Dermanê Jihevketina Ummetê Di Jiyana Salaheddînê Eyyûbî De Ye

Dermanê Jihevketina Ummetê Di Jiyana Salaheddînê Eyyûbî De Ye

Derketina Salaheddînê Eyyûbî nav meydana dîrokê de pir balkêş e!

Derketina Salaheddînê Eyyûbî nav meydana dîrokê de pir balkêş e!

Salaheddînê Eyyûbî; hem serfermandarê leşkerên artêşa Dewleta Zengîya a Misrê ye ku (Dewleta Nûreddîn Zengî Sunnî ye û Henîfî ye.) û hem jî Wezîrê Dewleta Fatimiyê Misrê ye. Fatimî, Şî’î ne. Salaheddîn jî li ser mezhebê Îmam Şafi’î ye. Salaheddîn li gorî wê rojê girêdayê Xelîfê ‘Ebbasiyan e. Lê belê hem navbeyna Xelîfê ‘Ebbasiyan û Zengîyan de û hem jî navbeyna Xelîfe û Xelîfeyên Fatimiyan de şer û pevçûn heye. Lakîn hem kalê Salaheddîn, Şadî, hem jî bavê wî Necmeddîn Eyyûb, li Tîkrîtê walîtiya xelîfê ‘Ebbasiyan kirine. Bi vê sedemê têkiliya Xelîfê ‘Ebbasiyan û malbata Eyyûbiyan heye. Lê belê bavê Salaheddîn Necmeddîn Eyyûb, dema ku walîyê Tikrîtê bûye, di şerê navbera Zengîya û Xelîfê ‘Ebbasiyan de, bavê Nûreddîn Zengî ku ‘Îmaduddîn Zengî ye- ji destê Xelîfe xilasdike. Ji boyî vê qenciyê, Malbata Zengîyan, malbata Eyyûbiyan, ji dewleta xwe re dikine wezîr.

Salaheddîn ku dibe wezîrê Misrê, Xelîfê Fatimiyan ‘Edîd Lî Dînillah naêşîne. Lê 1171 de ku Xelîfê Fatimiyan wefat dike, Salaheddîn destûr nade ku Fatimî xelîfeyekî nû hilbijêrin. Xutbe li ser hukumdariya xwe û bendetiya Xelîfê ‘Ebbasiyan dide xwendin û bi vî karî duserîtiya ku di nav ummeta Îslamê û Xelîfetiya ummetê de ye radike. Yekbûna xelîfetiyê dîsa peyda dike û pêktîne.

Xelîfê ‘Ebbasiyan El Muste’zî Bî Emrîllah jî, piştî mirina Nûreddîn Zengî (1174) hukumdariya Salaheddînê Eyyûbî nasdike û “Menşûra” hukumdariya Salaheddîn Eyyûbî didiyê. Her çiqas nîvek beg û mîrên dewleta Zengiyan û deverê wê herêmê hukumdariya Salaheddîn qebûl nekin jî li hember derkevin jî serfîraz nabin.

Ji xwe Salaheddîn piştî mirina Nûreddîn Zengî, pîreka Nûreddîn hildide bin nîkaha xwe û pêra dizewice. Lewra kurê Nûreddîn ku navê wî Îsma’îl bû hê biçûkbû. Salaheddîn dixwaze bi rêya sulhê, hukumdariya xwe bi cî bîne. Piştî mirina Îsma’îl jî ji xwe dewleta Zengîyan û deverê dora wê bi temamî dikevin bin hukumdariya Salaheddîn û dikevine sulhê.

Ji bo vî kar û exlaqê Salaheddîn û pêkanîna sulhkirina ummetê, pêşnavê “Salah-Ed Dîn” yanî “çêker û lêkerê sulha ummetê” jê re hatiye layîq dîtin. Navê wî yê ‘esil “Yûsif e.” Yûsifê Necmeddîn Eyyûbê Şadî ku ji Kurdên Hezbaniyan e.

Salaheddîn çiqas Kurd be jî, biratiya Îslamê, mensûbtiya ummetê, ‘ilm û ‘edaletê pêştir digre. Cudatiyê naxe nav qewm û milletên Îslamê Ji bo vê kirina wî jî, nîjadperesê Kurd jî, ê Tirk jî, ê din jî ji Salaheddîn ‘aciz in.

Mamoste ‘Ebdulqadir Tûran, di meqaleyeke xwe yê li ser Salaheddînê Eyyûbî de tespîteke wiha dike: “Salaheddînê ji boyî hînbûna do na, divê ji bo fêmkirina îro were xwendin.” Bi rastî ev tespîteke pir girîng e. Lewra hem halê ummetê yî îro, hem jî halê erdnîgariya Îslamê îro pir ğedar ser û bin bûye, par parî bûye. Wek wê rojê.

Di dema Salaheddîn de jî ummet bibû du parçe. Xelîfê Sunniyan û Şî’îyan cudabûn. Lê hukmê her dû xelîfeyan jî nemabûn. Mîr û beg û waliyan şehir û memleketê xwe “dewlet” î’lan kiribûn.

Du wezîrên Xelîfê Fatimiyan bi hev ketibûn. Ji ber vê yekê Xelîfê Fatimiyan alîkarî ji Nûreddîn Zengî xwestibû. Nûreddîn jî, serfermandarê leşkerên xwe û apê Salaheddîn Şîrko (Şêrkuj) tevlî artêşeke ji bo bangexwaziyê dişîne alîkariya Xelîfe ‘Edîd Lî Dînîllah. Salaheddîn jî wê demê bi apê xwe re diçe. Ji bo mêraniya Şêrko, pêşnavê “Eseduddîn” danê. Eseduddîn, yanî: “Şêrê Dîn”edd Şêrko ku tê Misrê, du meh şunda wefat dike. Û Xelîfe, Salaheddîn derbasî dewsa apê wî dike û Salaheddîn dike wezîrê xwe.

Salaheddîn, sulh û sikûnetê di Misrê de peyda dike. Medreseyên çar mezheban jî di Misrê de avadike.

Piştî mirina Xelîfê Fatimiyan û Nûreddîn Zengî, ku Salaheddîn dibe hukumdar, berya ku Qudsa Şerîf fetih bike, yekîtiya erdnîgariya Îslamê peyda dike. Welatê Nobe (Sûdan) distîne. Hidûdê dewleta wî di rojava de ji Trablûsê (Libyaya îro) dest pêdike, heta Hemedana Îranê direj dibe. Dîsa başûr û bakurê dewleta wî ji Yemenê dest pêdike heya Xelatê (Axlat) didome. Bi peyman danînekê sulha navbera xwe û Azerbeycanê jî temîn dike.

Beriya fetha Qudsê hivdeh (17) eyaletê dewleta Eyyûbiyan sazdibin. Misir dibe navend û payîtext. Eyaletê dinê jî ev in: Dimeşq, Heleb, Be’lebek, Kerek, Meyafarqîn, Hisna Keyf, Yemen, Bûsra, Hema, Humus, Banyas, Bîrecik, Cebel, Rûha, Amîd (Diyarbekir), El Cezîre.

Salaheddîn, bira, birazî û fermandarê xwe yê ku pê emîn û ewledar e te’yînî ser van memleketan dike.

Salaheddîn, piştî vê amedakariyê dizîvire armanc û meqseda xwe ya ‘esil. Yanî ji bo fetha Qudsa Şerîf êrîşê dibe ser Xaçperestan. ‘Alema Îslamê her çiqas alîkariyeke xurt û muhkem nadine Salaheddîn û wî li hember Xaçperestan tenê jî bihêlin; bi alîkarî û nusreta Xwedayê Te’ala, di 1187an de  bi Cenga Hittînê, Qudsa Şerîf rizgar dike. Piştî 80 salî Mescîd-ul Eqsa ji bo ‘îbadet û ta’etê vedibe.

Heta ev serkeftin û sulh di nava ummetê de peyda dibe, Salaheddîn, pir zehmet, eziyet û êşandinê dibîne. Piraniya eziyetê ji der û dora xwe, ji musulmanê wê dewrê dibîne. Lê ummet di dewra wî de sulh û selametê dibîne. Salaheddîn 5 sal piştî fetha Qudsa Şerîf, di 1193an de li Dimeşqê (Şamê) wefat dike û dighîje Rehmeta Xweda ‘Ezze We Celle.

Çima em dibêjin dermanê jihevketina ummetê di jiyana Salaheddînê Eyyûbî de ye? Lewra Salaheddîn di dewra xwe de:

  1. Xelîfetiya Ummetê ji pir serîtî xelasdike û yekîtiya Xelîfetiyê bi cih tîne. Sunniyan jî, Şî’îyan jî naêşîne. Bi hîkmet û siyaseteke pir kûr wek ku me li jor behs kir navbera gişka dibîne.
  2. Sulha nava mezheb û meşrebên Îslamê temîn dike. Li Misrê, medresên wisa avadike ku her çar mezheb jî dersê xwe di avahî û serbaniyan de didin.
  3. Sulha nava qewm û milletê Îslamê (‘Ereb, ‘Ecem, Kurd, Turkmen û yên din) peyda dike.
  4. Heq û hiqûqên însaniyetê bi qîmet digre. Em neyarên Salaheddîn yên kîndar û mezin jî di gotin û berhemên xwe de heqê şan û şerefa wî, mêranî û camêriya wî teslîm kirine.

 

Bi du’a û hêviya sulh û tifaqa Ummetê... Bimînin di xêr xweşiyê de.

Yasîn Demîr/Kovara Kelhaamed

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.