Komkujiya Dêrsimê diçe Dîwana Dadê ya Laheyê

Komkujiya Dêrsimê diçe Dîwana Dadê ya Laheyê

Komkujiya Dêrsimê diçe Dîwana Dadê ya Laheyê

Koln (Rûdaw) - Komîteya Dijî Komkujiya Dêrsimê ya 37-38 beriya du salan hatiye ava kirin. Armanca vê komîteyê ew e kû komkujiya Dêrsimê têxe raya giştî ya navnetewî. Komîte ji rêxistinên navnetewî daxwaz dike ku ji ber di pêşerojê de dîsa komkujiyên wisa rû nedin zexta bidin ser Tirkiyeyê kû li xwe mikur were.

Ew komîte heta niha bi alîkariya komele û dezgehên din 4 konferans li Parlementoya Ewropa, yek li Parlementoya Berlînê pêk anîn û kesên dîrokzan, parezger, siyasetmedar, zanyar û şahadên komkujiya Dêrsimê aghahdarî dan raya giştî. Sala borî jî ew komîte deh hezar îmze berhev kir û ji bo nasandina komkujiya Dêrsimê serî li parlementoya 36 welatan da. Parlementoyên Swêd û Almanyayê bersîvên erenî dan û xwestin di parlementoyên xwe de komkujiya Dêrsimê nîqaş bikin.

Parezgerê doza komkujiya Dêrsimê çalakwanê mafê mirovan û parezgerê dozên dijî sucên şer  Barry Fischer û parezger Erdal Doğan sala borî çûn Dêrsimê û bi şahidên komkujiyê re axivîn û raporek ji 225 rupelî amade kirin. Komîteya Dijî Komkujiya Dêrsimê ya 37-38 di 23ê Mijdarê de ligel rapora 225 rupelî û gotara rapora Îsmaîl Beşîkçî û gilînameya 100 kesan serî li Dîwana Dadê ya Laheyê dide.

Derbarê axaftina wan de em bi seroka komîteyê Ayfer Ber re axivîn.

Armanca serî lêdana we ya Dîwana Dadê ya Laheyê çi ye?

Armanca ew e ku emê komkujiya Dêrsimê bidin qebûlkirin û ji ber komkujiyên wisa dîsa pêk nayên, em dixwazin dewleta Tirkiyeyê tawana xwe qebul bike. Serok Wezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber ku CHP bixe tengasiyê ji gelê Dêrsimê lêborîn xwest. Em dixwazin Erdogan egerên lêborîna xwe bîne cih. Divê ew wek Willy Brand biçe Dêrsimê û li ber bîrdariya Seyîd Riza ji gelê Dêrsimê lêborîn bixwaze. Hikumeta ku ji gelê Dêrsimê lêborîn bixwaze, dive kiryarên wek li Roboskê neke û, li pozantiyê destdirêjiya zarokên kurd neke.

Hûn di serîlêdana xwe de ji Dadigeha Laheyê çi dixwazin?

Emê di 23ê Mijdarê de gilînameya xwe bidin Dozgerê Dadgeha Cezayê ya Navnetewî. Tirkiye demek dirêj desthilatiya vê dadigehê qebûl nekir. Lewra ew dadgeh dikare ji ber tawanên şer û dijî mirovahiyê serokwezîr û desthilatên dewletê bidarîzîne û ceza bide wan. Tirkiye lewma ditirsê û desthilatdariya vê dadigehê qebûl nekir.

Serîlêdana me ne tenê ji bo komkujiya Dêrsimê ye. Em gilînameya xwe de siyaseta dewletê ya derbarê qedexekirina zimanê dayikê û zordariya li ser baweriyan, hilweşandina xweza bi bendavan û mayînan, şewitandina daristanan û piştî komkujiya fîzîkî komkujiya çandî li dijî Kurdan tînîn ziman.

Em ji dewletên Ewropa û parlamento û konseya Ewropa daxwaz dikin ku derbarê kiryarên Tirkiyeyê diji gelê kurd bêdeng nemînin û ji bo dawî anîna vê polîtîkayê zeta li Tirkiyeyê bikin. Emê kiryarên Tirkiyeye têxinîn rojeva Komîteya Mafê Mirovan ya Yekitiya Neteweyan jî.

 

Di wan salên dawî komkujiya Dêrsimê ket rojeva Tirkiyeyê û derbarê wê de gellek lêkolîn jî hatin çekirin, lê helwesta CHPê neguherî.

 

Rast e, axaftina parlementerê CHPê Onur Oymen bû sedema destpêkirinja nîqaşên li ser komkujiya Dêrsimê. Serokê CHPê Dêrsimî ye, lê dibêje “Ez ne Kurd im”. Ew tenê zerar dide Dêrsimê. Derbarê komkujiyê de kaosek jî heye, gellek tiştên xelet tên nivisandin û gotin. Xebatên rêxistinên wek me û rewşenbîran komkujiya Dêrsimê objektîf û bi rastiya xwe ya dîrokî anîn rojevê.

 

Pistî wan nîqaşan jî Erdogan ji ber komkujiya Dêrsimê lêborîn xwest. Cara yekemîn e ku serokwezîrek ji Kurdan lêborîn dixwaze...

 

Em lêborîna serokwezîr pirr girîng dibînin. Lê lêborîn li kû derê û ji bo çi hat xwestin, ew jî pirr girîng e. Dema ku Erdogan lêborîn xwest, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî ji ber kuştina 8 biyaniyan ji hevwelatiyên ne alman lêborîn xwest. Erdogan ji bo komkujiyeke dîrokî leborîn xwest, Merkel beiya lêborin bixwaze ala almanî heta nîvî anîn xwar û li parlementoyê hemû parlementer li ser piyan sekinîn û di mexdûr anîn parlementoyê di hizura mexdûran de lêborîn xwest.

 

Serokwezîr ji bo komkujiya Dêrsimê CHPê gunehkar kir. Lê di nav Dêrsimiyan de wisa propaganda tên kirin ku haya Ataturk ji komkujiyê nebûye.

 

Dema komkujiya Dêrsimê li Tirkiyeyê partiya desthilatdar CHP bû û serokê dewletê jî Ataturk bû. Ew gotina ku qaşo haya Ataturk ji komkujiya Dêrsimê nebû derew e. Em hemû wêneyan de dibînîn kû Ataturk piştî bombebarana Dêrsimê çawa Sabîha Gokçenê pîroz dike. Li Trabzonê di muzexaneyê de wêneyek heye ku Ataturk çawa li ser nexşeyê êrîşa li ser Dêrsimê plan dike. Ataturk bi xwe dibejê, “ Dêrsim di hidudên Cumhuriyetê de birînek e, divê ji orte were rakirin”. Komkujiya Dêrsimê li ser Dêrsimiyan êşên bê hempa hişt, gel ûsa hat qetil kirin û trisandin kû şahadên wê demê hê nû dest bi axaftinê kirine.Navên gund û cîhan hatin guherandin, navên qetilkaran dan dibistan, tax û kolanên Dêrsimê. Ji daxwazên me yek ji ew e ku navên qetilkaran ji dibistan û taxan werin rakirin, mînak navên “Taxa Ataturk”, “Dibistana Alpdogan” werin guherandin. Divê hemû arşîvên dewletê û yên Erkaniya Giştî werin vekirin, cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî werin eşkerekirin, li Dêrsimê bîrdariya komkujiyê were avakirin, hejmara kuştiyan, zarokên sêwî û keçên wenda werin eşkerekirin. Navê balafirgeha Sabîha Gokçen were guherandin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.