Çanakkale berxwedana Ummetê ye

Çanakkale berxwedana Ummetê ye

Dı herba yekemîn ya dınyayê de, bı sedem bêsaîretîya îttîhad û terakkîyê, jı mecbûrî ordîya Osmanîyê lı dıjî artêşên xaçperestan, dı cepheya Çanakkaleyê de berxwedaneke wısa ku dı dîrokê de navê wê bı herfên zêrîn hatıye neqış kırın nîşandabûn. Xelkê jı b

Partîya darbekar a ÎTTÎHAD û TERAKKÎyê ya ku ğerbê û ecnebîyan jê re digotin mirovê nexweş, li ser serê dewleta Osmanîyan bû. Ev partîya darbekar, welat xist nava herbê û xerabîyeke herî dijwar bi serê welêt û dewletê anîn.

Yekînîyên Osmanîya ku li hember cepheyan meğlûb dibûn, di Anadolê de asê mabûn.

Îngîlîz û Fransiza ku welatê Îslamê yek bi yek îşğal dikirin, vê carê jî di hedefa wan de Osmanîyan tune bikin, ji holê rakin hebû.

Ji vir 100 sal berê, hêzên mutefîkên îtîlafê yên Rûsyayê ku pêşkêşîya wê Îngîltere û Fransa dikşan, ji bo Osmanîyan ji kok û reh de ji rûpelên tarîxê jî tune bikin, qirar dan ku wê xalîçeya Çanakkaleyê derbas bikin.

Heta wê demê jî Îngîlîzên ku di tarîxê de qet meğlûb nebûbûn, bi desteka Fransizan di 19ê Sibata 1915an de dest bi êrîşê kir.

Lê belê li hember hêzên Îtîlafê, ‘egîdên muslumanên Anadolê yên ku hêz û quweta xwe ji Îmana xwe distîne hebûn.

Bi tevlî Turk, Kurd, Çerkez û ‘Ereban, hemû ummet li dijî vê êrîşa kufrê bûn yekwucûd.

Hêzên Osmanîyan, bi îmkanen qit û kêm, dijmin qewirandin. Li dijî manevrayên neyar jî, bi alîkarîya Xweda, bi berxwedana mucahîdên ‘egîd û qehreman, seferên dijmin dihat seknandin.

Pişitî ku êdî fêm kirin, li dijî berxwedana 18ê Adarê ya Gemîya Nusretê ya Mayinê bi ser nakevin. Îcar biryar dan ku wê hereketa bejahî bidin dest pêkirin û dest bi amadehîyan kirin.

Li dijî êrîşên 28ê Nîsanê ku di cepheya Seddulbahîr de destpêkir jî, hêzên ordîya Îslamê yên qehreman, di destwan de Quran, nêvî têr û nêvî birçî berxwedanek li dar xistin û dijmin qewirandin.

Çi wexta ku hêzên xaçperestên Fransiz û Îngîlîzên diran ketî dixwestin vê ordîya Îslamê xerabikin, li hember berxwedana mucahîdên qehreman meğlûb dibûn û tar û mar dibûn. Êdî hêvîya wana ku vê ordîya Îslamî meğlûb bihêlin nemabû. Xeyalşikestî bûbûn.

Hêzên xaçperest û dijminê Îslam û welêt, bi ewqas derfet û îmkanên xwe yên teknolojîk jî, piştî ditin ku biser nakevin, ji mecbûrî bi şûnde vegerîyan.

Ordîyên neyar yên xaç perest, bi saya yekwucûdîya muslumanên Turk, Kurd, Çerkez û ‘Ereban, bi ser neketin û welatên me yên niha em li ser dijîn îşğal nekirin.

Şiûra berxwedana ummetê û herba Çanakkaleyê, careke din li deverên cûda yên dinyayê hîsên muslumanan kirin dewrê û ji bo alîkarîya ordîya Îslamê bikin, pir fedekarî kirin. Bûkên dest bi hinne, bazinên xwe yên zêr yên di zendê xwe de derxistin û ji Stenbolê re şandin. Dayikên dilzîz û dilşewat, ji bo ordîya Îslamê meğlûb nebe, paçên pitikên xwe yên di pêçekê de bû ji bo sîlehan binuxumînin dişandin ji ordîya Îslamê re. Ji wan hineka parîyê xwarina xweya dawîn, dişandin ji cepheyê re.

Di salvegera zaferê ya 100emîn de, Ordîya Îslamê careke din hat yâd kirin.
BANGAHEQ

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.