Çalakvanê Fîloya Sûmûdê Ramazan Tekdemir gihîşt Amedê
Serokê Parêzgeha Amedê yê Memûr-Senê Ramazan Tekdemîr, ku yek ji çalakvanên Fîloya Sûmûdê bû bi destêwerdana rejîma dagirker hatibû girtin, li Balafirgeha Amedê ji aliyê malbata xwe, rêveberiya sendîkayê û hevalên xwe yên dozê ve hat pêşwazîkirin.
Rejîma dagirker ji aliyekî ve êrîşên xwe yên li ser Xezeyê didomîne, ji aliyê din ve jî astengkirina xebatên gihandina alîkariyên mirovî yên mirovên xwedî wîjdan berdewam dike.
Fîloya Sûmûdê ya Gerdûnî (Küresel Sumud Filosu) ya ku armanca wê şikandina dorpêça (abluka) rejîma dagirker a li ser Xezeyê û gihandina alîkariyên mirovî bû, di 26ê Nîsanê de ji Girava Sîcîlyayê ya Îtalyayê ber bi Deryaya Spî ve bi rê ket. Rejîma dagirker, di saetên şeva 29ê Nîsanê de li avên navneteweyî yên li beravên Girava Krîtê (Girit) midaxele li fîloyê kir û 59 çalakvanên ku 18 ji wan hemwelatiyên Tirkiyeyê bûn, revandin.
Serokê Parêzgeha Amedê yê Memûr-Senê Ramazan Tekdemîr, ku yek ji çalakvanên Fîloya Sûmûdê bû û piştî girtinê radestî Yûnanistanê hatibû kirin, pêşî gihîşt Enqereyê û piştre jî gihîşt memleketê xwe Amedê.

Ramazan Tekdemir
Tekdemîr ê ku li Balafirgeha Amedê ji aliyê malbat, rêveberiya sendîkayê û hevalên xwe yên dozê ve bi tekbîr û dirûşman hat pêşwazîkirin; pêvajoya girtina xwe, muameleya rejîma dagirker a li hemberî çalakvanên evîndarên Qudsê û kêliyên ku dîtine, bi hezkiriyên xwe re parve kir.
"israîlê her cure hiquq binpê kir, dest danî ser keştiyên me û gule reşandin"
Tekdemîr li balafirgehê axivî û got: "Ew derdê ku we aniye vir çi be, derdê ku em birin sumuda gerdûnî jî ew e; ew doza ku we kişandiye vir çi be, heman derd û doza ku em birin ser wê keştiya tije merhemet jî ew e. Fîloya Sumuda Gerdûnî (Global Sumut), bi temamî ji hewldaneke sivîl pêk tê û piştgiriyeke kurewî (global) hildide navenda xwe; fîloyek e ku ji bo Xezeyê xwarina pitikan, lîstokên zarokan, alavên qirtasiyeyê û pakêtên alîkariya mirovî hildigirt. Lê tevî vê yekê, israîla ku hîtabî hudûdan nake, hırsîzeke bê sînor e û bi avahiya xwe ya korsan re rejîmeke terorê ye; 600 mîl dûr, di avên navneteweyî de, her cure hiquq binpê kir, nirxên gerdûnî tune hesiband û dest danî ser keştiyên me. Bi çekan gule reşandin ser keştiyên me. Sê saetan bi dronan teqandina tacîzê berdewam kir û bi tîrêjên lazerê nîşan girtin û hewl dan me tehdît bikin."
Tekdemîr wiha dewam kir: "Dema em bi wan re hatin pêşberî hev, me cesareta Mavi Marmara li xwe barkir; me cesareta we hilda ser milên xwe. Mezinahiya doza we cesareteke mezin da dilê me û em li hemberî wan dimdik sekinîn. Xwedê şahid e ku heke me mesleheta (berjewendiya) fîloyê û vê rêwîtiyê neparastibûya, me ew qas tirsonek dîtin ku me dikaribû bi destên xwe wan bifetisanda."
"Di nava van 2 rojan de me dît ku ew çiqas barbar in û tu pîvanên exlaqî nas nakin"
Tekdemîr bal kişand ser wê yekê ku di serdemeke wiha de ku siyaset asê maye û dewlet wezîfeyên xwe nayînin cih, hewldanên sivîl pir girîng in û wiha axivî: "Li vir ked û feda kariyeke pir mezin, alîkariyên madî û manewî yên Misilmanan, duayên wan ên bi kiryar û bi gotin hene. Li pişt vê yekê organîzasyoneke pir mezin û wîjdanekî gerdûnî heye. Bi rastî jî, wîjdanekî gerdûnî yê ku li ser navê mirovahiyê meseleya Xezeyê hildaye navenda xwe, bi dilê xwe dipeyive û bi zimanê xwe digihîje her derê, heye. Û me ev yek ji nêz ve dît. Me dît ku ew wîjdanê gerdûnî 2 saetan bê navber protesto dike, qet dev ji organîzebûnê bernade û bi hemû cesaretê xwe li hemberî israîl û Rojava bi serhildaneke mezin dimdik disekine."

Tekdemîr bandora wan her du rojên ku di bin çavan de derbas kirine wiha parve kir: "Di nava van 2 rojan de me dît ku ew çiqas barbar in, di nava çi wehşetê de ne û tu pîvanên exlaqî nas nakin. Lê belê, me ew perwasîbûna (bêperwayî) ku wan sînoran ji wan re vedike û ew tirsonekiya me ya ku wê cesareta çalakiya korsanî ya 600 mîl dûr dide wan jî dît. Du şevên ku em di destê israîlê de bêxew man an jî rastî tundiya wan a fîzîkî hatin, tu nirxê wan nîn e. Tenê pêdiviya me bi şirovekirin û nirxandina vê yekê heye: Ew dorpêç û dorpêçkirina giran a ku bi dehan salan e li ser xwişk û birayên me yên li Xezeyê tê meşandin, di nav wan de çi birîn vekiriye, çi xerabî pêk aniye û tevî vê yekê jî di berxwedana wan de tiştek kêm nebûye."
"Ev rêwîtî daxwaza xwişk û birayên me yên Xezeyê ye ku em seferan li dar bixin"
Tekdemîr da zanîn ku gelek mînak û delîlên girîng hene ku nîşan didin ev fîlo ji bo bi dehan û bi sedan kesên ku berê beşdar bûne û piştre bûne Misilman, bûye hêviyê û wiha dewam kir:
"Heke israîl îro naxwaze ev rêwîtî nêzî wê bibe û di demeke pir zû de hewcedariya midaxelekirina vê fîloyê dibîne, ev tê wê wateyê ku ew ji cesaret û encamên vê fîloyê û ji wî wîjdanê ku dê bi vê fîloyê şiyar bibe, ditirse. Em ê Xezeyê tu carî bi tenê nehêlin. Ji ber ku vê rêwîtiyê careke din nîşanî me da: Yên ku dixwazin em van seferan bikin, xwişk û birayên me yên Xezeyî ne. Ev yek berxwedana wan û hêza Misilmanan zêde dike; di wîjdanê gerdûnî de mezinbûn û hestiyariyekê ava dike. Em ê dest ji vê bernedin."
Tekdemîr destnîşan kir ku heta rejîma dagirker ji holê rabe dê ev fîlo û seferên wê berdewam bikin û bi bîr xist ku siyonîst ne tenê ji bo Misilmanan, ji bo hemû cîhanê xetere ne û got: "Wîjdanê cîhanê ji israîlê mezintir e. Ji ber ku ew tirsonek in. Di tevgereke me ya herî piçûk de panîkeke mezin di nav wan de çêdibe. Ji ber vê yekê tirsonekiya wan, ji derve wekî cesaret tê dîtin. Ev jî ji ber xwendina me ya şaş e. Divê em îro nifşên xwe wusa mezin bikin ku em ji şerekî mezin re amade bin. Ev şer dê di encamê de deriyê me bixe. Şerê Heq û Batilê dê bê. Berî ku israîl vî şerî bîne, divê em jê re amade bin."

"Divê em boykotê bikin perçeyekî bingehîn ê jiyana xwe"
Tekdemîr got: "Şer tenê bi çekan nabe. Bi xurtkirina saziyên civakî yên sivîl, bi paqijkirina aboriya me ji faîzê, bi piştgirîdayîna kesayetên bihêz ên di siyaseta me de û perwerdekirina wan; bi dabînkirina kalîteya ku dê di meclîsa me de sererastkirinên pêwîst bike, divê em ji her alî ve amade bin. Di ala israîlê de du xêz hene; yek Firatê û yek jî Nîlê temsîl dike. Gava ku wan armancên xwe kirine wekî alekê, em çima ji xwedîderketina nirxên xwe paş ve dimînin? Divê em vê sistiya (atale) ku me asteng dike ji ser xwe bavêjin. Divê em ji her alî ve boykoteke topyekûn pêk bînin. Divê em boykotê bikin perçeyekî bingehîn ê jiyana xwe. Heke armanca israîlê naguhere, divê hişmendiya me ya boykotê jî neguhere."
Tekdemîr ji ber hewildanên burokratîk ên ku Tirkiyeyê di pêvajoya girtina wan de dabûn destpêkirin, spasiya meqamên têkildar kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:
"Xwişk û birayên min ên hêja, niha di zindanên israîlê de 10 hezar birayên me yên girtî hene. Bi deh hezaran kes nikarin bigihîjin xizmetên tenduristiyê. Bi sed hezaran zarok bi birçîbûn û kêmxwarinê re têdikoşin. Em çi qas bibin dengê wan, em dikarin êşa wan sivik bikin. Werin em ji bîr nekin ku ev fîlo bi daxwaza wan bi rê dikeve. Li pişt wê kedeke mezin û duayek heye."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.