Jiyana Sazkerê Cema’eta Hîzbûllah (Şehîd Huseyînê Mala Welî) 4

Jiyana Sazkerê Cema’eta Hîzbûllah (Şehîd Huseyînê Mala Welî) 4

Hezkirineke xwiyayî a Şehîd Rêber li hember zarokan hebû. Gelek hez ji zarokan dikir û wan li pişta xwe suwar dikir, bi wan re dileyîste, henekan bi wan re dikir, wan dida xeberdan, bi wan re dikeniya û bi vî awayî rehet dibû.

Jiyana Wî a Nav Malbata Xwe

Şêhîd Rêber Huseyînê Mala Welî; hê dema li zanîngahê xwendekar bû, di 18ê Gulana 1978an de zewicî bû. Ji vê zewaca han Xweda Te’ala 7 kur û 4 keç, bi tevahî 11 zarok da wî.

Şehîd Rêber, pirê dem û enerjiya xwe ji ber ku ji bo Cema’et û karên Cema’etê cuda kiribû, bi qasî ku têr bike dema xwe ji zarokên xwe re cuda nekir û bi awayê ku dixwaze bi wan re mijûl nebû. Di demên ku xebatên Cema’etê zêde bibûn de, bi taybetî jî di demê şer û pevçûn zêdebibûn de demên dirêj ji mala xwe û malbata xwe dûr dima. Di demên ku li mala xwe dima an jî di demên ku malbata xwe dianî mala lê dima jî timî di navbera pênc kes û deh kesî de hevalê wî li mala wî diman û bi wan re karên Cema’etê dimeşand. Di mala ku li gor Îslamê pîrekan xwe digirtin û têkilî li gor Îslamê bûn, li odeyeka cuda bi hevalên xwe re karên xwe dimeşand û nediçû beşa ku çûn û hatin hebû. Ji ber vê yekê dema ku malbata wî li ba wî bûn dahî carna rojeke kamil zarokê xwe nedidît. Mêvanên ku dihatin ji mecbûrî demên dirêj li balê diman û malbata wî jî qelebalix bû, lê digel vê jî, malbata wî xizmeta wan mêvanan teva dikirin û me’zûbantiye ke ku layiqê Şehîd Rêber e dikirin.

Şêhîd Rêber, di nav jiyaneke têkoşînê a bi vî rengî de jê re pêkan nebû ku zarokên xwe bişîne mektebê. Ji her dû kurên wî yên mezin yekî heya Seretayîya Navîn asta duyem û yekî jî heya asta yekem xwend û pey re ji mektebê hatin deranîn. Zarokên wî yên din nexwendin. Ji ber vê yekê li malê dema rewş musa’îd bûna ders didan wan. Lewra ji ber ku zarokên wî nikaribûn bixweynin gelek ğemgîn û mehzûn dibû. Ji ber vê yekê mamosteyekî dersdayîna zarokên wî ji xwe re kir wezîfe. Mamosteyê zarokên wî li gor temenê wan û dersên li mekteban tên dayîn dersa wan dida. Digel vê, dersa Qur’ana Pîroz, Aqaîd, Fiqih û ‘ilmên Îslamî yên minasibê temenê wan e dida wan. Diya wan serê sibê radibû cilê zarokên xwe li wan dikir û wan dişan de beşa ku mêvan lê diman. Zarok pey dihatin cem mêvana ji wir dibirin odeyeka ku ji bo ders dayînê hatiye amadekirin û ders destpê dikir. Weke li dibistanê bin textê wan ê reş hebû û navber dihat dayîn dersa, li dawiya salê jî weke karneyên dibistana karne didan wan û serkeftî ne an ne serkeftîne dihat diyarkirin. Şehîd Rêber, ji ber vê xebata han gelek kêfxweş dibû û gelek ji mamosteyên wan re du’a dikir. Digel vê; gelek nesîhet di vê derbarê de li hevalên xwe yên di rewşa wî de ne dikir û ji wan dixwest ku li ser zarokên xwe bisekinin û nehêlin zarokên wan bê perwerdehî bimînin.

Şehîd Rêber, ji ber mercên tê de ye û karên Cema’etê, gelek ji dê û bab û bira û merivên xwe dûr ketibû. Ji bilî agahî sitendinê di navbera wan de tu têkiliya fi’îlî nema bû. Gelek dixwest wan, bi taybetî jî diya xwe bibîne. Lê belê ji tirsa ku wê ciyê wî bê dîtin û ji ber wî zirar bighê Cema’etê ji vê yekê xwe dûrdikir. Ji ber vê rewşa Şehîd Rêber têkiliyên navbera pîreka wî û malbata pîreka wî jî bi temamî hatibû birîn.


Mensûbê Cema’etê yê bi navê M.G. wisa dibêje: “Şêhîd Rêber gelek hez ji malbata xwe û bi taybetî jî hez ji diya xwe dikir. Rojekî wisa got: Êdî ez nikarim wan bibînim. Tu here Batmanê, wan bibîne, pey ku te hal û hewalê wan hînkir, di derheqê wan de ji min re agahî bîne. Ez jî çûm, min diya wî û kekê wî dî. Gelek kêfxweş bûn min didan ber himêza xwe û digotin ji te bêhna Huseyin tê.

Carekî ji min re go: Here gundê min, wan dera bigre vîdeoyê û bîne. Ez çûm û min bi kamerayê wan dera kişande û min bi xwe re anî. Dema temaşedikir gelek kêfxweş dibû.”

Hezkirineke xwiyayî a Şehîd Rêber li hember zarokan hebû. Gelek hez ji zarokan dikir û wan li pişta xwe suwar dikir, bi wan re dileyîste, henekan bi wan re dikir, wan dida xeberdan, bi wan re dikeniya û bi vî awayî rehet dibû. Gelek henekan bi kurê xwe Mucahîd re dikir, dema gazî wî dikir bi navê kekê xwe (Hecî Nûrî) gazî wî dikir, jê hez dikir û bi vî awayî hesreta xwe ya ji kekê xwe Hecî Nûrî re parîkî sivik dikir. Di navbera zarokên xwe de ferq û mêylê nedikir, bê ku bêje ev keçike û ev kuruke hez ji teva dikir û bi wan re têkildar dibû.

Şehîd Rêber, dema bi malbata xwe re dima, hevalên xwe yên ku karê wan bi hev re hebû bi rojan li mala xwe dikir mêvan, malbata wî jî xizmeta wan dikir û xwarin ji wan re amade dikirin. Mînak; dema li Mêrdînê dima, li maleke sê qatî ji du sala zêdetir man. Li wê derê dewamî deh an jî pazdeh heval diman. Malbata Şehîd Rêber, xwarina wan amade dikir û ji wan re dişande xwarê.

Şehîd Rêber, dema li Batmanê dima û di demên ‘ewil ku li Amedê rûdinişt de, hê bala rejimê nekişandibû ser xwe û xwe veşartinê pêwist nedîtibû. Ji ber vê yekê di van dema de bi malbata xwe re dima. Di salên ‘ewil ku hatibû Amedê de, malbata xwe li Batmanê hiştibû lê belê dewamî diçû û dihate, te’bîra wî caiz be lingekî wî li Batmanê û lingekî wî jî li Amedê bû. Pey ku şerê çekan destpê kirin, mala xwe veşarte û demek wisa li Amedê rûnişt, pey re jî çû Mêrdînê îqamet kir. Di van dema de bi malbata xwe re rûdinişt. Pey ku ji Diyarbekir derket, ji bo ku ciyê wî neyê zanîn, taqîbat neyê kirin û ji ber van tiştan pirsgirêka ewlehiyê çênebe, heya salek beriya şehadeta xwe malbata xwe jî bi xwe re dibir ciyê ku diçû û hewl dida ku wan ji çavan dûrbike û biveşêre. Lê belê berî şehadeta wî bi salekî bû malbata wî ne li balê bû. Werger: ‘Emmar Eyyûbî

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.