Yapicioglu: Lazim e ku sîstema perwerdehîyê di ber çavan de bê derbaskirin

Yapicioglu: Lazim e ku sîstema perwerdehîyê di ber çavan de bê derbaskirin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di kongreya partîya xwe ya li navçe ya Qoserê de axivî.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û dûre jî Serokê Bajarê Mêrdînê yê HUDA PARê Îsmaîl Çevîk axavtina silavdayînê kir, wî ji hemû kesan re ji ber ku beşdarî bernameyê bûne re teşekûran kir.

Yapiciogluyê ku li vê derê peyamên muhîm da, got ku bi vekirina Meclîsê ya di 1ê Cotmehê de karê wan yê ewil ew ê xebata makeqanûneke nû be.

Yapicioglu di axavtina xwe de derheqê sazîya malbatê, meaşê emekdaran, zêdebûna kirêyan, sîstema perwerdehîyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de derheqê van meseleyan de balan kişand.

Makeqanûna cûntayê

Yapicioglu derheqê Makeqanûnê de weha got, “Ev bû 40 salan zêdetire em bi makeqanûneke cûntayê tên îdarekirin. Em ji 10 salî zêdetire dibêjin werin em ji vê eybê xelas bibin. Hemd ji Xwedê re îro rojeva sîyasetê jî van gotinan girtîye devê xwe û hetta wezîrekî jî got ‘Ev makeqanûneke cûntayê ye’. Em dibêjin ku werin em tev bi hev re vê makeqanûnê li ser xelkê xwe rabikin.”

Makeqanûneke sîvîl

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku hewcedarîya gelê me ji makeqanûneke ku ji teref sîvîlan ve hatîye amadekirin heye û divê wê makeqanûnê ji li ser bingeha edaletê be û miletê jî bigre nevenda xwe.

Zêdebûna kirêyan

Yapicioglu: “Bi taybetî ez wisa difikirim ku zêdebûna kirêyan bûye haleke wisa ku gûnehê wan ji însanan re nayê. Bi wê şeklêye ku însanan di bajarên mezin de temamê meaşên xwe jî bidin nikarin di nav xanîyekî de rûnên. Ev jî canê însanan diêşîne. Wa niha ciwanên me yên ku zanîngehê qezenc kirine hene û ew ê wan ciwanên me jî biçin bajaran. De ka werin bibêjin ew ê wan xwendekaran çawa heqê kirêyan bidin. Raste ji bûrsa xwendekaran re zem hatîye kirin lê bi rastî ev qîm nake.”

“Halê emekdaran ji sebirkirina heta serê salê re nemaye”

Yapicioglu: “Karkeran zemê dixwazin, ew heqê wane jî. Cotkaran ji bona hilberîna xwe fîyetekî baş dixwaze. Ew jî heqê wî ye. Destê vana di bazarîya bi dewletê de biqewet e. Lê yên emekdaran ne ewqas biqewet e. Berê ji wan re zem hatibû kirin. Ew dibêjin ku me ji wan re ji sedî 25 zem kirîye, bira meaşê we di 7.500 lîreyî de bisekine. Em ê di serê salê de ji we re zemekî baş bikin. Em jî ji li vê derê dibêjin ku êdî halê emekdaran nemaye ku xwe bighêjînin serê salê. Ez nebawerim ku heta wê roje debarê bikin. Em dibêjin ku meaşê wan çi dibe bira bibeî ji her emekdarê re herî kêm niha 5 hezar lîre zem bê kirin.”

“Lazim e ku sîstema perwerdehîyê di ber çavan de bê derbaskirin”

Yapicioglu di axavtina xwe de derheqê sîstema perwerdehîyê de jî axivî û weha got:

“Derheqê perwerdehîyê de pirsgirêkên me hene. Me dibistanên xweşik lêkirine. Avahîyên me gelek xweşik in. Lê ev qîm nake, pirsgirêkên me yên derheqê perwerdehîyê de hene. Ka di nav wan avahîyan de ji zarokên me re çi tê hînkirin. Dewlet zarokan ji emrê wan yê biçûktîyê ji malbatên wan distîne û heta 18- 19 salî wan perwerde dike. Dûre jî dema ku ji wê xwendekarê tiştekî dernekeve di wê emrê wî de zarokê dide te û dibêje ha ji te re wî perwerde bike. Ka ew ê dêûbavan, wê xwendekarê 18-19 salî, çawa perwerde bike. Hûn zarokan 12 salan ji wan distînin û nikarin tiştekî jî hînê wan bikin. Ger ku em doxor, ebûqat, endazyar û mîmaran perwerde bikin û wan mirovan li gorî nirxên me hereqetê nekin ew nabe. Dibe ku ciwanan di nav xwe de ji hev re hereketên ku bi însanan nakeve bikin. Lê ev ne sûcê wan e. Ev sûcê perwerdehîyê ye. Hûnê bibêjin çima? Çîmkî ciwanê ku 12 sal perwerdehîyê dibîne û tiştekî exlaqê, nirxan û însanîyetê hîn nabe ew perwerdehî dibe sûcdar. Divê ku em di vî warî de tedbîrên muhîm bigrin.”

Piştî axavtinan Abdulah Kavan di kongreyê de ji nû ve hat bijartin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.