Xelîl el-Heyya: Serhildana El-Eqsayê îddîaya rejîma sîyonîst a "pêşîgirtina stratejîk" têk bir
Xelîl el-Heyya, rêberê Hamasê, di gotarekê de bi minasebeta salvegera 38emîn a tevgerê kir, tekez kir ku Operasyona El-Eqsayê îddîaya rejîma sîyonîst a "pêşîgirtina stratejîk" têk bir; wî banga ji nû ve avakirin, alîkariya mirovî û yekîtiya neteweyî kir.
Rêberê Hamasê Xelîl el-Heyya di gotarekê de ku bi minasebeta salvegera 38emîn a tevgerê hat lidarxistin, diyar kir ku doza Filistînê ji merhaleyek dîrokî derbas dibe û got ku Operasyona Eqsayê efsaneya ewlehî û serdestiya rejîma sîyonîst şikandiye. El-Heyya her wiha diyar kir ku ev veguherîna mezin ji bo gelê Filistînê derfetek girîng pêşkêş dike da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixe.
El-Heyya tekez kir ku gelê Xezzeyê ji ber êrîşên berdewam bedelên pir giran dane, û bi bîr xist ku zêdetirî 70 hezar Filistînî, ku piraniya wan jin û zarok in, şehîd bûne.
El-Heyya behsa şehadeta Raid Saad "Ebû Muaz" kir, ku yek ji pêşengên berxwedanê bû, û diyar kir ku ew sembola berxwedanê bû ku bi dehan salan di bin çavdêriya îşxalkeran de jiyaye.
El-Hayye destnîşan kir ku Filistîniyên li Şerîaya Rojava bi teroreke sîstematîk re rû bi rû ne, zexta leşkerî ya îşxalkeran û êrîşên niştecihan di heman demê de diqewimin, û bajar û gund bi deriyên hesinî û xalên kontrolê têne xeniqandin. Li Qudsê, wî tekez kir ku nasnameya Mescîda Eqsayê tê hedefgirtin, dabeşkirineke demkî ya fiîlî tê ferzkirin, û niştecih bi êrîşên rojane dabeşkirineke mekanî ferz dikin.
El-Hayye diyar kir ku Filistîniyên li herêmên 1948an jî rastî cudakarî, zilm û bêmilkbûnê tên, lê dîsa jî ew nasname û pabendbûna xwe bi dozê re diparêzin. El-Hayye bal kişand ser şert û mercên dijwar ên li kampên penaberan û êrîşa li Eyn el-Hilweyê wekî mînak nîşan da, ku tê de 13 zarok şehîd bûn.
El-Heyya behsa encamên şer kir û got ku berxwedan sax ma û ev yek nîşan da ku îşxalker ne bêşikestî ne. Wî destnîşan kir ku bi Tofana Eqsayê re, efsaneya ewlehiyê ya rejîma sîyonîst hilweşiya, ew di asta navneteweyî de zêdetir îzole bû û sûcên wê yên şer ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bûn. Wî diyar kir ku projeyên normalîzekirinê derbeyek xwarin û doza Filistînê careke din di navenda rojeva cîhanî de bû.
El-Hayye, ku pêşanîyên serdema pêş de jî destnîşan kir, tekezî li ser pêwîstiya bicîanîna tevahî ya agirbestê, misogerkirina ketina alîkarîyê, ji nû ve avakirina nexweşxane û binesaziyê, vekirina deriyê sînor ê Refahê û vekişîna tevahî ya dagirkeran ji Xezzeyê kir. Wî diyar kir ku ew amade ne ku komîteyek teknokratîk a ji Filistînîyên serbixwe pêk tê Xezzeyê birêve bibe da ku pêvajoya ji nû ve avakirinê dest pê bike.
El-Heyya diyar kir ku divê rola hêzên navneteweyî bi tenê bi parastina agirbestê ve sînordar be, û tekez kir ku berxwedan û bikaranîna çekan mafên rewa yên gelên dagirkirî ne. Wî banga lezandina alîkariya mirovî kir, û bal kişand ser krîza mirovî ya giran a li Xezzeyê di bin şert û mercên zivistanê yên dijwar de.
El-Hayye, ku peyama yekîtiya neteweyî jî da, bang li hêzên Filistînî kir ku li dora bernameyeke hevpar bibin yek, jiyana siyasî vejînin û hilbijartinan li dar bixin. Wî her wiha diyar kir ku mijara êsîran yek ji pêşîniyên bingehîn ên berxwedanê ye.
Xelîl el-Heyya di dawiya axaftina xwe de şehîdan bi bîr anî, soza xwe ya ji bo hemû şehîdên Tofana Eqsayê û berxwedana Filistînê, bi taybetî Şêx Ehmed Yasîn, tekez kir û diyar kir ku Hamas dê tu carî xeta xwe ya berxwedanê bernede. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.