Bi “Rêberê Cema’eta Hîzbûllah” Re Hevpeyvîn

Bi “Rêberê Cema’eta Hîzbûllah” Re Hevpeyvîn

Li ser rojevê malpera huseynisevda.biz hevpeyvîneke ku bi Rêberê Cema’eta Hîzbullah re hatiye kirin weşande. Em jî vê hevpeyvînê digel wergera wê ya bi Kurdî pêşkêşî we dikin.

Li ser rojevê malpera huseynisevda.biz hevpeyvîneke ku bi Rêberê Cema’eta Hîzbullah re hatiye kirin weşande. Em jî vê hevpeyvînê digel wergera wê ya bi Kurdî pêşkêşî we dikin.

Hevpeyvîna ku huseynisevda.biz bi Rêberê Cema’eta Hîzbullah re kiriye bi vî awayî ye...
 

Di serî de digel xebatên we yên bê sekn, ji ber ku we ji me re wextê xwe vala kir em teşekkurê xwe pêşkêş dikin, Xweda Te’ala ji we razî be.

Ez ji we re teşekkur dikim û Xweda Te’ala ji we jî razî be.

Hûn lêborîn xwestina rejima Siyonîst yê îşğalker li ser qetlî’ama Mavî Marmarayê çawa dinirixînin.

بسم الله الرحمن الرحيم

Digel ku li pey vê lêborînê hinek planên din jî hebin, pey berxwedana sê salî lêborîn xwestina rejima terorê a Siyonîst, ji aliyê zilleta ku ketiyê ve em pêşketineke girîng dibînin.

We go li pey lêborîn xwestina rejima Siyonîst hinek hesabên din hene. Li gor we di pey vê lêborînê de hesabên bi çi awayî hene?

Hişyariya Îslamî a li Rohilatanavîn, Amerîka û rejima Siyonîst gelek ditirsîne. Rejima Siyonîst dostên xwe winda dike û digel vê yekê ewlehiya wê jî dikeve xeterê. Hişyariya Îslamî a li herêmê ji bo menfe’etê Amerîka û dewletên Rojavayî yên din jî xebervanê xetereke mezin e. Ewlehiya rejima Siyonîst, menfe’etên Amerîka û dewletên Rojava pêwist dibîne ku ev rejim bi Tirkiyê re di nav têkiliyên xurt de be. Sedemê bingehîn a ziyareta Obama yê Serokê Amerîkayê Şeytanê mezin bi bal Filistîna dibin îşğalê de ye, ewlehiya rejima Siyonîst bû.  

Ew bi xwe jî eşkere dikin ku di pey vê lêborînê de hinek hesabên dinê hene. Divê hesabên Amerîka û Îsraîl yên di derbarê welatên Îslamê de ji ber çavê Musulmanan nereve. Lewra li Misirê îqtîdarbûna Îxwan, li Lubnan û Ğezzeyê berxwedana Musulmanan, Siyonîstan û hêzên emperyalî kişande nav rewşeke jê derketin ne pêkan e. Amanca wan ew e: gengeşiya ku di nav Tirkiyê û rejima Siyonîst de xwiya dike ji holê rakin û bi wasîteya Tirkiyê Misir û Hemasê ji veguherînekî derbasbikin. Hesabê wan ew e: Misira ku li ber dîtina nasnameya xwe ye ji xettika Îslamî dûrbikin û bînin ser xettika ku divên û Hemasê jî ji berxwedanê biqerînin û weke El Fetihê bînin xettikeka teslîmker. Ji ber ku rasterast ne pêkan e van amancên xwe bicihbînin, hewl didin ku bi îstîfadekirina ji Tirkiyê van amancên xwe pêkbînin.

Ji bilî vê; Projeya Rohilatanavîn a Mezin ku Amerîka pêşîvaniya wê dike û amanca girtina rejima Siyonîst nav NATOyê, di nav sedemên lêborîn xwestina rejima Siyonîst ji Tirkiyê em dikarin bijmêrin. Gengeşiya di xwiyayî de di navbera Tirkiye û rejima Siyonîst de hebû ji bo pêkanîna van amancan wek astengekê bû. Weke ku hinek dibêjin çavkaniya lêborîn xwestina rejima Siyonîst ji Tirkiyê, ne serkeftina Polîtîkaya Tirkiyê a dervî welat e. Ji ber ku menfe’etên rejima Siyonîst vê yekê divê Siyonîstan lêborîn xwestin.

We beyan kir ku Amerîka û hêzên emperyalî yên din planan dikin ku Misir û Hemasê ji veguherînekê derbasbikin, gelo wê dikaribin vê yekê pêkbînin?

Ev, amanca Siyonîstan û hêzên emperyalî ye. Lê belê ji ber paşeroja wan, danehev a wan a Îslamî û têkoşîna wan a li ser bingeha hessasiyeta Îslamî, Mursî û rayedarên Hemasê, em bawer dikin ku wê bi hinek rêvebir û kesayetên Musulman tên zanîn nexapin û nekevin ğeletiyeke wisa. Hem li Misirê û hem jî li Filistînê Musulmanan berdêlên mezin dan. Em bawerdikin ku Mursî yê ji gerdîşeke xwedî têkoşîna Îslamî a dûvedirêj tê van planan dibîne. Em dîsa bawer dikin ku birayên rêveberiya Hemasê dimeşînin wê destûrê nedin ku Hereketa Berxwedana Îslamî bikeve rewşa El Fetihê. Baweriya me ya di derbarê birayên me yên Hemasî de ku wê li hember vê xetera hanê dewamî hişyar bin tam e.

Pey lêborînê tê gotin ku wê têkiliyên navbera Tirkiye û rejima Siyonîst de bi pêşkevin û hevpeymanên nû bên kirin. Li gor we tu feyda van hevpeyman û têkiliyan ji Tirkiyê re heye?

Bi qasî ku em dişopînin û li gor beyanên aliyan di serî de hevpeymanên leşkerî, têkiliyên aborî û bazirganiyê bê navber dewam kirine.

Musulman divê vê tiştê tu demî jibîr nekin: Di serî de divê Musulman Siyonîstan çawa ku Allah Te’ala di Qurana Pîroz da daye danasîn nasbikin. Kesayet û karakterê Siyonîstan bi tevahî bizanibin û di têkiliyên di navbera xwe û Siyonîstan de divê çawa tevbigerin baş fêr bibin. Bê ku vana bên danîn ber çavan çi têkilî û hevpeymanên bên kirin wê ji bilî zirarê tu encam nedin.

Di Newroza 21ê Adarê a li Amedê, peyama ‘Ebdullah Ocalan a di derbarê bi dawîbûna têkoşîna bi sîlehan li hember dewletê hat xwendin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Di serî de em vê yekê beyan bikin ku PKK; encama tezyîqatên sed sala dawî yên faşîst a rejima Kemalîst û nîjadperest e. Heger em li ser peyama Ocalan bipeyvin, naveroka peyamê bi piranî dişibihe axaftinên netewî yên ku şêwirmendê Erdoğan ji bo Erdoğan amade dikin, digel vê tiştên hatine gotin, nivîsandin û kirin heya ku bi menfe’etên Îslamê û Kurdên Musulman re neyê hemberî hev ji bo me nabin tu pirsgirêk.

Hukumet û PKK pey ku şerê navbera xwe sekinandin, wê li hember gelê Musulman helwesta wan çibe, di vê derbarê de hêviyên we çi ne?

Di serî de Ocalan û PKK, heger bixwazin ji menfe’etên Kurdan re xizmet bikin, divê berê xwe bidin Îslamê, di derbarê Îslamê de lêkolînan bikin û hewl bidin ku Îslamê fêm bikin û hetta divê Îslamê wek tîpeke jiyanê fêr bikin. Ev yek rêya herî tebî’î û reel e. Herî kêm divê ji neyartiya heya îro ji Îslam û Musulmanan re kirine biqerin û vê yekê di pratîkê de nîşanbidin.  

Di hêla dî de, hukumet divê astengên li pêşiya jiyana Îslamî rake û ji vê demê pêve di gavên wê bavêje de divê ji tetbîqatên muxalifên Îslamê bireve. Bê ku bi tu qeyd û mercî ve xwe girêbide divê mafên Kurdan yên Îslamî û însanî ji bo bide wan çu hewl pêwistin bavêje.  

Dewlet; divê ji polîtîkaya tezyîqat û neyartiyê a nêzîkê sed salî ye di serî de li hember Kurdan û bi giştî li hember Musulmanan dişopîne biqere. Rêya vê yekê jî ew e ku; Îslamê wek nasnameyeke sereke qebûl bike. Em li vê derê beyan dikin ku di vê derbarê de çi gav bên avêtin em piştgiriyê didinê.

Li Sûriye bi ser du sala ket ku şer didome. Her roj xwîna gelek mirovan tê rijandin. Welat bû kavil. Di derbarê şerê navxwe a li Sûriyê de hûn çi dibêjin?

Fîtna li Sûriyê roj bi roj mezin dibe. Zulm û tengasî roj bi roj zêdetir dibin. Êdî ne du alî, gelek alî derketine holê. Bi awayekî li hember hev şer û têkoşînê didin. Ji aliyên ku ne Îslamî re ne tu peyva ku em bêjin nîn e. Ew şeytaniya xwe dikin û wê şeytaniya dikin bidomînin. Gazî û tewsiyên me bi tenê ji muxalifên ku Razîbûna Xweda ji xwe re kirine amanc, ji kesên bê deng û Musulmanên bi hin hincetan piştgiriya rejimê dikin re ye. Em dixwazin ku tevî Musulmanan di bin avahiyekî de bicivin. Ev yek nebe jî em dixwazin ku bi awayekî dewamî di nav hev de têkilî û pevgihîştina wan hebe. Em dixwazin ku li hember aliyên Laîk û Nijadperest hişyar bin. Em dixwazin ku cenga xwe jî û aşîtiya xwe jî di çarçoweya Îslamê de bikin. Em dixwazin ku Musulman, bê ku li paşerojê binêrin, yên li îqtîdarê jî tê de, di nav welat û dervî welat yên teref in gazî Îslamê, gazî rêveberiyeke Îslamî û bi amanca damezrandina Sûriyeke nû a di çarçowa Îslamê de bikin û di vê derbarê de mesûliyeta xwe bicihbînin. Em dixwazin, vê karê, ji Rojava an jî ji kesayet, sazî û dewletên bi fermanên Rojava hereket dikin re nehêlin û Musulman bi destê xwe bikin. Dema herkes wezîfa pêkbîne, tiştên ku îro weke xeyalan têne dîtin sibê wê bi destûra Allah Te’ala pêkbên.

Di tevî van karan de ger em ne pêşîvan bin jî em ji birayên xwe û ji gelê xwe dixwazin ku heya îro çawa wezîfa xwe kirine ji îro pê de jî alîkariya gelê Suriye yê mezlûm ku di tengasiyê de ne bikin û alîkariyên xwe yên li wan bidomînin.

Di hinek beyanatên xwe yên berî niha de ku hatibûn weşandin, we beyan kiribû ku; hûn piştgiriyê didin berxwedana gelê Suriye a li hember zulmê. Digel vê we tirsên xwe yên di derbarê vê cengê de jî anîbû ziman û ji bo ev ceng bê bidawî kirin we beyan kiribû ku divê hereketên Îslamî di pêşîvaniya Hemas û Hîzbûllah de înîsiyatîf bistînin. Cenga bi xwîn ev di sal e dewam dike. Pey ku hûn van tiştan teva didin ber bala xwe, hûn dikarin di derbarê cenga Suriyê de çi bibêjin?

Me ramanên xwe yên di derbarê Sûriyê de bi du beyanatên berî niha diyar kiribû. Di beyanata me ya sê çar meh pey destpêka cengê me di vê çarçoweyê de nêhirtibû. Me anîbû ziman ku; em destekê didin têkoşîna bi heq a gelê Suriye ku ji bo ‘edalet û azadiyê dide û em li pişta têkoşîneke ji bo sazkirina hukumeteke Îslamî li vî welatî ne. Divê neyê hiştin ku ev têkoşîna bi heq ji bo xirabiyê bê bikar anîn û firset neyê dayîn îdareyeke ku wê ji menfe’etên emperyalîzma Amerîka re xizmet bike. Di heman demî de me beyan kiribû ku; divê neyê hiştin ku cepheya rejima Siyonîst û Amerîka mudaxele bikin, rejima Siyonîst bê gihîştandin hizûrê, sîstemên aktorên global li herêmê bêne bi cî kirin û nîzameke nû bînin herêmê. Îro jî em heman tiştan dibêjin û beyan dikin ku divê Musulman vê xisûsa girîng îhmal nekin û wektunebe nebînin.

Di beyanata me ya salekî pey destpêka şer de me beyan kiribû ku; divê hereket û cema’etên Îslamî yên ku dibêjin em ji xwe re Quran û Sunnetê referans digrin, di pêşîvaniya Hemas û Hîzbûllahê Lubnanê de li ciyekî minasib bicivin û di derbarê bûyerên li Sûriyê li ser tiştekî îttîfaq bikin, bi bingeha çareserkirina pirsgirêkê bighên encamekî, biryarên sitendine bi wasîteya heyetekî bighîjînin aliyan û ji bo gelê Muslumanên Suriye ji vê tengasiyê xilasbikin hewl bidin. Ji ber ku me nêrîna Hemas û Hîzbûllah a di vê derbarê de û ciyê wan yê di ‘alema Îslamê de dizanibû me teklîfek wisa kiribû û di çarçoweya vê de me gavan avêtibû.

Ez dixwazim di encamê de vê de bibêjim: sed mixabin mirov di rewşên şerê germ de hinek deman van mîzênan nikarin biparêzin. Di nirxandina meseleyan de nikarin bi ‘edalet tevbigerin. Di van rewşan de her tişt li ser xwe parastin û êrîşê tên avakirin. Ji bo ku Allah Te’ala di demek kin de Musulmanên Surîye ji van tengasiyan xilasbike em du’a dikin û hêviya dana rêveberiyeke Îslamî jê dikin.

Li Suriye bibal Mizgefta Îman ve êrîşek hat kirin û 40 Musulman tê de hatin qetil kirin. Hûn van êrîşan çawa dinirxînin?

Mizgeftê Musulmanan deynin aliyekî, hukmên Îslamê yên di derbarê meni’ kirina êrîşên li hember dêr û Sînagogan eşkere ne; ji ber vê yekê em bi tu awayî êrîşên li hember mizgeftan yên li ‘Iraq, Pakîstan, Somalî û vê dawiyê êrîşên li hember mizgeftên li Sûriye qebûl nakin û em bawer dikin ku ji van êrîşan re tu bingeheke Îslamî nîne. Bi vê minasebetê ji alî kî û bi çi sedemî bên kirin êrîşên li hember mizgeftan û êrîşên bê ku hedef xuya be li hember gelên sivîl li ser erda Îslamê ku têne kirin em tel’în dikin.

Di beyanat û daxuyaniyên we de ji mijarên ku derdikevin pêş yek jî wehdet û yekîtiya Musulmana ye. We di gelek beyanatê xwe de beyan kiribû ku heger wehdet pêk bê wê gelek pirsgirêk bi dawî bibin. Ji bo ev yek pêkbê wezîfeyên pêşîvan û cema’etên Îslamî çi ne?

Di dema me de ji her demî bêtir pêdivî bi wehdetê heye. Çavkaniya tevî pirsgirêk û tengasiyan tunebûna wehdeta di navbera Musulmanan de ye. Ji bo ku wehdeta ‘alema Îslamê a ku ji hevketiye ji nû ve bê sazkirin pêdivî bi îradeyek bi hêz, îmkanên berfireh û pêşîvanên mêrxas heye. Vana, di çarçoweya yekîtiya ummetê de divê îrada xwe diyar bikin. Digel pêşketinên xweş jî ji hevketin û bêserîbûna ‘alema Îslamê me nerehet dike. Bi çi awayî dibe bila bibe divê pêşiya vê jihevketinê bê girtin. Kom û cema’etên Musulman divê tevî îmkan û qabiliyeta xwe bikarbînin, tevî hesab û menfe’etên ferdî deynin alîkî û bala xwe bidin ser vê yekê.  

Nêrînên Musulmanan yên di derbarê Wehdetê de û têkiliyên wan yên bi hev re hûn çawa dinirxînin?

Naskirina neyar û refleksên xwe parastina li hember neyar, pûç kirina hîle, leystok û dekên wan û ji bo yekîtiya ‘alema Îslamê a ku ji hev ketiye ji nû ve bê tesîs kirin herkes dibe ku tiştê dike ji aliyekî ve û li gor xwe rast bibîne. Digel vê em daxwaz dikin ku herkes bibêje: “dibe ku rewş û peyvên Musulmanên ji bilî me jî rast bin” û bi tenê ji nihêrtina li meselan ji şibaka xwe hinekî biqerin. Dibe ku ev rewş a Musulmanan, ji bo ku Musulman ji nav lepê kafiran xilasbibin bibe çirûskeke hêviyê.

Ji bilî van tiştan hûn tewsiye dikin ku Musulman bala xwe bidin çi?

Divê ku hereket û cema’etên Îslamî pirê qabiliyet û îmkanên xwe bidin hînbûn û hînkirina Îslamê û pratîze kirina van tiştên hînbûne. Yanî divê berê xwe bidin ‘ilmê û ‘alimên xwe perwerde bikin, sermiyanê xwe di vê rê de bikarbînin. Divê jibîr nekin ku ev yek ‘îbadeteke mezin e û ji bo dawet û pêşerojê jî plasmaneke mezin e.

Hinek deman di medyayê de li hemberî we hin şîrove û beyanat tên kirin. Hûnê di derbarê vana de çi bêjin?

Tiştên di derbarê me de tên gotin û nivîsandin em bi awayê sê beşan teqsîm dikin. Hewlên kesên ku bi zanebûn neyartiya Îslamê û Musulmanan dikin û vê yekê ji xwe re kirine meslek em ji pêdiviyên exlaqê wan û tiştekî tebî’î dibînin. Ji ber ku em Musulman in bi zanebûn neyartiya xwe ya ji Îslamê û Musulmanan re eşkere dikin. Ji ber vê yekê karê wan îftîra, neyartî û hedef nîşandina me ye. Ji ber ku amanca wan neyartiya Îslam û Musulmana ye vê yekê weke metod û wezîfeyeke têkoşînê qebûl dikin.

Aliyên ku bê zanebûn ji Îslamê û Musulmana re neyartî dikin jî di nav ğeletiyê de ne lê belê ne di şi’ûra vê yekê de ne. Van kesan heya ciyekî em dikarin li wan biborin û tiştên dikin tebî’î bibînin. Lê belê vêga digel ku ji bo me nasbikin materyal û çavkanî hene, nekevin zehmetiya lêkolîna di derheqê me de û hê jî bi xeberên fasiqan hereket bikin, wê demê em bibîra wan tînin ku ji vê yekê mesûl in.

Heger em werin kesên ku xwe xwedî hessasiyeta Îslamî dibînin; ji ber tiştên ku van kesan dibêjin û dinivîsinin em ğemgîn dibin. Lê belê ev yek me sist nake û di meşa bibal hedefa me de ji me re nabe asteng. Tewsiya me ji wan re ev e ku, dema tiştekî di derheqê me de nivîsandin an jî gotin mirinê û hesabê ku wê bidin Allah Te’ala bînin bîra xwe û bi wî awayî hereket bikin. Em gazî wan dikin ku ji Allah Te’ala bitirsin.

Em ne cema’etekî wisa ne ku ji bo valahiya hinekan dagrin di kozikê de disekinin. Em ji bo mesûliyetên xwe yên li hember Xweda Te’ala, Hezretî Resûlûllah ‘Eleyhîsselat û Wesselam û gelê Musulman bicihbînin û mafên gelê xwe yên însanî û Îslamî ku bi zordarî ji wan hatine sitendin li wan vegerînin têkoşînê dikin. Em li gor daxwazî û xwestekên hinekan na, bi esas girtina Îslamê gavê xwe davêjin û di çarçoweya îmkanên xwe de hewl didin ku mesûliyetên xwe pêkbînin. Weke ku hinek îddîa dikin ji ber ku em mafên Kurdên Musulman diparêzin em nakevin rewş û hereketên dê rê li Kurtçîtî û Nîjadperestiyê veke û ne jî di nêrîna xwe ya Îslamî de em nakevin hereketên ku dê îfrat û tefrît be. Di her rewşî de emê parastina xetika xwe ya navîn bidomînin. Di her mercî de emê di çarçoweya Quran û Sunnetê de bimînin. Em Musulman in, peyv, tevger û rewşa me; reaksiyon, fikir û ramanên me her demî dê Îslamî be û di çarçoweya Îslamê de be înşaAllah.

Gelo hûn bi xebat û tevgerên komên Îslamî yên din re ‘eleqedar dibin û ji wan îstîfade dikin?

Heya ji me tê em tevî Musulmanan guhdarî dikin û dixweynin. Fe’eliyetên ku dikin heya ji me tê em dişopînin. Heya ji me tê em ji peyv, raman û tevgerên wan yên ku em bawer dikin feyda wî ji Îslamê û Musulmana re heye îstîfade dikin.

Em vî jî bes nabînin. Kesên ku dixwazin alîkariya me bikin, rêyên xêrê yên ku em nizanin an jî nafikirin li ber me bixin bê ku em bikevin nav kompleksekî em dixwazin ji wan jî îstîfade bikin. Lê belê em bawer dikin ku yên minnetê dikin, dikevin nefs û ‘ucbê û nefsa xwe bilind dibînin wê tu bereket di peyv, nivîs, kirin û tiştên didin de nînbe û wê tu faydeyî jî neyne.  Bi van cema’et û kesayetan re bê ku em bikevin nav tu şerî û heya ji me bê bê ku em bi nivîs û peyvên xwe zirarê bidin wan, bi mesafe sekinê em minasib dibînin.

Peyva we ya dawî ku hûn dixwazin bêjin çi ye?

Karên me giran in. Rabbê me bi lutf û kerema xwe ji me re hêsan bike, dilê me bi awayê ummetekî ji bo razîbûna xwe bighîne hev. Tevî birayên me yên ku ji bo razîbuna wî dixebitin muweffeq bike. Tengasiyên ku ummet tê de ne ji ser wan rake. Neyarên Îslamê rezîl û ruswa bike.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.