Aşiq Ji Zencîr û Zindan Natirse/ Muhammed Sebatî Nivîsand...

Aşiq Ji Zencîr û Zindan Natirse/ Muhammed Sebatî Nivîsand...

“Kesê Aşiq ji çûna can natirse/ Aşiq ji zencîr û zîndan natirse/ Dilê Aşiq weku gurê birçî ye/ Ku ew ji heyheyên şivan natirse...”

Kesê Aşiq ji çûna can natirse

Aşiq ji zencîr û zîndan natirse

Dilê aşiq weku gurê birçî ye

Ku ew ji heyheyên şivan natirse

 

Dema min cezayên li rêvebirên Partiya Doza Azad û endamên Komeleyên Civaka Sivîl hatine birîn seh kir, çi ğerîb e di destê min de Dubeytî yên Baba Tahirê ‘Uryan hebûn. Ji van dubeytiyan yekî de bi vî awayî digo: “Kesê Aşiq ji çûna can natirse/ Aşiq ji zencîr û zîndan natirse/ Dilê Aşiq weku gurê birçî ye/ Ku ew ji heyheyên şivan natirse...”

 

Ev çend kelîmeyên ku ez li vê derê dinivîsim jî dê ji wateya vê helbestê ne cûda be. Teqez wan kekên me yên ku cezayên giran sitendine, gelek di dilê me de ‘ezîz in. Lê belê digel vê çiqas ew li ber dilê me ‘ezîz bin jî, ‘ezîzekî ber dilê wan jî heye. Ew li pey razîkirina wî ‘ezîz îne. Aşiqê ber dergahê wî ne. Ji ber vê yekê gazinda wan ji tû kesî nîne û divê nîn be. Lewra “Kesê Aşiq ji çûna can natirse...” Kesekî ku ji çûna can netirse, gelo ma qey wê ji girtîgeh û zîndana bitirse?

 

Çawa ku ji çûna can natirse bi vî awayî ew “Aşiq ji zencîr û zîndan natirse...” Zîndan û zencîr, ji destpêka dîrokê vir ve ji aşiq cuda nabin, ji dozvanê doza heq û azadiyê qe cuda nabin. Ji vê yekê ‘aşiqên doza heq û azadiyê ne pêkane ji van tiştan bitirsin. Ew van tiştan ji bo wesleta yarê wek pirekê dibînin û divê bibînin. An na îddîa, aşiqtiyê dê çawa bê îspat kirin. Çawa ku ji bo îspata evînê ji xwînê diyariyeke mezintir nîn e, digel vê ji zencîr û zîndanê delîleke mezintir nîn e.

 

“Dilê aşiq weku gurê birçî ye...” ji ber vê yekê sekn û tebat jê re nîne. Ji bo wê birçîbûna xwe ya evînê têr bike û bighê wesla yarê, hinek keysên nû dişopîne. Dema bidestxist ji bo ku bighê ji gurekî dahî leztir e. Ha ev zencîr û zîndan, carna keysnê baş dide Aşiq û ji bo vejîneke nû ew di bin axê de şîn dike, dighê dighê heya ku axa hişk û kevir qul dike, serê xwe ji wê zîndana axê diderîne, bilind dibe û şax dide, heya dighê mezinbûneke wisa ku ser asîmanan digre, siya wî diparêze û fêkiyên wî têr dike. Aşiq bi vî awayî ‘ezîzê ber dilê xwe û maşûqê xwe jî kêfxweş dike û ew heybet, xeml û bejna wî her û her wî dixe dilê maşûq de.

 

“Ku ew ji heyheyên şivan natirse” ku tirs yekî ze’îf dihêle, ji bo bidestxistina ‘ezîza ber dilê xwe, têr kirina birçûna ji evîn û wesletê, divê mêrxasî hebe, divê cesaret hebe. Vêca digel van hissiyatan kê dikare bêje Aşiq ji heyheyên şivan ditirse. Bila ew heyheyan bike, bila qesda can bike û divê bila aşiq bidestxe û wî bêxe bin zencîran û bavê zîndanan.

 

Vêca:

Dilêm bê wesla te şadî nabîne

Ji derd û xeman azadî nabîne

Xerababadê dil, bê hatina te

Îlahî ti wext abadî nabîne

 

Û

Eger derdê min yek bûya, çi dibû

Ger xema min hindik bûya, çi dibû

Li kêleka min hebîb yan tebîbek

Ji herdûyan yek hebûya, çi dibû

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.