Yapicioglu: Wexta komarîya bê gel dawî bûye

Yapicioglu: Wexta komarîya bê gel dawî bûye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu beşdarî Kongreya navçeya Zeytînbûrnû ya partîya xwe bû û derheqê rojevê de nirxandinan kir.

Yapicioglu di kongreyê de derheqê perwerdehî, perwerdehîya tevlîhev, nefeqeya bêdem, sazîya malbatê, makeqanûna cûntayê, baca ku zêde tê girtin û hilbijartinê de nirxandinan kir û nerînê partîya we got.

Yapicioglu di kongreyê de derheqê hilbijartinê de bal kişand ku ew niha li gorî bi navê bikevin hilbijartinê bibin hazirîyê dikin lê ev nayê vê meneyê ku beşdarî tifaqeqî bibin.

Yapicioglu di axavtina xwe de weha got, “Ew ê di 31ê Adara sala 2024an de hilbijartinên mehellî wê bên lidarxistin. Helbet di van hilbijartinên mehellî de ew ê çavê hemû kesan li Stenbolê be. Em dibêjin ku bira Stenbol 5 salekî dinê jî winda neke. Îdarevanên mehellî, mirovên ku li ser îdareya mehellî ne helbet li gorî nasnameyên wan yê sîyasî bi meseleyên sîyasî re eleqeder dibin feqet bira pêşîvanîya wan sîyaseta mehellî be, xizmeta mehellî be. Înşeallah Stenbol dîtîye ku ji mirovekî ku xeyn li bajara ku li wê derê wezîfedare li hemû bajarên dinê digere, xeyn ji pirsgirêkê bajara xwe bi pirsgirêkên bajarê dinê re eleqeder dibe ji vê bajarê re xêr tine. Bi gotin kar çênabe, bi gotina ku me xizmetê kirîye xizmet nayê kirin.

Em ji her îhtîmala hilbijartina mehellî ya ku di pêşîya me de ye re amade ne. Ti tîfaqekî çênebe jî em ji hilbijartinê re amade ne. Xebatên me yên ku wek em tenê dikevin hilbijartinê berdewam dike lê ev jî nayê vê meneyê ku em ji tîfaqan re girtîne an jî me derîyê tîfaqê girtîye. Ger ku mimkin be, şert û merc rê bidin dibe ku tîfaq jî çêbibin û ew ê bibin jî. Ji bona ku ji welatê re bi xêr be, xizmetê hilberîne û nirxên miletê ji sîyasetê re bar bikin û ji bona ku em encamekî wisa bidestbixin wext wexa derketina sehayê û xebatê ye. Ji sibê şûn va em ê di kolanan de bin. HUDA PAR partîyekî ku ji hilbartinê heta hilbijartinê dixebite nîne. Bi îzna Xwedê ew ê meneya vê gotine me çîye jî wê piştî hilbijartina 31ê Adarê de bê dîtin. Bi îzna Xwedê em ê ji sala 2024an heta 2028an di nav xelkê xwe de bin, em ê daîma bazdin, xizmetê bikin, ew ê bi derdê xelkê xwe re derddar bibin, di meseleya bûyîna berdevkê wan de cehdê bikin, her rojekî me ew ê bi îzna Xwedê ji rojekî berê zêdetir bi qewet be.”

Yapicioglu bal kişand ku HUDA PAR hereketeke sîyasî ya ku qeweta xwe ji miletê digre û nirxên miletê diparêze ye wî dûre weha got, “HUDA PAR ji roja ku hatîye damezrandin heta îro ev tiştê kirîye, ew ê ji îro pê ve jî ji bona ku ev tiştê bike bedêla wî çi dibe bira bibe ew ê berdewam bike. Me vêya di bernameya partîya xwe de jî, cîh hatîye di platformên cuda de jî, di demên cuda de jî îfade kiribû. Ez ji li vê derê carekî dinê jî bibêjim; dema komarîya bê gel qedîyaye. Wan mirovên ku sîyaseta dijwarîya ji vê welatê re dikin ji vê miletê re biyanî ne; bi îzna Xwedê ew ê wan mirovên ku ji nirxên miletê re neyartîyê dikin, ew ji dîroka miletê re cahil in, ew ji orf, kevneşopî û qîmetên miletê re wek şaşan lê dinhêrin û ew ê bi alîkarîya vê miletê cardin rûyê desthlatdarîyê nebînin.”

“Xelaskirina ev milletê ji vê makeqanûna cûntayê ji bo sîyasetê soza namûsê ye”

Zekerîya Yapiciogluyê ku diyar kir di 1ê Cotmehê de ew ê Meclîs bê vekirin, got ku meddeya herî mûhîm ya rojevê ku bê bidestxistin veguhertina makeqanûnê ye.

Yapicioglu weha got:

“Me ji sala 2012an heta xwe de makeqanûneke nû nivisandibû. Makeqanûna ku niha di rewacê de ye 20 caran hat guhertin, ji 3yan 2yê meddeyan hatin vegihertin. Lê ev makeqanûn hêna jî makeqanûna 1982yan a cûntaya leşkerî ye. Mitleqe divê ew were guhertin. Partîyên sîyasî, berê di sala 2012an de komîsyonekî saz kiribûn. Hetta ji bona ku lihevkirina ev komîsyonê bê kirin li hejmarê kursîyên partîyên di Meclîsê de ne nehat nêrtin û bi wekhevî temsîlkar hatin wezîfedarkirin. Nêzê di 60 meddeyan de lihevkirin hat kirin. Di dawîyê de jî çênebû. Hûn ji kê bipirsên ew ê bibêjin bira makeqanûn were guhertin. Em jî ji ber vê yekê dibêjin sozeke ku partîyên sîyasî ji xelkê re dane hene. Herî kêm soza 4 partîyên sîyasî yên ku wê demê di Meclîsê de bûn heye. Ev xelaskirina ev miletê ji makeqanûna cûntaya leşkerî ji bo sîyasetê sozeke namûsê ye. Ew wê sozê dane, divê ku wê soza xwe bi cîh bînin. Ev ji bona me jî wezîfeyekî ye, em ê di vê meseleyê de ji wezîfeyê nerevin, çi ji destê me were em ê bikin. Werin em bi hev re rûnên ka em ê çawa makeqanûneke nû çêbikin, werin em tev bihev re xeber bidin û tev bi hevr e bigrin qelemê.”

Yapicioglu diyar kir ku ew ji du meseleyên dinê re jî muhîmtîyê didin ku dema were Meclîsê ew ê çi ji destê wan were ji bona bê qebûlkirin bikin, ji wan yek parastina malbatê, yê duyem jî ewlehîya makeqanûnî ya tesettûrê ye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.