku dê biqewimin di ciwata wezîran, MYKya AK Partiyê, MKYK, civînên gotinên hevpar a AK Partiyê de û civînên taybet ên ku hemî mijarên Pêvajoya Çareseriyê de li hemberî Serokwezîr û Serokkomarî de anîne zimên. Dûvre Çelîk axavtina xwe wiha domand: “Carinan jî em bûn mixatabên hinek bertekên hevalên xwe yên rêvebirê yên ku xwe bi romantîzmaya Pêvajoya Çareseriyê de berdabûn. Di Civîna Şêwr û Nirxandina AK Partiyê ya ku di sala 2014an de li Afyonê hat lidarxistin de jî hinek parlementer di derbarê vê yekê de endîşe û helwestên xwe anîn zimên. Lê hinek hevalên me yên rêvebirê ji bo vê yekê bertek nîşan dan. Lê wext me û kesên ku mijarê wek me didît mafdar derxist. Xwezî em bixapîna lê me vê dîmenê nedîta.”

 Çelîk  wiha destnîşan: “Îro wek şanîderên borsayê her roj jimarên mirinê tên nîşandan.” Dûvre Çelîk bal kişand ku ev mirin kîn û kerbên her du aliyan jî zêde dike.

 “Sur, Diyarbekira kevin e”

Çelîk axavtina xwe wiha domand: “Dibe ku hinek kes Surê wek navçeyên Çermûk, Çankuşê bibînin. Lê ê ku dizanin jixwe dizanin ku Sur, Diyarbekira kevin e. Yanê Diyarbekir, dera ku ji teref sûran ve hatiye pêçandin e. Ji bo Stenbol Fatîh çawa ye ji bo Diyarbekir jî Sur ew e. Heke PKK di bajarê mezin de bi cîh bûye di vê yekê de divê ku PKK ji bo xwe ji vê yekê ders û îbret derêxe.”

 “Ez xemgîn û kovandar im”

Çelîk wiha axavtina xwe dimand: “Ciwan dimrin û şehîd dibin. Dayîk digirîn. Dayîkên ciwanên kurd ên ku dimirin dilêwan şewitiye. Bajêr û welêt wêran dibin. Ji ber vê yekê ez xemgîn û kovandar im.”

“Heke hişê me hesteyên me îdare bike dê em wek milet qezenc bikin”

Çelîk wiha dawî li axavtina xwe anî: “Heke ez kurtasî bikim, dema ku tekoşîna çekdarî didome pêwîst e ku hiş hemî derfetên xwe bi kar bîne. Rê, rêbaz û bergeha vê yekê jî dê aqil û hiş diyar bike. Lê divê ku rê bidin aqilê. Heke hişê me hesteyên me îdare bike dê em wek milet qezenc bikin. Heke berevajiya vê yek çêbibe dê em hemî winda bikin. Ez bawer im ku ev ax dê neyê perçe kirin. Lê dema ku dil û hiş ji hev qetiyan ax û welat tek perçe bibe jî pere nake. Em ji bîr nekin  ku ax ji bo însan e. Însan ji bo ax nînin.” (ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.