Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu bi lijneya Îxwan re hevdîtinê kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di navenda giştî ya partîya xwe de bi lijneya Îxwanî Muslîmîn re hevdîtinek lidarxist.
Zekerîya Yapicioglu, endamên Şûra yê Giştî yê Îxwanî Muslîmîn Dr. Muhyîddîn ez-Zayît û Dr. Muhammed el-Fakî û Berdevkê Fermî yê Îxwanî Muslîmîn Dr. Usame Suleyman di navenda giştî ya partîya xwe de qebûl kir.
Di hevdîtinê de Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, Huseyîn Îmîr û Hamdîn Aslan jî amade bûn.
Zekerîya Yapicioglu îfade kir ku derheqê meseleyên rojane ya alema Îslamê de gotûbej hatin kirin û got, “90 sal berîya vê rojê li Bexdayê kovarekî ku bi Erebê weşanê dike ji Ustad Bedîuzzeman re derheqê Îxwan de pirsan dipirse. Wan rojan jî ji xwe rojên ewil a Îxwanê bûn. Ji wî hat pirsîn ‘Hûn derheqê Îxwan de çi difikirin?’ Ustad jî weha bersiv da wan, ‘Ew xûşk û birayên me yên li Misirê ne. Doza me yek e, armanc û hedefa me yek e. Tiştên ku dixwazin li vê deêr bikin ew jî li wê derê dikin. Helbet şert û mercên me yên li vê deêr û yên li Misirê ne yek in. Lazim e ku ew li wê derê li gorî şert û mercên Misirê tevbigerin û xebatekî bikin. Em jî li welatê xwe li gorî şert û mercên xwe divê tevbigerin.’ Yanê di navberê de tu ferqekî tineye.”
Yapicioglu dûre weha got, “Divê ti Misilmanekî, çi şert dibe bila bibe, karê wî çi dibe bila bibe, meîreba wî çi dibe bila bibe, nasnameya xwe ya dozvanîyê bîrva neke. Em tev, her Misilmanekî di heman demê de davetvanekî Îslamê ye. weka ku Ustad Bedîuzzeman wê çaxê ji wê kovarê re bersivê da, dibe ku şert û mercên her dewrê û her herêmê cuda be. Divê ew Misilman jî li gorî şert û mercên xwe wê wezîfeya xwe bicîhbîne.”
Zekerîya Yapicioglu di berdewama axavtina xwe vê ayetê got, “Sond dixwim ku me Pêxemberê xwe bi delîlekî zelal şandîye û ji bona ku însann edaletî bicîh bînin me ji wan re kitêb û mîzanê şand. Me hesinê jî şand ku di wî de qewetekî mezin û ji bo însanan feyde hene.” Û axavtina xwe weha dawî kir:
“Aliman, dema ku tefsîra vê ayetê dikin dibêjin ku ev hesina ku di ayetê de tê qalkirin li ser ‘hêz,qewet’ û ‘îqtîdar, desthilatdarî’ ye dibêjin. Alimekî ji Tirkîyeyê jî weha digot: ‘Heger mîzan tinebe, heger edalet tinebe, hêz û qewet ew ê kitêbê biqetîne û bavêje.’ Yanê ew ê zilm çêbibe. Yanê heger mîzan tinebe, edalet tinebe dê qewet kitêbê ji holê rabike. Heger kitêb tinebe, ew ê ew qewet nikaribe edaletê tesîs bike. heger qewet jî tinebe ew ê wê çaxê kitêb ji teorîyê pêşvetir neçe.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.