Teşebbûsên ku dê yekîtiya Îslamê tesîs bikin tên sabotekirin

Teşebbûsên ku dê yekîtiya Îslamê tesîs bikin tên sabotekirin

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz destnîşan kir ‘sedemaji teref Xerbiyan ve dizaynkirina erdnigariya Îslamêji ber tunebûna yekîtiya Mislimanan e û teşebbûsên ku dê yekîtiya Îslamê tesîs bikin tên sabotekirin.’

Li Navenda Giştî ya Analîz û Ramanê ya Stratejiyê semînereke bi mijara ‘Geşedanên Dawî Yên Ku Li Dinyaya Îslamê Diqewimin’ hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz jî beşdarî vê semînerê bû.Yavuz di semînera ku beşdarî bû de axavtinek kir û balan kişande li ser sedemên tunebûna yekîtiyê ya di nava Mislimanan de.

 “Di pey wan planên êrîşên ku ji teref Xerbê ve li dijî alema Îslamê tên kirin de 3 sedemên bingeh hene”

Yavuz di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir di pey wan planên êrîşên ku ji teref Xerbê ve li dijî alema Îslamê tên kirin de 3 sedemên bingeh ên dîrokî hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xerba ku xwediyê karaktera emperyalîst e hewil dide alema Îslamê ji hêla dînî, îqtîsadî û ji hêla siyasî ve têxe bin kontrola xwe .Bi vê yekê Xerb dixwaze ji hêla dînî ve medeneniyeta fitratê ya Îslamê tahrîb bike, dixwaze ji hêla îqtîsadî ve  ji bo petrolê daring ango madeya ham bidest bixe û ji hêla siyasî ve jî dixwaze beqaya sîyonîzmê tesîs bike.Em karin armancên van teşebûsên Xerbê yên ku qala wan tên kirin bi paş ve jî bibin.Lê ger ku ji bo diyarkirina xaleke girîng pêdivî hebe pêwîst em giraniya xwe bidin salên 1916-1917an.Sala 1916an sala kirina Peymana  Sykes Pîcotê ye.Sala 1917an jî dîroka ji teref Îngîlîzan ve îşxalkirina Qudusê û bi îmzekirina Deklerasyona Balfourê avêtina bingeha Îsraîlê sîyonîst e.Xerb di vê tarîxê de netewe û dewletên ku dê erdnigariya Îslamê perçe bike daye damizrandin.Cihûyan ji xwe dûr girtiye û rejime sîyonîst wek ‘qereqoleke li pêş’  di erdnigariya Îslamê de bi cî kiriye û mişkîleyeke daîmî daye destpêkirin.”

 “Bi meqseda îşxala fîzîkî û çandî neqşeya genê ya erdigariya Îslamê derxistin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Osmanî bi pêvajoya ‘Rojavayîbûnê’ ji îşxala fîzîkî û çandî re hatiye amadekirin  û wiha pê de çû: “Ji bo  li ser Osmanî hakim bibin  ‘neqşeyên genê’ derxistin û bi neqşeyê cudahiyên mezhebî û qewmî derxistin pêş  û fikra îttîhad û îttîfakê hedef girtin.Zîra Xerb, dizanibû ku  bi derketina potansiyela di alema Îslamê de ew ê projeyên wan xera bibin.Ji ber vê yekê pêvajoya Xerbîbûn  ji li textê rûniştina Mahmûdê 2yemîn dest pê kir û heta Fermana Tanzîmatê, Fermana Islahatê, Meşrûtiyeta Yekemîn, Meşûrtiyeta Duyemîn , Îlana Cumhuriyetê û sefheyên mîna van berdewam kir ku ev yek jî zemîna îttîhad û îttîfakê tahrîb kir.Di ya rastiyê de ev pêvajo  pêvajoyeke ‘îşxala çandî’ ye.”

Yavuz  di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  Misliman  ji ber du sedemên bingeh li dijî van teşebûsên îşxalê yên  ku ji teref Xerbê ve wek çandî hatine kirin nikaribûn bi têra wê li ber xwe bidin  û ev her du sedem jî acziyet û îçtîhad e.

Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Têgihên mîna ‘huriyet, musavat, adalet yên mîna van’ ên ku ji ber bayên ku li Xerbê rabûn, armanc û emelên di pey van planan de nehatin fêmkirin.Ji rexê din ve jî di navbera saltanat û meşrutiyetê de hat tepisandin.Li gor kodên me yên medeniyetê modeleke sîyasî nehat çêkirin.Digel ku Mehmet Akîf  û Saîdî Nûrsî  tiştinan kiribûn jî bi şiklekî berfireh  zenûniya îçtîhadê nehat derbasbûn.”

 “Îslamê kategorîze kirin û daxistin muamelatê”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di wê pêvajoya ku qala wê tê kirin de digel kategorîzeya ku hat kirin veçheyên mîna edalet, ewlehî, îqtîsad, siyasetê ji Îslamê hatine derxistin û tenê hisûsên mîna fiqih û muamelatê ji navendê re hatine kişandin.Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Misliman ji hêla siyasetê ve ketin nava valahiyeke mezin û bêxwedî man.Li erdnigariya Îslamê îdareyên zalim wek meşrû hatin dîtin.Li dijî sefheya ewil a girîng a îşxala çandî tu tedbîrên ciddî nehatin standin.Îxwanul Muslîmun û herekêtên mîna vê yên îhyayê li Misrê li dijî vê yekê bi qasî hêza xwe hewil dan li ber xwe bidin.Lê belê ev hereket ji derve û ji hundir ve hatin dorpêçkirin û hewil hat dayîn ku ev hereket bêtesîr kirin.Di roja me de jî mahfîlên qirêj hewil didin van ked û xebatan  bi dawî bikin.”

Li alema Îslamê  ‘fikriyata yekîtiyê’ tê hedefgirtin

Yavuz di  berdewama axavtina xwe de qala sedema ji teref Xerbiyan ve dizaynkirina navendên qedîm ên erdnigariya Îslamê  kir û destnîşan kir sedema vê yekê tunebûna yekîtiya di nava Mislimanan de ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Axên me yên qedîm ên mîna Şam û Mûsilê çawa dibe ku ji teref Xerbiyan ve tên dîzaynkirin?Ew rewş weke ku însanek odeyên mala xwe bi kesekî biyanî bide dîzaynkirin e.Di pey vê de  tunebûna yekîtiyê ye.Teşebûs û fîkriyatên ku dê yekîtî tesîs bikin   bi şikleke dijwar tên sabotekirin.Projeya D-8, Peymana Şamgem û yên mîna van dema ku em li pey van projeyan binêrin em ê tiştên ku pêk tên  bi şikleke eşkere dê em ê bibînin.Tê zanîn ku Projeya D-8 ji sedemên herî girîng a darbeya post-modern a 28ê Sibatê ye.Peymana Şamgenê ya ku tê de gerîna serbest a di navbera Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê hebû jî   dan destpêkirina sedemên  şerê navxweyî ya Sûriyeyê  ye.Heta dikare bê gotin ku sedema lînçkirina Kaddafiyê ku em ji gelek hêlan ve wî rexne dikin Projeya Yekîtiya Efrîkayê ye.”

 “Tirkiye kete asta ku rejîma Kemalîst derbas bike”

Yavuz di berdewama axavtina xwe qala rejîma Kemalîst kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tirkiye êdî tînê zimên ku bi têgihiştina  sala 1923an li sala 2016an nikare bê nihêrtin.Ev yek tê maneya redkirina pergela Kemalîsta Xerbîparêz ê ku li ser zemîna laîktî û Tirkîtîyê hatiye avakirin.Ji sedemên bingeh a xeşma Emperyalîstan  yek jî ev e.Pêvajoya 28ê Sibatê, bûyerên 6-8ê Cotmehê, bûyerên Cizîrê yên ku di  27ê Berfanbara 2014an derketin, teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê û hedîseyên mîna van divê ji vê zaviye bên xwendin.Di ya rastiyê de bûyerên ku qala wan tên kirin dewama hev in.Ger ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de tiştê ku dihat arzûkirin qewimîbana dibû ku hewce ji 15ê Tîrmehê re jî nemabana.”

 “Fitneya li Sûrî û Iraqê encax bi îttîfaqê dikare ji holê bê rakirin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir geşedan û bûyerên ku di van pêlên dawî de pêk tên bi Peymaba Sykes Pîcotê ve girêdayîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “dDigel Sykes Pîcotê di nava alema Îslamê de  di manaya qewmî û mezhebî de birzên fitne hatin çandin. Ev tiştên ku îro li Sûriyê û Iraqê diqewimin fêkiyên wan bizran e.Divê ev rastî li ber çavan bê girtin û li ber pevçûna qewmî û mezhebi bê girtin.welatên mîna Tirkiye û Îranê  ku her du jî du welatên girîng ên Îslamê ne dikarin vê qeyranê bi îttîfaqê çareser bikin.”

Yavuz di dawiya axavtina xwe de destîşan kir Xerb digel van  rageşiyên dawî ketiye qrîzê û wiha dawî li axavtina xwe anî: Pêvajoya Brexîstê ya ku tê manaya veqetîna Îngîltereyê ya ji Yekîtiya Ewrûpayê û di hilbijartinên 2016an de hilbijartina Trump dema ku li ber çavan bên girtin diyar dike ku pergela Xerbê deriziye.Em dikarin bibêjin li du welatên ku me qala wan kir digel temamê manîpulasyinan xelk li gor daxwaza pergalê qerar nade.Bi vî awayî piştî bloka sosyalîstan  bloka lîberan jî kete nava hilweşînê.Pêwîst e ev firset ji teref alema Îslamê ve baş bê nirxandin.”(ÎLKHA)



HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.