Hejmareke melayên kurd li Tehranê kongreyekê saz dikin
Hejmareke melayên kurd li Tehranê kongreyekê saz dikin
Tehran (Rûdaw) – Bi hewldana melayên kurd ji bo cara yekê li Îranê konferansa mamosteyên olî yên sunî birêve diçe, lê hinek mamosteyên kurd dibêjin haya wan ji girêdana wê konferansê nîne. Parlamenterekî kurd jî dibêje serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad tevî konferansê dibe.
Nûnerê bajarên Sine, Kamyaran û Dîwandere li parlamentoya Îranê Seyd Ehsen Elewî ji Rûdawê re got, mebesta wan ji girêdana wê konferansê çêkirina pira pêwendiyê ye di navbera mamosteyên sunî de û gengeşekirina kêşe û pirsgirêkên wan.
Her çiqasî biryar bû ew konferans di rojên 30 û 31ê vê mehê de li Tehranê birêve here, lê li gor gotina Elewî ji ber hinek pirsgirêkan û kêmbûna demê hat paşxistin ji bo rojên 14 û 15ê meha bê.
Elewî ji Rûdawê re eşkere kir serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad, endamê civata parastina berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê Ayetulla Mehmûd Haşimî Şahrûdî û hejmareke berpirsên din ên hikûmetê tevî wê konferansê dibin.
Rûdawê pêwendî bi hejmareke mamosteyên olî re kir li rojhilatê Kurdistanê. Van melayan nîşan dan ku haya wan ji vê konferansê nîne, di heman demê de bi encamên konferansê ne geşbîn in.
Berpirsê rêxistina Mekteba Quranê Hesen Emînî ji Rûdawê re got: “Ev ne tiştekî nû ye û di hundirê 30 salên borî de gelek konferansên bi vî rengî hatine sazkirin.”
Biryar bû ev konferans di hefteya yekbûnê (hefteya wehdet) de bê sazkirin; ku dike 12-17ê meha Îslamî ya bi navê Bihara Yekemîn. Damezrênerê Komara Îslamî ya Îranê Îmamê Xumeynî, rojên 12 û 17ê Bihara Yekemîn kirin hefteya yekbûnê. Sunî 12 û şîe jî 17ê Bihara Yekemîn weke roja ji dayikbûna pêxemberê Îslamê dibînin. Li gor gotina nûnerê bajarê Sine, biryar bû ev konferans di hefteya yekbûnê de bê sazkirin, lê ev yek pêk nehat.
Bi dîtina cîgirê berê yê rêveberê mamosteyên olî yên Kurdistana Îranê mamoste Smayîl Suhrabî, madem ev konferans ji bo wê hefteyê bû “divê melayên ku hatine vexwendin, nêzîkî desthilatê bin.” Lê Seyd Ehsen Elewî ev yek red kir û got: “Hejmara melayan pir e û nabe hemû bên vexwendin, lewma mamosteyên navdar û şareza û yên ku dixwazin tiştekî bêjin, tên dawetkirin.”
Li gor mela Smayîl, Ayetulla Xumeynî xwestiye bi riya vê hefteyê niyetpakiya xwe nîşanî suniyan bide, lê bi baweriya mamoste Smayîl: “Planeke Xumeynî ji pişt vî karî hebû.”
Bi baweriya Elewî, çareserkirina kêşe û giriftên melayên sunî zehmet e, lê girêdana konferansên bi vî rengî weke tiştekî baş dibîne û dibêje: “Behskirina kêşe û daxwazan karekî baş e, bi kêmanî haya berpirsan ji kêşe û giriftên te çêdibe.”
Lê mamoste Smayîl Sohrabî reşbîn e û dibêje “Nûnerên sunî li parlamentoyê çend caran name nivîsandine, îmam û melayên Belûç jî di helkeftên cihê cihê de daxwazên xwe eyan kirine, lê bê encam bû.”
Bi dîtina navborî, bêhtir armancên siyasî li pişt sazkirina van konferansan e: “Li herêmê guherînên di qezenca suniyan de hatine holê, qet ne dûr e hikûmeta Îranê bixwaze çareseriyê ji rewşa xwe re bi riya suniyan bibîne.”
Giriftên melayên sunî
Seyd Ehsen Elewî behsa pirsgirêkên melayên kurd ên sunî kir û got pirsgirêkên wan ên çûna leşkeriyê, pesendkirina bawernameyên wan û kêmbûna meaşên wan hene: “Her melayekî kurd mehane tenê 30-100 hezar tûmen (10-30 dolarî) werdigire. Bawernameyên melayên sunî li Tehranê tên piştrastkirin, divê ew desthilat bibe para şarezayên sunî jî, yan mamosteyên olî di şûna ku herin eskeriyê bikin, bila li dibistanan dersan bidin an kursên fêrkariya olî birêve bibin.”
Lê bi dîtina berpirsê rêxistina Mekteba Quranê li Sine Hesen Emînî, kêşeyên melayên kurd pir ji wilo zêdetir in û dibêje: “Pêwist e ew mafên ku di yasa bingehî ya Îranê de hatine naskirin, bidin wan jî, berpirs û parêzgar pêwist e sunî bin.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.