Ji Mizgefta Şêx Seîd Efendî re destûra fermî

Ji Mizgefta Şêx Seîd Efendî re destûra fermî

Erdogmuş diyar kir ku ji ber ku navê Şêx Seîd li mizgeftekê hatiye kirin, ew keyfxweş e.

Miftîgehê, destûr da navê Mizgefta Şêx Seîd Efendî ya li navçeya Baglarê ya Amedê hatî avakirin

Avahiya Mizgefta Şêx Seîd Efendî ya ji beriya 3 sala li navçeya Baglarê destpêkirî di heyvên borî de hat temamkirin. Komeleya mizgeft ava kirî, serlêdana Miftîgeha Amedê kir û xwestin melayek ji mizgeftê re bê şandin. Li ser vê yekê jî Wezareta Karên Diyanetê sibata bori de melayek bo mizgeftê şand.

Miftiyê Amedê Nîmetullah Erdogmuş ji Rûdawê re ragihand ku dê navên; Bedîûzeman, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî li mizgeftên Amedê tên çêkirin, bê dayîn.

Erdogmuş diyar kir ku ji ber ku navê Şêx Seîd li mizgeftekê hatiye kirin, ew keyfxweş e.

Duhî navê Qada Dagkapi ya ku Şêx Seîd û 46 hevalên wî lê hatin darvekirin, ji aliye Encumena Şaredariya Mezin ya Amedê ve hat guhartin û bû Qada Şex Seîd.

Serhildana sala 1925an a bi rêbertiya Şêx Seîd ji navçeya Pîranê ya Amedê destpêkir. Di demekî kurt de li bajarên Çewlîk û Elezîzê belav bû û di encamê de Şêx Seîd û 46 hevalên wî di heman salê hatin girtin û li Qada Dagkapi ya Amedê hatin darvekirin.

Cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî ji ber ku heta niha arşîva dewletê de nehatiye vekirin, nayê zanîn.
 

Li gorî dîroka fermî ya Tirkiyeyê serhildana Şêx Seîd “serhildanek olî” bû lê li gorî kurdan ev serhildan ji ber mafê kurdan derket. Çimkî komara nû avabûyî, mafên kurdan înkar dikir

Rûdaw

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.