‘Ereb li Sûriyê qurbaniyan didin, nabe Kurd jî bêdeng bin’
‘Ereb li Sûriyê qurbaniyan didin, nabe Kurd jî bêdeng bin’
Hevpeyvîn: Hêmin Xoşnaw
Hewlêr (Rûdaw) - Nûner û serkirdayetiya partiyên rojavayê Kurdistanê, Elî Îbrahîm Muslîm, ku endezyar e û xelkê navçeya Bavê ya girêdayî Ezaz e wek fermandarê yekîneya Yûsiv Elazma wesf dikin. Lê ew di vê hevpeyvînê de li gel Rûdawê vê yekê înkar dike û xwe wek serokê encûmena sivîl a kurdên vê navçeyê dide nasîn û qala tevgera leşkerî ya kurdan li vê navçeyê dike.
Rûdaw: Ew tevgera ku li navçeya Ezaz, Heleb, Bavê û Efrînê heye çi ye?
Elî Îbrahîm Muslîm: Ew tevgera ku pêşî dirust bû, aştîxwaz bû, pişta xwe bi helwesta ciwanan girêdida. Em Kurd li vê navçeyê ligel bizava aştiyane bûn, piştî ku bûyerên Sûriyê bûne rûdanên çekdarî, ew ji wan re neçû serî, ji ber ku nabe gava çek hate holê, tu bêjî şoreşê bi awayekî aştiyane dikim. Em ketin pişt bûyeran. Kurdên wê deverê civînek kirin, gotûbêj li ser wê yekê hat kirin ka em wek xwe bimînin, yan bi awayekî din xwe organîze bikin, bi taybetî wê dema ku destdirêjî ser milkê kesayetiyên diyar ên kurd li vê deverê dihat kirin.
Kê ew destdirêjî dikir?
Artêşa Azad a Sûriyê. Zext li me kirin ka ji ber çi em beşdarî tevgera şoreşê nabin. Lewma di encama gotûbêjên kurd-kurd li vê deverê, biryar hat dayîn ku civateke sivîl li Bavê û Ezaz bê çêkirin. Ew civat ji 21 kesan hat çêkirin û ez jî wek serokê wê civatê hatim diyarkirin.
Hejmara Kurdan li vê navçeyê çend e?
63 gund û du komelgehên mezin in, ku hejmara wan 150 hezar kes û zêdetir in. Hejmara Ereban li vê deverê zêdetir e, li tenişta Kurdan û ber bi Cerabuls Turkmen hene. Piştî damezrandina wê civatê, me Kurdên wê deverê derbarê parastina xwe de gotûbêj kir. Em naçin li navçeyên din ên Sûriyê şer nakin. Daku em bikarin xwe ji destdirêjiyê biparêzin, em çi bikin baş e? Biryar hat standin ku hêzeke çekdarî ya kurdî bê dirustkirin. Armanca wê hêzê parastina navçeyên kurdî ji diz û rêgiran bû. Li derveyî Sûriyê hinek kesan alîkariya me kir, herwiha gundnişînên vê deverê jî hevkariya wan yekîneyên çekdar kirin, ku ji bo parastina wan hatin damezrandin. Bo damezrandina wan hêzan, ji ber ku serokê civata sivîl a vê deverê me, şêwir û pirsa min tê kirin.
Lê tê gotin ku hûn fermandarê hêza Yûsiv Elazma in li vê deverê?
Na, ev hêz girêdayî civata sivîl e. Ji bilî wê hêzê çend hêzên din jî hene wek “Şehîdên Mekkê“ ku hemû Kurd in, Selahedîn Eyûbî, Ehfadên Selahedîn, Elbaz, Mihemed Fatîh, Neviyên Kawe û Nisûrên Pêşmerge, bi giştî 7 hêzên kurdî li wê deverê hene.
'Yekîneya Mihemed Fatîh Kurd in, lê bi kurdî napeyvin û bi tirkî dipeyvin, li ser sînorê Tirkiyeyê ne'
Hejmara çekdarên wan hêzan çend e?
Yekîneya Yûsiv Elazma ku rasterast girêdayî me ye, hejmara wan 60 çekdar in. Şehîdên Mekkê, ku ew jî girêdayî civata sivîl a Bavê-Ezaz e, dora 50 çekdarî ye. Yekîneya Elbaz hejmara wan 300 kes in. Ew hêz berî 5 mehan ji hêzên me hat damezrandin û pêwendiyeke wan a xurt ligel Lîwayê Tewhîd li derdora Helebê heye. Fermandarê wê hêzê navê wî Mehmûd Mistefa ye û Kurdê Ezaz e, li ser eşîra Reşwanî ye û îslamiyekî nerm e. Yekîneya Mihemed Fatîh Kurd in, lê bi kurdî napeyvin û bi tirkî dipeyvin, li ser sînorê Tirkiyeyê ne. Ew ji eşîra El-Rayî ne. Hêza Selahedîn Kurd in. Kurdên vê deverê xwe wek beşekî ji Sûriyê dibînin û bi dîtina wan hizrîn û kiryarên wan divê di xizmeta niştimanî ya Sûriyê de bin. Yanî di dema ku Ereb tên kuştin, malên wan xirab dibin û derbider dibin, nabe Kurd li têleke din bixin. Ereb qurbaniyan didin û Kurd jî dibêjin karê me bi tiştekî nîne, lewma divê Kurd bibin beşek ji şoreşa Sûriyê. Lewra hebûna me di nav ENKSê de ji vî alî de kêşeyan bo me derdixe, em xwe wek sûrî dibînin û wek beşekî ji Sûriyê. Yanî tiştê ku xwe li ser welatiyên Sûriyê ferz dike, li ser me jî ferz dibe, pêwist e Kurd jî wek welatiyên din Sûriyên barê vê şoreşê hilgirin.
Armanca wan yekîneyên kurd çi ye û pêwendiya wan ligel Artêşa Azad û welatên derdorê heye?
Piştî ku van hêzan karîbû xwe li ser piyan bigirin, çend efserên kurd ji artêşa Sûriyê cuda bûn û tevlî van hêzan bûn. Û civata leşkerî li wê navçeyê dirust kirin.
Armanca wê civata leşkerî û hêzên kurdî çi ye?
Ew hewl didin bibin şirîkên şoreşa Sûriyê, daku mafên Kurdan di siberojê de li Sûriyê winda nebin.
Di nav Artêşa Azad a Sûriyê de cîhadî û selefî hene. Ji aliyekî din ve Tirkiye piştevaniya wê artêşê dike. Baş e, çawa ew civata leşkerî dikare wê balansê ragire û berevaniya mafên gelê kurd bike?
Şoreşa Sûriyê bi neçarî ji şoreşeke aştiyane bû çekdarî. Milet neçar bû rahêje çekan. Berê xwe dan hemû aliyan, daku piştevaniya wan bikin. Bêwar Ebdilrehman, ku ji encûmena leşkerî ya Bavê-Ezaz – Efrîn e, hate Herêma Kurdistanê, lê nikarîbû piştevaniyê bidest bîne. Heta îro çend yekîneyên kurdî hene ku ti pêwendiya wan ligel derve nîne û pişta xwe bi hevkariya milet û dewlemendên kurd girêdidin. Lê eger rewş wiha bidome, şoreş neçar e ji xwe re deriyekî derveyî bibîne, eger na ji nav diçe.
'Rastiya Kurdan li Sûriyê bi awayekî dirust bo Herêma Kurdistanê û serokayetiya Herêma Kurdistanê nehatiye veguhastin'
Ti pêwendiyeke wê civata eskerî ligel ENKSê heye?
Hemahengî di navbera wan de heye. Rastiya Kurdan li Sûriyê bi awayekî dirust bo Herêma Kurdistanê û serokayetiya Herêma Kurdistanê nehatiye veguhastin. Rêza min ji wan re heye ku hatine Herêma Kurdistanê, lê rastî wek ku hene nehatine veguhastin, lê li gor xwesteka xwe rewşa navçeyên kurdî yên Sûriyê veguhastine. Di navbera serkirdayetiya ENKSê û cemawerên wê de kêşe, nakokî û ji hevdu dûrketin heye. Eger bi vî rengî here, civat û cemawer ji hevdu cuda dibin, nemaze li devera Helebê. Ji ber ku 50 sal in ew milet bi kultûra me sûrî ne, beşek in ji Sûriyê, bizava siyasî ya kurd beşeke ji bizava siyasî ya demokratîk ya Sûriyê, ew çand asê maye di nava takekesê kurd de, nemaze ciwanan ku dînamoyên şoreşê ne û xwe weke beşekî ji Sûriyê dibînin. Nabe di qonaxa yekalîkirinê de tu rabe xwe ji Sûriyê cuda bikî. Xelk ji PYDê pirr dilgiran in, ji ber ku ew xelkê direvînin, ditirsînin, bacan ji wan distînin. Êdî kes nikare vê rewşê qebûl bike, eger ENKS hêzan ji ciwanên kurd re dirust neke, neçar in tevlî Artêşa Azad bibin. Bi sedan ciwanên kurd di nav rêzên Artêşa Azad de hene. Dixwazim vê peyamê bigihînim serkirdayetiya kurd li Herêma Kurdistanê.
Bi dîtina we ciwan û cemawerê kurd siyaseta ENKSê qebûl nakin?
Belê. Nemaze piştî ku DBK dirust bû, ji ber ku di encamê de PYD bihêz bû, çek bidest anî. Xwenîşandanên aştiyane bi kêfa PYDê birêve diçin, jê zêdetir jî hewl didin şêwaza jiyana nav xêzana kurdî jî li gor xwe dîzayn bikin. Sûrî ber bi azadiyê diçe, pêwist e Kurd di nava wê proseyê de cihê xwe bigirin, îro em bi projeyeke ne zelal ve hatine girêdan, gelo DBK me ber bi kû derê dibe? Çi proje li pêş me heye?
Çareserî çawa ye?
Çareserî vegera li hundir e, piştgirêdan e bi wê hêza ku li hundir heye. Dîsa wek Herêma Kurdistanê eger projeyeke kurdî li nava Sûriyê bê çêkirin, dîsa kêşeyek nîne, lê eger hemû hêzên kurdî di çarçoveya DBKê de bên rêkxistin, ew hemû dikeve xizmeta PYDê.
'Dema ku Artêşa Azad êrişî ser Serê Kaniyê kir, ewlekariya leşkerî hebû'
Wek civata leşkerî û sivîl li Bavê-Ezaz hûn çawa bûyerên Serê Kaniyê dixwînin?
Bi xwendina me tiştekî asayî ye. Îro ENKS hêza xwe ya çekdarî nîne, aliyên din di DBKê de, ku çek di destê wan de ye, ji bilî dirustkirina xalên kontrolê û êşandina milet tiştekî din nakin. Pêwist bû berî her tiştî artêşa rejîmê ji vê deverê derxista. Dema ku Artêşa Azad êrişî ser Serê Kaniyê kir, ewlekariya leşkerî hebû. Bawer dikim li her cihekî bi vî rengî be, pêwist e Artêşa Azad êrişî wê bike.
Lê Artêşa Azad jî destdirêjiyê dibe ser Kurdan?
Na, bawer nakim, eger bikin xeta sor e.
Lê yên ku hatine Serê Kaniyê “Xurebaul Şam“ in. Ew girêdayî Qaîde ne?
Na, ne girêdayî Qaîde ne, hûn dikarin herin Serê Kaniyê û wê rastiyê bibînin. Eger Xurebaul Şam bin asayî ye. Kî ne ew? Xelkên wê deverê ne, yên herî dûr ji Reqayê ne û haya min ji nasnameya wan a fikirî û siyasî jî nîne. Di nav wê hêzê de Kurd, Çerkes, Turkmen û Mesîhî hene. Lê pirraniya wan jî Ereb in, red nakim ku meyla îslamî li cem wan nîne, lê eger piştgiriya fikrekî lîberal û sekûler neyê kirin, jixwe wê hêzên îslamî derkevin pêş. Pirraniya Kurdan xwedî meyleke îslamî ne, lê meyla wan a lîberal û demokratîk nayê piştgirîkirin, eger bi vî rengî bidome, dibe ku îslamî bigihijin astekê ku astengkirina wan dijwar be. Heta îro îslamî ne serdest in, lê xurt in.
'Artêşa Azad li Serê Kaniyê namîne'
Yanî Xurebaul Şam bi piştgiriya Tirkiyeyê nehatine Serê Kaniyê?
Ew agahî ne zêde hûrbîn e. Li gor agahiyên min ew ji Reqayê hatine. Derheqê wan kesan de em du tiştan dibêjin. Yekem selefî ne, duyem jî Tirkiye piştevaniya wan dike. Ku herdu zanyarî jî dûr in ji rastiyê. Ew jî ji bo wê yekê ye ku şerê Kurdan û Artêşa Azad dirust bibe. Artêşa Azad hatiye civateke sivîl dirust bike û dûre Serê Kaniyê biterikîne. Yanî Artêşa Azad li Serê Kaniyê namîne.
Te ev nêrîn gihande ENKSê?
Na, ji ber ku asteng li pêşiya min hene.
Ew astengî çi ne?
Ez ji bo gotûbêjan ligel ENKSê nehatime vir, li civîna Doha bûm, li ser rê hatime vir.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.