Şaredarî ne bi bidestxistina mal û milkê bi riyên nerewa divê bi xizmetê bên rojevê

Şaredarî ne bi bidestxistina mal û milkê bi riyên nerewa divê bi xizmetê bên rojevê

HUDA PARê di nirxandina ku derbarê bidestxistina mal û milkê bi riyên nerewa yên li hinek şaredarîyan de nirxandin kir destnîşan kir “Divê şaredarî ne bi bidestxistina mal û milk bi riyên nerewa bi xizmetê bên rojevê.”

Ev çendakî ye ku di rojeva Tirkîyê de şaredarî hene ku hinek şaredarî bi derxistina neheq a ji kar, bêrêtî, li hinek meqaman tayînkirina nasan, xwe wek serokê midûrê şîrketa ku girêdayî şaredarîyê ye tayînkirinê hatin rojevê û gelek zêde nîqaş û nirxandin li ser wan hatin kirin.

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê vê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de nirxandinên balkêş hatin kirin. Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê zamên ku li xaz û ceyranê hatin kirin de jî nirxandin hatin kirin.

“Divê şaredarî ne bi bidestxistina mal û milêk bi riyên nerewa bi xizmetê bên rojevê”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê şaredarîyan bal hatin kişandin li ser neheqî û bêrêtîyên ku tên kirin û derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Şaredarî ew sazîyên xizmetê ne ku çavkanîyên kamûyê yên ku ji wan re tên tahsîskirin bi kar tînin.  Wezîfeya sereke ya şaredarîyan ji xelkê re kirina xizmetê ye. Encax derfetên exlebeyê şaredarîyan ji bo armancên îdeolojîk tên bikaranîn û sermeyaya wan ji nas û dostan re tên pêşkêşkirin. Dîsa li wan şaredarîyên ku digel hilbijartinan birêveberîya wan guherî karkerên ku berî niha hatibûn girtin şaredarîyê ji kar tên derxistin, kesên ku nas û dost in ji bo hinek meqamên şaredarîyê tên tayînkirin û serokên hinek şaredarîyan xwe wek midûrên şîrketên ku girêdayî şaredarîyê ne tayîn dikin. Divê şaredarî ne bi bidestxistina mal û milkê bi riyên nerewa bi xizmetê bên rojevê.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.